Danezana Konferansa TDK-Tevgerê

Pêwîstiya bi nirxandineke gelemperî 

Rêxistina Sosyalîst ya Demokratîk ya Kurdistanê (RSDK) di 7 û 8ê îlona  2005an de konferansa xwe ya dawî pêk anî. Di vê konferansê de RSDK navê xwe guherand û navê TDK-Tevger li xwe kir. Konferans û encamên wê bi agadariyek kin ji raya giştî re hatibû ragihandin.

TDK-Tevgerê di Konferansa xwe de gihaştibû vê bawerêyê ku divê li ser pêvajoya tevgera neteweyî ya Kurdistanê û guherandinên ku di vê dema dawî de li Kurdistanê, Rojhilatanavîn û Tirkiyeyê pêk tên û li ser pêşniyarên ku ji bona çareseriyê tên diyarkirin bê rawestandin û bi nivisandineke berfiretir ve ji raya giştî re bê pêşkêşkirin.

Navê rêxistina me ya nû 

RSDK (Rêxistina Sosyalîst ya Demokratîk ya Kurdistanê) konferansa xwe ya dawî di 7 û 8ê îlona 2005an de pêk anî. Di vê Konferansê de navê rêxistina me, bi Tevgera Demokratîk a Kurdistanê TDK -TEVGER ve hate guherandin. 

Navê Rêxistinê bi kurtî `TDK-Tevger` e. Bi zazakî: Tevgera Demokratîk a Kurdistanî û bi tirkî: Kürdistan Demokratîk Hareketî ye.

TDK-Tevger, di vê Konferansê de, weke rêxistinek nû nehatiye ava kirin. Ew berdewama û wêrisdarê PYSK (Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Kurdistanê) û RSDK ye.  TDK-Tevger, di warê îdeolojîk û siyasî de jî berdewama vê rêz û rêçikê ye. Herweha di xeta îdeolojîk û siyasî ya TDK-Tevgerê de jî di warê bingehîn de tu guhertin çênebûne. RSDK, weke berdewama PYSK,  di 16-17 çileya 1999an de hate avakirin.

Weke tê zanîn PYSK ji pênc rêxistinan (Kawa, KUK, Têkoşîna Sosyalîst, TSK û YEKBÛN) ku piştî xebatek dûr û dirêj ya yekîtiyan hate damezirandin. PYSK damezirandina  xwe di 1 gulan 1996an de, bi belavokekê ji raya giştî re diyar kiribû.

Lê PYSK nebû xwediyê jiyaneke dirêj ya siyasî. PYSK di kongreya xwe ya temûza 1998an de xwe belav kir. Piştre, bi armanca domandina yekîtiyê, bi beşdariya kadroyên ji kevneşopiyên KUK, TS, TSK û tevî hinek kadroyên ji rêxistinên din RSDK hate damezrandin. Ji wê demê şûn de, bi navê RSDK xebat hate domandin. RSDK, xwe welatparêz, demokrat û sosyalîst bi nav dikir; di qada siyasî, çandî, demokratîk û wekî din de xebata xwe domand û di platformên hevbeş de cihê xwe girt.

Di Konferansê de pêvajoya avakirina PYSKê û rewşa wê demê ya taybetî hate nirxandin û hate diyarkirin ku  navê RSDK jî berhemê wê dem û rewşa taybetî bû.  Ji ber vê jî, biryar hate girtin ku ji niha û pêve; li gor rewşa tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê û li gor bersîvdayina xusûsiyeta pêvajoya dîrokî bi navekî nû ve bi navê TDK-Tevger  xebata xwe bidomîne.

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) wê xebata platform û xebatên ku berê bi navê RSDKyê tê de cih girtibûn, bi eynî berpirsiyarî û fedekariyê bidomîne. TDK-Tevger, di domandina xebata xwe ya rêxistinî de, wê hewl bide ku di serî de di warê eşkere û demokratîk de û her weha çi li welat û çi li derveyî welêt, ji bona geşkirina platformên hevbeş û xebatên yekîtiyan û gavavêtinên nû yên li gor pêdiviyên pêvajoyê û di xizmeta berjewendiyên demokratîk û neteweyî yê gelê me de bin, wezîfe û berpirsiyarên xwe, li gor hêz û qeweta xwe pêk bîne. 

Li ser belavkirina PYSKê

PYSK, di demek dijwar de hate damezrandin. PYSK di wê dema ku hêjî, ew pêvajoya têkçûn û belavbûyina piştî 12ê îlonê dom dikir, ku PKK alternatîfek bi tenê dihat dîtin û potansiyela demokratîk ya neteweyî ji aliyê vê rêxistinê ve hatibû bloke kirin û  marjînalbûyina rêxistinan de, pêvajoyeke giran dabû ser milên xwe.

Lê tevî giraniya şertên taybetî yên vê pêvajoyê jî, li gor me di demek kurt de belavbûna PYSK ji ber mercên subjektîf bû. Kiryarên grupperestî û bêberpirsiyariyên hinek kadro û endamên komîteya navendî yên kevneşopiya YEKBÛN û KAWA yê  di belavbûna PYSK de roleke bingehîn lîstin.

