Civak

Li Sêrtê govenda kurdî ji bo komara Tirk

 

Roja 29ê Kanûna Paşî Cejna Komara Tirkiyê ye. Oldar û nijadperest li piraniya bajarên Tirkiyê hatin pêşberê hevûdu û li gelek bajaran pevçûn jî derket û polîs gaza îsot û ava bi şid reşande ser xwepêşanderan.

Lê belê ev cejn li bajarê Sêrtê bi vajiyê bajarên din çêbûye. Serokê şaredariyê Selim Sadak, parêzerê Şêrtê Ahmet Aydın û gelek serleşkerên Tirk ketin milên hevûdu û govenda kurdî girtin, bi kurdî stiran gotin û lotik avêtin.

Lê belê serokê şaredariya Sêrtê, sergovendiya kurdî neda kesî û xwe tê de rihiland.
Ev nûçe dema li medyaya tirkî hate ragîhandin ku li Sêrtê govenda kurdî ji bo cejna komara Tirkî hatiye girtin, dilxweşiyeke mezin di nava Tirkan de çêbû û her kesî ji kêfan re lêva xwe givişand.

Di govendê de gelek stranbêjên herêmî jî bi kincên kurdî tevlî govendê bûne û di pêşwaziya fermî de hatine bihurandin.

Li Tirkiyê her kesî digot “Ha cejn ev e ku li Sêrtê hate pîrozkirin.”

29/10/2012

Rojeva Kurd/Sêrt

Back to top button