Kultur

Helbestvan Arjen Arî wefat kir

Helbestvanê naskirî yê Kurd Arjen Arî wefat kir. Helbestvanê navdar yê Kurd Arjen Arî, çendakbû ku li dijî nexweşiya pençeşêrê têdikoşa. Arî, bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Arjen Arî, îro seet di derdorê 2.45 an de çû ser dilovaniya Xwedê.  

Arjen Arî, çendakî li Edeneyê, li nexweşxana Onkolojiyê nexweşiya xwe derman dikir. Dûra biryar girt û çû Amedê, li wira bi pençeşêra pişikê re têkoşîna xwe dpmand lê mixabin bi ser neket. Xwedê bi rehma xwe şad bike. 

Hevokên dawî a Arjen Arî :


” Ji ber hindê, her nivîskar ji keda ku di qada wêjeyê de daye, wirvetir, bi berhemên xwe yên nemir, nemir in!

Ji lew; Xanî bi ‘Mem û Zînê nemir e; Uryan bi Çarînên xwe nemir e; Mella bi Dîwana xwe…

Xweda tewan bi cihê ku qencan wahd kiriye; bi bihuştê şa bike.”


 

Back to top button