Bê guman, di serneketin û belavkirina PYSKê de, li gor guneh û sewabên xwe her kesên ku di vê pêvajoyê de cîh girtine, berpirsiyar in.  Bi vê wateyê, kêm an jî zêde kêmasî û berpirsiyariya kadroyên ku ji kevneşopiyên din hatine jî  tê de heye. Bi taybetî diviyabû kadroyên ku ji sê kevneşopiyan (KUK, TS, TSK) dihatin aktîftir û fedakartir bixebityana û însiyatîf bigirtana. Lê çi di dema PYSK de û çi jî piştî belavkirina PYSK de kadroyên van hersê kevneşopiyan tim bi berpirsiyarî tevgeriyan; neketin nav kiryarên zerardayina yekîtiyê. Ji aliyê kadroyên van her sê kevneşopiyan ve, domandina yekîtiya ku di dema PYSK de hatibû avakirin û bi awayê RSDK xwedîlêderketina mîrata partiyê, nîşana vê yekê ye. 

Derbasbûna nêzîk ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistana Bakur

Di dîroka tevgera demokratîk ya neteweyî ya vê sedsalê de, gelek pêvajoyên cuda yên  serketî û têkçûyî hatin dîtin. Di seranserê sedsala 20an de, gelek berxwedanên neteweyî û herweha jî qirkirinên civatî pêk hatin. Her carê, di warê siyasî, civatî û aborî de wêrankirinên mezin  pêk hatin. Gelê Kurd êşên giran kişand, tevgera demaokratîk ya neteweyî derbên mezin xwar. Pêwendiyên di nava pêvajoyên siyasî de, herweha di nava qirnan de hatin qut kirin. Her qirnek çi bêje ji nû de dest bi xebatê kirin. Lê tevî van qirkirin, êş û rûxandinên giran yên seranserî sedsala 20an jî, daxwaza azadî û serxwebûna gelê Kurd nehat wenda kirin. Tevgera demokratîk ya neteweyî her ku çû berfiretir bû.

Piştî bi qirkirin, hovîtî, pelçiqandina berxwedana Dersimê ya 1938an, ku Bakurê Kurdistanê demekê kete nav bêdengiyekê, di nîvê sedsala 20an de, partiya siyasî ya pêşîn ya kurdî TKDP di 1965an de hate damezrandin. 

Pêşketinên bi bûyera 49an dest pê kir û dû re damezrandina TKDP û DDKOyê destpêka pêvajoyek nû diyar dikirin; ew bêdengî û ewrê reş û tarî hêdî hêdî radibû. Di nîvê salên 1970yî de ku berdewama vê pêvajoyê bû, li ser bingehê pirdengî, bi îdeolojî û lênêrînên siyasî yên cuda ve gurûb, rêxistin û partiyên nû dihatin ava kirin. Di vî warî de, pêvajoya salên 1970yî, di dîroka nêzîk ya tevgera demokratîk ya neteweyî de cîhekî girîng digire. Tevger di maneya modern de dikete pêvajoyeke pirdengiyê. Herweha gelek nerînên bingehîn di vê pêvajoyê de hatin afirandin. Tercîhên îdeolojîk çi dibin bila bibin, ew bîr û bawerî weke nerînên hevbeş yên tevgera Kurd şekil digirtin.

Kurd neteweyek e. Li dijî îradeya netweyê  Kurd,  welatê wî ji aliyê hêzên emperyalîst û hevalbendên wan dewletên kolonyalîst ve hatiye perçe kirin. Kurdistan  koloniyeke klasîk ya navneteweyî ye. Li Kurdistanê pêvajo, pêvajoya şoreşa neteweyî ya demokratîk e. Mafê tevgera neteweyî ya Kurd e, ku di welatê xwe de xwe bi awakî serbixwe bi rêxistin bike.

Ev di eynê demê de pêwîstiyek e. Divê bi kêmanî federasyon jî di nav de, serxwebûna Kurdistanê û bi şert û mercên dîrokî ve girêdayî yekitiya Kurdistanê pêk were. Perçê herî mezin yê Kurdistanê, Kurdistana Bakur e. Ew di bin dagirkirina dewleta Komara Tirkiyeyê de ye. Di şert û mercên awayê xebat û têkoşîna demokratîk û aştî hatibe xetimandin, ji bo gihaştina armanca xwe li hemberî hêzên kolonyalîst yên ku bi awakî leşkerî welatê me dagîr kirine, têkoşîna çekdarî mafekî rewa û dem dema rêyeke pêdivî ye. Heta îro avakirina rêxistinên bi dizî ne li gor hest û daxwaza me ye; ev encamê siyaseta dewleta Tirk ya li ser bingehê înkar, qedexekirin, zilm û zoradrêyê hatiye avakirin bi xwe ye. 

Ev bîr û bawerî û hinek nerînên din di vê pêvajoyê de hatin afirandin.

Bê guman di vê demê de, di warê îdeolojîk û siyasî de hinek kêmaniyên mezin jî hatin kirin. 

Di serî de şekilgirtina bi navendên îdeolojîk yên navneteweyî ve girêdayî wê dû re rê li ber pirsgirêkên mezin vekira. Ji ber ciwaniya tevgerê, bêtecrûbetiya kadroyên pêşeng, geştirbûyina meylên çepîtî û demdema  pêkhatina kiryarên provakatîf di pratîkê de gelek xetayên girîng hatin kirin.

