Li Serê Kaniyê teqînek çêbû kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kaniyê teqîneke bihêz rû da û li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro otomobîleke bombekirî li Herêma Pîşesazî ya Serê Kaniyê teqiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, kesê di otomobîlê de canê xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, duhî jî li nava bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.

Nerîna min :