Li Silêmaniyê êrîş birin ser PDK-ê
Daxuyannameyek ji liqa 04 a Partîya Demokrata Kurdistanê, ji hevwelatîyên bajêrê Silêmanîyê re.
Roja çarşembê 24.02 .2010-ê vê mehê, otomobîlên dost û hevalên me û endam û alîgirên me yên bajêrê Silêmanîyê bi hêminî û aramî, beşdarî di propagandaya hilbijartinan de dikirin û piştevanîya lîsta xwe, Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ya hêjmara 372-ê û kandîdatên Partiya Demokratên Kurdistan dikirin.
Belê mixabin, dema ku rêza otomobîlan gihijt cadeya Mewlewî ya bajêrê Silêmanîyê, çend kesên anarşîst êrîşî wan kirin û di encam de, ziyan gihijt çend otomobîlan û çend hevalên me jî birîndar bûn.
Belê hevalên me bersiva vê destdirêjîyê nedan û ev jî, nîşana wê yekê ye, ku em xwe girêdayî parastina hêminîyê û rênîşan û qanûnên komisiyona hilbijartinan û berjewendîya bilind a gelê xwe dibînin û em weha jî dibînin, ku qanûn serwer e.
Em nerazîbûna xwe li himber vê bûyera neşaristanî didin nîşandan, ku li beramber hevalên me hat encamdan. Em hêvîdar in jî, ku ev reftarê han ji ti alîyan nehê qebûlkirin, çimku ev ziyaneka mezin digihîne demokratkirina civaka kurdî û ezmona me jî dixe nava xeterê de.
Em wek Partîya Demokrata Kurdistanê hêvî dikin, ku ev reftarên weha dubare nebin .
Li gel rêz û hezkirina me ya ku ji xelkê bajêrê Silêmanîyê re heye.
Partiya Demokra a Kurdistan
Liqê 4 (Silêmanî)