Di dîroka nêzîk ya tevgera neteweyî ya Kurd de, dema 1960-1980 di gelek waran de xwediyê cihekî taybetî ye. Tevgera demokratîk ya neteweyî, di dema ku civata Kurd di warê aborî û civatî de di pêvajoyeke pêşveçûn û guherandinê de derbas dibû û bi giranî di bin bandora pêşketinên navneteweyî de, bi awekî lezgîn di nav pêvajoyeke geşbûnê de bû. Aliyên cuda yên civatê bi daxwazên neteweyî û çînî beşdarî nav pêvajoya siyasî dibûn, tevger bi awakî girseyî geş dibû û bi berfirehî di nav derdorên civatî de belav dibû.

Bi derbeya faşîst ya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî pêvajoyeke nû dest pê dikir. Tevgera ciwan ya neteweyî û demokratîk ku bêhazirî û bêtecrûbe hatibû girtin, nikaribû  li gor rewşa wê demê awayê rêxistinî û têkoşînê pêş ve bibe. Pirsgirêk, têrnekirin û nexweşiyên rêxistinan derdiketin holê. Di vê rewşê de,  kadroyên pêşeng yên gelek rêxgistinan, ji ber operasyonên giran, neçar man ku derkevin derveyî welêt. Derketina kadroyan ya ku pêşî  ber bi rojhilatanavîn û dûre jî ber bi Ewropayê bû sedemek girîng ya dûrketina ji welêt.  Di vê rewşa faşîst ya ku bi derbeya12ê îlona 1980an hatibû, pêkneanîna awayên têkoşînê yên li gor bejna pêvajoyê, peydanekirina rêyeke çareseriyê û herweha rûdana pirsgirêkên hundurî yên nav rêxistinan, rêxistin xistin nav pêvajoyeke jihevdûveqetandin, perçebûn û belavbûyinê. 

Rewşa PKK ya vê pêvajoyê cuda ye. PKK ya ku berî 12ê îlonê ketibû pêvajoya belavbûnê, di Rojhilatanavîn de ket rêyeke cuda. Hêzên xwe yên derketibû derveyî welat dan hev û dest bi amadeyiya şerên çekdarî kirin. Bi destpêkirina şerê çekdarî yê 15ê tebaxa 1984an mohra xwe li pêvajoke ku divê bi taybetî bê nirxandin xist. Ji ber vê yekê, divê bi taybetî li ser rewşa PKK û pêkanînên wê bê rawestandin.  

Heta mirov girêdanên sererast yên  PKK û têkoşîna çekdarî ya ku bi salan domkirî bi Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê re, aliyên wê yên din yên navneteweyî fêm neke; mirov nikare vê pêvajoyê û encamên wê jî rast fêm bike. Di warê armanca avabûna PKK de û kiryarên wê yên li Kurdistanê de, gelek tiştên ku rola dewleta Tirk ya vê pêvajoyê nîşan dide, êdî eşkere bûne. Di serî de îfadeyên Abdullah Ocalanî, çavkaniyên PKK û zanîn û belgeyên ku hinek avayiyên dewletê dane der,  vê pêvajoyê bi giranî ronî dikin.

PKK weke tevgerek tasfiyekirinê derket holê. PKK ji roja derket dev ji vê siyaseta xwe ya ku ji derveyî xwe tu hêzek welatparêz nas nake berneda. Ji aliyê din ve jî, di seranserê vê pêvajoyê de PKK, ji bona li derveyî wê alternatîfek din dernekeve, ji dewleta Tirk jî hişyartir tevgeriya.

Di nivê salên 1980yî û destpêka salên 1990î de, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê kete nav pêvajoyeke kûr ya guherandinên îdeolojîk û siyasî. Hinek kadroyên ku nerînên stratejîk yên şoreşa Kurdistanê ji gengeşiyê re vekirin, her ku çû dev ji hedefên stratejîk û nerînên bingehîn yên ku di salên 1970yî de hatibûn afirandin berdan. Bê ku xwerexnekirinek girîng bikin, pêmayiyên xwe înkar kirin.  Divê ev pêvajoya paşdezîvirandinê baş bê vekolandin. Ji ber ku, heta sedem û guhertinên neteweyî û navneteweyî yên ku rê li ber vê pêvajoyê vekirine, teva rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ku îro dijî vekirî neyê zelal kirin, ji bona pêşerojê jî avayiyên bi îstîkrar û rûniştî nikarin bên damezrandin.

Rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya îro

Li Kurdistanê, şiyarbûna siyasî û neteweyî, di van 20 salên dawî de bi kûrahî berfireh, bingehê civatî ya tevgera neteweyî firehtir, pêvajoya netewebûyina kurdan jî bi leztir bûye. Ev şiyarbûn tenê bi Kurdistanê ve ne girêdayî ye. Di nav kurdên li Tirkiyeyê dijîn û di serî de kurdên li welatên Ewropayê, di nav  tevayiya  kurdên li derveyî welêt de, pêvajoyek geş ya şiyarbûna neteweyî û siyasî tê jiyandin. 

Di vî warî de potansiyelek berfire ya rizgariya neteweyî derketiye holê. Ji her çînên civatê mirov bi awekî civatî di nav tevgera neteweyî û demokratîk de cîh digirin. Di nav civata gel de, bi awekî ku bi demên berê re nayê pîvandin daxwazên mafê neteweyî û demokratîk, hewildana xwedî li nasnameya xwe derketinê, daxwaza jiyaneke serbixwe û azad  roj bi roj bêtir derdikeve pêş. 

