Civak

Li Sêrtê leşkerekî Kurd kûştin

Li bajarê Sêrtê leşkerek bi navê Ridvan Çelik, ji aliyê hevalê ve xwe hate kûştin. Lê belê gûman heye ku ji ber meseleya Kurdayetiyê hatibe kûştin.

Li gor zanyariyan li Fermangeha Jandarma ya Girtîgeha Sêrtê leşkerek bi navê Ridvan Çelik (23) ji aliyê hevalê xwe ve hatiye kûştin.

Her çende Parêzgeha Sêrtê daye zanîn ku bi awayeke şaşîtiya hevalê xwe ve hatiye kûştin lê belê guman li ser wê yekê heye ku ew leşker Kurd be û ji ber Kurdayetiyê hatibe kûştin. Ji ber ku bi hezaran xortên Kurd li leşkeriya Tirkiyê de têne kûştin û gelek caran rayedar wiha didin zanîn ku qaşo bi şaşî hatiye kûştin an jî wî bi xwe xwe kûştiye.

Em hêvîdarin ku malbata Çelik lêkolîneke berfireh bike û baweriyê bi rapor û daxuyaniya rayedarên dewleta Tirkiyê neyne, ji ber ku ev daxuyanî bûne benîştê devê wan û ew ne yê baweriyê ne.
Back to top button