Polîtîk

Barzanî pêşwazî li azadkiriyên nahiyeya Wankê kir

Yanzdeh kesên azadkirî çawayiya revandina xwe û piştî îşkencedanê ji aliyê pasevanên Parêzgerê Neynewa bi Serok Barzanî ragihandin û balkişandin li ser wê yekê ku li dema serdana Parêzgerê Neynewa li gel hêzên fireh regezan ya qezaya Tilkêf, li derbasbûna bajar ji aliyê xelkê qezayê ve xwepêşandanek dijî hatina Parêzger hatibû sazkirin û paşê bi sedema hêzên fireh regezan ve wekî dîktatoreke asa çuye nav bajar û li vegeranê jî li nahiyeya Wankê‌ û her li wir jî ji aliyê Kurd û Erebên wê nahiyeyê ve rêgirî lê hate kirin û li encamê da pasevanên parêzger teqînê li xelkê nahiyeyê kir û me revandin.

 Her wiha azadkiriyan behs li rola hewlên Serok Barzanî li azadkirina wan de kirin û ragihandin ku bi bê‌yî wan hewlên Serok Barzanî nedihatin azad kirin.

 Serok Barzanî, ji bo azadkirina wan pîrozbahiyê li wan kir û balkişand li ser wê yekê helwesta we helwestêke qehremanane bû û bi vê helwestê jî we serê gelê xwe bilind kir û ev helsukefta Parêzgerê Neynewa jî tawaneke mezinê dijî azadiyê ye û destgîr kirina her hemwelatiyek bi bê‌ biryara dadgeh dibe tawanek ku eve jî bi duvdaçûna yasayî li sere, li rastiyê da ew serdem nema ku bi hêz hemwelatî bêne destgîr kirin‌ an bêne revandin. Rêza me ji bo xelkê Mûsilê heye, lê belê ew reftara Parêzgerê Neynewa reftareke neşîrîn bû ku nabe‌ dûbare bike û êdî dijayetiya Kurd û Hêzê Pêşmerge û Partiyên Kurdiyan neke û li şuna wê bila bîr li avadaniya Mûsilê bike û projeyên xizmetguzariyan bi cîh bike ji ber ku bi dijayetî kirina Kurd Parêzger nikare xizmeta wî bajarî bike û ne jî dikare li wê posta xwe de berdewam bibe.

 Serok Barzanî eve jî ragihand ku tu hêzek nikare birayetiya Kurd û Ereb li vî bajarî têk bide ji ber ku hezaran sale bi birayane û pêkve dijîn.

Back to top button