Teva wan  êş û rûxandinên salên 1980yî û 1990î; ew şerê ku 20 salan domand û hilweşandinên mezin anî serê civata Kurd;  vê  siyaseta teslîmbûnê û tirkkirina ku ji aliyê PKKê ve  tê ferz kirin; siyaseta qirkirin; zordarî û înkarkirinê ya kevneşopiya dewleta Tirk jî; civata Kurd nîşan dide ku ew civateke çalak, bi berhem e û ew serî natewîne. Pêşketinên Kurdistana Başûr, demokratîkbûyînên nisbî yên ji ber bandora pêvajoya Yekîtiya Ewropa (YE) li Tirkiyeyê tên dîtin, bi vê ve girêdayî di van salên dawîn de hinek rûdanên demokratîk yên legal, û şikenandina bandora PKKê ya li ser civatê û h.w.d hinek ji sedemên vê pêşketinê ne. Teva pêvajoya Kurdistana Bakur pêşketineke paradoksalî nîşan dide jî, geşbûna hebûna neteweyî û demokratîk, dê bikaribe pêşî li ber bêçaretî û xitimandina siyasî ya ku tê dîtin veke û alternatîfên nû pêk bîne.

Kurdistana Başûr berbanga azadiyê djiî

Pêvajoya ku Kurdistana Başûr dijî, di dîroka kurdan ya nêzîk de rûpelek nû vekir. Di  seranserî berxwedana neteweyî ya nîvsedsalê de, perçê vî welatê me xwîn, hêstirên çavan, qirkirin, koçkirin û rûxandinên dijwar dît. Lê di destpêka sedsala 21ê de, ji 1990î û vir de berbanga azadiyê dijî. Gelê me xelekek zincîrên koledariyî şikenandine û pêşeroja xwe ava dike. Hilbijartinên azad yê dîroka Kurd cara pêşî li ser vê axê pêk hat.  Gelê me ku bi partiyên xwe yên siyasî, parlamento û hukumeta xwe ve li vî perçeyî dijî, bi îrada xwe ya azad ve hatiye rewşa xwebixwe îdare kirinê. Teva pirsgirêkên girîng yên navxweyî, herweha destdirîjiyên dewletên kolonyalîst Tirkiye, Îran û Sûriye û dewletên kevneperest yên heremê jî gelê me yê ku li Kurdistana Başûr dijî, ji dost û dijminên xwe re îspat kir ku ev civat dikare xwe bi xwe îdare bike. Di rastiya xwe de, di vê rewşa heyî û pratîkê de, li Kurdistana Başûr bi awakî jîndar dewleteke Kurd ava bûye. Bi gelemperî li navçeyê û bi taybet jî li Iraqê, di nav tifaq û mîzana hêzan de, ger guhertinên girîng yên nû li dijî kurdan dernekevin holê, wê rewşa heyî bidome. Ev jî wê bibe qonaxeke guherandina pêvajoya dîroka çarenivîsa kurdan.

Divê destketinên Kurdistana Başûr, weke destketinên netweyê  Kurd yên her çar perçeyan bê dîtin. Loma jî, parastin û pêşdexistina destketinên vî perçeyî, wezîfeyeke neteweyî û dîrokî ya  hemî welatparêzan û gelê Kurd e. Bi vê bîr û bawerêyê, piraniya hêzên welatparêz yên her çar perçeyan, piştgîriya Kurdistana Başûr dike, yekîtî û hevkariyê nîşan dide.

Lê, li Kurdistana Başûr, mirov nikare bêje ku her tişt rast e û di rêya xwe de dimeşe. Pêwist e ku pirsgirêkên hene bê dîtin û kêmaniyên hene bên rexne kirin. Hinek aliyên siyasî, bi awekî menfîetperestî û şelaftî pirsgirêkan paşçav dikin û her tiştî weke gul û gulîstanê nîşan didin.  Hinek jî,  ji bona xwe bi aliyekî şêrîn bikin, bi awekî bêhempa dibin piştgîrê aliyekî; ji mîr bêtir mîrperestiyê dikin. Divê ji aliyekî mirov bi helwesteke rast,  di zanistiya wezîfeya neteweyî û dîrokî de, xwedî li destketinên vî perçê welêt derkeve û piştgiriya wan bike; ji aliyê din jî bi rexneyên xwe yên dostanî û erênî mirov bala wan bikşîne ser kêmanî û şaşiyên hene. 

Tevlî hewldanên derve û  hundur jî, demek dirêj Parlamentoya Neteweyî li Kurdistana Başûr nehate desthilatdar kirin. Otorîteya siyasî bi salan di bin idareya du hukumetên cuda de, di pratîkê de bûbû du perçe. Ev rewşa bû sedemê wendabûna demeke girîng. Herweha  cudabûna di warê zarav û çandî ya `soranî û kurmancî` jî kûrtir bû. Lê nêzikbûna navbera PDK û YNK ya vê dema dawî, avakirina hukumeteke navendî û neteweyî gaveke geleke girîng û dîrokiyî ye; yekkirina herdû hukumetan ji aliyê tevaya gelê me ve bi şanazî tê pêşwazî kirin. Weke li perçeyên din, li Kurdistana Başûr jî yekgirtina hêzên welatparêz pêwîstiyeke mecbûrî ye. Em di vê bawerêyê de ne ku wê parlamento û hukumeta neteweyî ya  Kurdistana Başûr siyasetek hevgirtî û neteweyî ya cudabûnên çand, zarav, herêm, civat û hwd dide ber çavan, bide pêşiya xwe. Divê di serî de ya PDK û YNKê, bandora partî û rêxistinên siyasî, li ser avayiyên neteweyî bê sînor kirin. Ji bona avakirina civateke şaristanî û demokratîk, divê bi lez di warê siyasî, dadmendî, rêvebirî, pîşeyî û hwd de guherandinên pêwîst bêne kirin.

Di pêvajoya jîndar ya tevahiya Iraqê de, Kurd roleke bingehîn dilîzin. Di vê pêvajoya niha de, bêyî kurdan pêkanîna ewlekarêyê û demokratîkkirina tevayiya Iraqê, serketina têkoşîna li dijî êrîşkariyên terorîstan, pêkanîna rêvebirêyeke xwedî desthelatiyeke xwurt û hwd ne mumkun e. Herweha, Kurd dibe pireke navbera erebên şiî û erebên sunî. Hilbijartina  Serokê YNK Celal Talabanî weke Serokkomar, di vî warî de ji bona kurdan bûyereke gelek girîng e.

Lê, li Kurdistana Başûr awayê şikilgirtina `avayiya federal`,  zelalkirina sînorên Kurdistanê û herweha statuya Kerkûkê pirsgirêkên pir girîng in. Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê vê rewşê ji nêzîk ve taqîb dikin.

Pêlên têkoşîna gelê me li Kurdistana Rojhilat ji nû ve bilind dibe

Li Kurdistana Rojhilat rejîma melayan, bi bêwijdanî siyaseta xwe ya zordarî û hovane  li dijî gelê Kurd didomîne. Di kiryarên rejîmê de,  bi taybetî di siyaseta li dijî gelê Kurd de tu guherandin çênebûne.  Berevajî, melayên redîkal yên oldar desthilatdariya xwe xwurttir dikin. Teva vê yekê jî têkoşîna mezin ya li dijî rejîma meleyan dîsa li Kurdistana Rojhilat tê dayin. Teva ku gelek kadroyên xwe yên pêşeng yên weke Ebdurehman Qasimlo û Şerefkendî di kemînên xayin de wenda kir jî  têkoşîna PDKÎ û hêzên din yên welatparêz bi awa û rêyên cuda dom dike. Rûxandina rejîma Seddam û pêşketinên baş yên li Kurdistana Başûr, moralê gelê me yê vî perçeyî bilind kir û têkoşîna wî geş kir. Kiryarên berxwedana civatî yên berfireh ku di nîvê sala 2005an de li bajarên Kurdistanê derketin, nîşana bilindbûniya pêla berxwedanê ya li vî perçeyî dide nîşandan.  Di van salên dawîn de, rewşa tenêhîştin û zordana navneteweyî ya li ser rejîma melayên Îranê, di warê têkoşîna gelê me de pêşveçûnek girîng e.

Rewşa Kurdistana Başûrê Rojava

Li Kurdistana Başûrê Rojava jî pêşketinên girîng rû didin. Desthilatdariya Baasiyên kolonyalîst bi salan e ku li hember gelê Kurd siyaseta tade, zordarî û çavtirsandiniyek giran dimeşîne. Di vî perçeyê welatê me de, hîna jî bi sedhezaran kurd weke hemwelatî jî nayên dîtin. Lê rejîma kolonyalîst ya Sûriyê jî, weke rejîma Saddam rojên xwe yên dawî dijî.  Êrîşa rejîma Sûriyê ya bi awakî har û bi provakasyonên cihê û pêmayiyên Saddam, bi berxwedaneke hişk ya gelê me rû bi rû ma. 

Di vê rewşa heyî de, kurd serkêşiya hêzên ku li hundur li dijî rejîma Baasê di ber xwe didin dikin. Xebata salan yên hêzên welatparêz berhema xwe da, potansiyelek neteweyî, demokratîk û çandî derketiye holê. Kurdistana Başûrê Rojava, piştî rawestandin û hînkariyek dirêj dikeve nav pêvajoyeke nû. 

Gelê me ku piştî rûxandina rejîma Saddam moral girt, li hemberî kiryarên hovane yên Baasê dengên xwe bilintir kir û tevgerên berxwedanê yên berfireh derxist holê. Di demên dawî de, li Kurdistanê û bajarên mezin yên Sûriyê weke Şam û Helebê ku Kurd lê gelek niştecî ne çalakî û protestoyên girseyî pêk anîn. 

Bi vê berxwedanê de, gelê Kurd ku demek dûr û dirêj di bin wê tadê û zoradarêyê de bêdeng mabû, careka din ji hemû cîhanê re nîşan da ku ew dê bi hêsanî serê xwe ji rejîma Baasê re netewîne. Rejîma Baasê xwest ku bi hêzên leşkerî ve berxwedanê bipelçiqîne, bi dehan welatparêzên Kurd kuştin, bi hezaran jî avêtin zindanan. Hê jî, rewşa gelek mirovan ne diyar e û tu agahdarî ji wan nayê girtin. Çalakiyên berxwedanê yên ku li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Efrîn, Kobanî, Amûdê  û li bajarên din yên kurdan derketin holê, nîşan dide ku rojên dawîlêanîna rejîma Baasê nêzîk dibe. Ji aliyê îstîxbarata Sûriyê (El Muxaberat) ve revandin û kuştina oldarê welatparêz Şêx Maşûq Xiznewî bû dilopa dawî. Bi sed hezaran kes beşdarî cenazeyê Şêx Maşûq bûn. Rejîma Baasê ya Sûriyê, weke nîrê melayên Îranê, di qada navneteweyî de her ku diçe tenê dimîne, di encama zêdebûna zixtan, di hinek waran de gavan bi şûn de davêje. Ev rewş, cesaretê dide gelê me yê vî perçeyî û hêzê dide têkoşîna wî.

Kurdistana Bakur bû qada şerekî dijwar yê wêranbûnê

Pêvajoya ku li Kurdistana Bakur heyî, pêvajoyeke ku bi guherandinên tevlihev yên erênî û neyînî de lihevpêçayî û paradoksal e. Divê mirov van guherandinên neyênî, weke du katagoriyan, yên objektîf û subjektîf binîrxîne. Kurdistan bû qada şerekî pir dijwar. Rûxandinên aborî, civatî, demografîk û çanda civatî ku ji ber şerên bi salan domkir pêk hatin, li Kurdistanê guherandinên neyênî yên objektîf in. Divê di vî warî de, lêkolînek berfire û ciddî li ser bingehê rastiya bûyeran bê kirin. Tê pejirandin û bawerkirin ku di nav 20 salên dawî de, 5 hezar gund hatine şewitandin û xerakirin, 4 milyon kes bi darê zorê ji axa xwe hatine koçberkirin, di seranserê şer de bi şewitandina daristanan û karanîna çekên kîmyayî ve bi hawekî balkêş xwezaya Kurdistanê hatiye xirakirin û di warê civatî de jî pirsgirêkên mezin derketine holê; asîmlasyon û bişaftin dijwartir bûye, bi gelemperî mîzana aboriya civatî ya civata Kurd xera bûye.

Koçberî,  ji gundan ber bi bajaran, ber bi Anadolê û ber bi Ewropa ve pêvajoyeke sê alî ye.  Gelek bajarên Kurdistanê ji ber vê koçberiya ji gundan hatine, nayên nas kirin. Bêkarî, xizanî û pirsgirêkên ku ji ber van derdikevin, rê li ber kaos û  tevliheviyek mezin ya civatekî vekiriye. Di vê demê de, girseyek ji nişteciyên kurdan ku hejmara wan bi milyonan tê ziman, koçberî Anadolê ya Rojava bûn. Derdorên gelek bajarên Tirkiyeyê bi rûniştevanên kurd ve hatine dagirtin. Kurd, li van deveran,  bi diravên herî kêm û di karên giran û herî pîs de tên xebitandin. Dîsa di vê demê de,  tevî gelek kadroyên siyasî  û rewşenbîran jî bi hezaran kes di serî de welatên Ewropayê, mecbûr man derkevin derveyî welêt. Ne tenê mirov ji Kurdistanê zorgeyê koçberiyê hatin kirin, her weha sermaye û kesên pispor û jêhatî (koçberiya mêjî) jî mecbûr hate hiştin ku dev ji welêt berdan. Li Kurdistanê, hewildan û karsaziyên dewletê rawestiyan, her weha gelek ji karsaziyên bi sînor yên cî jî hatin girtin; ticaretê zirarek mezin dît. Di vê pêvajoyê de, li derên ku şer lê hebû, di warê bingehîn yên aborî ya civata Kurd de, di warên çandinî û heywanxwedîkirinê de  derbe û zerarek mezin dît.

Civata Kurdistana Bakur heta salên 1980yî jî, heta radeyekê civateke ku di pêvajoya guherandinê ya ku têra xwe dikir û civateke girtî bû. Tevî ku bazareke kolonî bû jî, bi taybetî di warê çandinî û sewalxwedîkirinê de, bi giranî têra xwe dikir. Şer û encamên wê, siyasetên ku dewletê di wê demê de xistin jiyanê, ew îstîkrara nisbî ya hebû jî xera kir. Aboriya xwezayî, civatî, demografîk û çandî ya civata Kurd birînên mezin xwarin. Bişûndeanîna nişteciyên ku ji Kurdistanê hatine koçberkirin, koçberiya mejî, sermiyan û gelek dînamîkên din ne bê mecal be jî, pirsgirêkeke gelek zahmet e û wê demek dirêj bigire. Demografiya welêt bi dijwarî birîndar bûye. Siyaseta dewletê ya ji bo kavilkirin û bêmirovhiştina gundên Kurdistanê, bi giranî bi ser ket. Di jiyana civatekê de, birîna herî mezin ku nayê girtin koçberiya bi darê zorê ye. Ev rûxandin, di warê civatî, çandî û ehlaqî de çê bûn, rê li ber dejenerasyonê vekir; rûmetên civatê hejar kir; nexweşî û tengezariyeke civatî afirand. Ji nû ve avakirina mîzanên navxweyî projeyên mezin, hewildanên dijwar û demeke dirêj dixwaze.  Asimilasyona ku di van salên dawî de her ku diçe dijwartir dibe, li ser ziman û nasnameya kurdî zerar û tahrîbatên pir mezin çê dike.

Redkirina mîras û meyla ber bi Tirkiyeyîtiyê 

Ji aliyê din ve, di warê subjektîv de jî, di tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de, di salên 1980î de di qada siyasî, îdeolojîk û stratejîk de demeke înkar, mihandin û şûdemayinê dest pê kir; ev pêvajo di salên 1990î de kûrtir bû û heta roja îro jî dom dike. Di vê pêvajoyê de, dev ji gelek nerînên bingehîn, yên ku di salên 1970yan de hatibûn afirandin, hatin berdan. Li gora dîmena gelemperî ya îro, bêyî hinek rêxistinên ku marjînal mane û hinek rewşenbîran, derdora siyasî û rewşenbîrên kurdan bi hawekî vekirî nexwiya ye ku bê çi dixwazin. Gelek kadroyên pêşeng ku di salên 1970yan de, di afirandina nerînên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de xwedî ked bûn jî têde, aliyên berfireh yên siyasî û rewşenbîrên kurd, çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, di nav sînorên Tirkiyeyê (mîsak-î Mill-î) de, weke pirsgirêkeke ”mafên nasname û çandî” dibînin.

Lê derdora siyasî û rewşenbîrên ku serxwebûna Kurdistanê diparêzin ketine rewşeke marjînal. Li gor vê bîr û bawerêyê, pirsgirêka yekîtiya Kurdistanê ji xwe ne di rojevê de ye. Heta di nerîna hinekan de, parastina serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê, ji xwe ji xewn û xeyalperestiyê pê ve ne tiştekî din e. Di bilezkirina vê pêvajoya înkar, mihandin û şûndaçûyîna tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê îro dijî de, tesîr û roleke mezin ya gotarên `komara demokratîk`, `nasnameya destûrî` û `mafên çandî` yên ku ji pêvajoya Îmrali yê ve destpêkir heye. Lê, ev pêvajo ne ji niha ve dest pê kiriye. Tiştê balkêş ev e ku di eslê xwe de, nerînên ew kesên vê pêvajoyê dijîn ku di rû de li dijî pêvajoya Îmrali xwanê dikin û pêvajoya Îmraliyê, di warê siyasî de di yek cihokê de diherikin û dighêjin yek encamê.

Ji xwe ji hêlekê ve daxwaza delweta Tirk jî ev e. Li gora xwe êdî rêyeke `çareseriyê` ya dewleta Tirk jî heye. Ji ber ku, dewleta Tirk, dibêje `ez realîta kurdan nas dikim`, lê, çareseriya pirsgirêkê di nav Misak-î Millî de û di çarçeweya `nasnameya destûrî` û `mafên çandî` ya li gor şîrova xwe dide pêş. Ango, êdî li gora xwe siyaseteke çareseriyê ya dewleta Tirk jî heye! Nerîna `komara demokratîk` bi awakî nû îfadekirina vê siyeseta bihevkelandin û asîmlasyonê ye.

Lê ciyê xemgîniyê dîmena bereya kurd bi xwe ye. Yên ku berê hêzên welatparêz yên Kurdistana Başûr bi ”otonomîperestiyê” rexne dikirin, îroj êdî `otonomiyê` jî realîst nabînin. Ji aliyê din ve hêzên Başûr ku heta salên 1990î otonomî diparastin, îro armanca herî kêm federasyonê dibînin. Ev muqayesa bi xwe jî dide diyarkirin ku bê daxwazên siyasî yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistana Bakur ji ku hatiye ku. Divê li ser sedemên vê yekê baş bê rawestandin. Ew kadro û derdorên bêyî ku lixwerexnegirtinek ber bi çav bikin û li ser navê `realîstbûnê`, pêvajoyeke ewçend guherandinên siyasî dijîn, di bingehê xwe de sedemên hebûna xwe yê neteweyî û siyasî înkar dikin. Redkirina bidestxistin û berhemên ku bi berdêlên giran hatin pêk anîn, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê xistiye rewşeke ku nayê nas kirin.

Netweyê  Kurd çi dixwaze, rêxistinên Kurd pêşerojek çawa pêşniyar dikin, berpirsiyarî û wezîfeyên siyasetvan û rewşenbîrên kurdan çi ne? Di vê pêvajoyê de em tê de derbas dibin de, divê bersîva van pirsan bê dan. Civateke ku daxwazên xwe zelal û vekirî neyne holê, nikare pêşeroja xwe ava bike. Pêşî, divê kurd zanibin bê çi dixwazin.

Nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê îro jî jîndar in

 Di warê siyasî û neteweyî de, heta radeyekê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê kirîzeke kesayetî û nasnameyê dijî. Ji nîvê salên 1980yî vir de, di nerînên bingehîn û rûmetên şoreşgerî de pêvajoyeke hilweşandin, dejenerasyon û înkara mîrasê tê jiyandin. Êdî, peyivandina li ser mijarên weke netewe, welat, serxwebûn, yekîtî, rêxistiniya îlegal, têkoşîna çekdarî, têkoşîna çînî, sosyalîzm, kapîtalîzm-emperyalîzm, hevkariya navneteweyî, di nav derdorek gelek berfireh de, çi bêje bûne mijarên tabû. Tevgera neteweyî ya Kurd ji salên 1980yî vir de  pêvajoyeke guherandina stratejîk dijî. Armancên stratejîk yên netweyê  Kurd, bi demokratîkbûniya Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de bi siyaseta bidestxistina hinek mafên çandî ve tê girêdan. 

Çareserkirina pirsgirêkê ya li ser bingehê cografiyeke siyasî, neteweyî û welatî, her ku diçe tê red kirin. Ji aliyekî ve pevajoya neteweyîbûnê geştir dibe, lêhûrbûna netweyî û siyasî ya civata Kurd berfirehtir dibe; ji aliyê din jî di nav beşekî girîng yê siyasî û rewşenbîrên Kurd de, meyla ber bi `Tirkiyebûyînî` pêş dikeve. Ev pêvajoke paradoksal e. Li gor hinekan siyasetkirina di nav sînorên ku dewletê diyar kiriye, ”siyaseta rasteqîn“ e. Ji aliyê din jî di warê îdeolojîk de rastgêriyeke întensîv serdest bûye. Dewsa hêjayiyên şoreşgerî  înkarkirin, egoîstî, pozbilindî, popilîzm û hwd girtine.

Divê tevger ji vê pêvajoya paradoksal rizgar bibe; di warê siyasî de ji nû ve xwe bipesinîne, armancên xwe zelal diyar bike. Bêyî ku bi siyateke rast mudaxelaya pêvajoyê bibe, ev paradoksala tê jiyandin, xetimandina siyasî û bêçaretî çareser nabe. Heta ev neyê kirin, ji bo pêşerojê jî programek rast nayê çêkirin.

Li gora me, nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê  û armancên wê, di rastiya xwe de îro jî jîndar in. Ew nerîn û armanc rast in û divê xwedî lê bê derketin. Bi vê maneyê, xwedî li nerînên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û ew hêjayiyên şoreşgerî yên ku bi berdêliyên mezin pêkhatine derketin û bi biryar parastina wan yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Ji bona vê yekê jî, pêwistî bi lêhûrbûniyeke siyasî û dîrokî ya berfireh heye. Bi gelemperî, nirxandina sedsala 20an û bi taybetî jî lêhûrbûna derbasbûna nêzîk wezîfeyeke xweser e. Divê xeta û serneketinên sedsala 20an, herweha serketin, destketin, fêrbûn û tecrûbeyên wê bêne ronî kirin. Divê bi alikariya tecrûbeyên sedsala 20an, programa tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya destpêka sedsala 21an ji nû ve bê amade kirin.

Îradeya netweyê  Kurd nakeve bin îpotekê

Eslê pirsgirêkê, pirsa welat û netewe ye

Divê pêşî pirsgirêk serast bê danîn. Li gor me cewher û kakilê pirsgirêkê pirsa  welat û netewe ye. Do jî bingehê pirsgirêkê ev bû, îro jî ev e; heta ev pirsgirêk li gor vê rastiyê neyê çareser kirin, wê sibê jî weha be.

Di vê dema ber bi sedsala 21an de, pirsgirêka kurdî êdî ne tenê pirsgirêka Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê ye; ew pirsgirêkek bi hemî aliyên xwe ve pirsgirêka herêmê û heta bûye pirsgirêkek navneteweyî. Emerîka, Yekîtiya Ewropa, Rûsya û gelek dewlet û dezgehên din aliyên vê pirsgirêkê ne. Di seranserî sedsala 20an de, di qada navneteweyî de, siyaseta çaresernekirina pirsa kurdî desthilatdar bû. Vê gavê jî, yek ji sedemên bingehîn yê vê çaresernekirinê ev e.

Weke netewe û welat, rewşa dîrokî ya kurdan di sedsala 20an de nehatiye guherandin. Kurdistan weke koloniyeke kilasîk ya navneteweyî derbasî sedsala 21an kirin. Neteweyê Kurd bi çar perçeyan ve hate perçe kirin; ji azadî û serxwebûnê bêpar kete sedsala 21an. Netweyê Kurd, bi vê rewşa xwe ve, yek ji wan civatan e ku bi vî awayî derbasî sedsala 21an dibe. Bê guman, ev ne çarenûsiyeke dîrokî ye. Divê Kurd vê rewşa xwe ya dîrokî biguherin û di sedsala 21an de, bi awekî azad û serbixwe di nav civatên azad yên navneteweyî de ciyê xwe bigirin. Ev him mafê gelê Kurd e û him wezîfeyeke dîrokî ye. Herweha, bi ketina sedsala 21an, divê êdî ji pirsgirêka Kurd re di radeya navneteweyî de çareseriyek bê dîtin.

Îro jî armanca me, weke welat û netewe, pêkanîna  rizgariya Kurdistanê û netweyê Kurd e. Dem, dema şoreşa neteweyî û demokratîk e. Di vê pêvajoyê de, divê armanca tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, Kurdistanek serbixwe be.

Bê guman Kurdistana serbixwe ne armanceke ku bi asanî pêk were. Ev dê di rêyeke bi ketin û rabûn ya dûr dirêj de derbas bibe û têkoşînek dijwar jê re divê. Di vê rêya serxwebûnê de, li gor rewş û mercên dîrokî, em dê di gelek rawestek û navqonaxan de derbas bibin.

Weke prensîp, di rêçûyina ji bo armanca bingehîn de tu çareserêyên demî yên weke otonomiya çandî, otonomiya herêmî, federasyon û hwd nayên red kirin. Herweha teva mafên çandî jî tu destketin nayê biçûk xistin, kêm dîtin û red kirin. Ji ber ku her destketin di vê rêyê de pêngaveke girîng e.

Em weke rêxistin, di rewşa îroj de, serxwebûnê armanceke programî dibînin. Em bawer dikin ku bingehê wê yê dîrokî hene û daxwaza bingehîn ya netweyê Kurd jî ev e. Lê di vî warî de xwediyê rastî yê biryarê netweyê Kurd bi xwe ye. Tu rêxistineke siyasî nikare xwe têxe (divê nexe) şûna gel/netewe û programa  xwe jî nikare têxe (divê nexe) şûna iradeya gel/netewe. Gava şert û mercên wê yên dîrokî hatin amade kirin, di rewşeke demokratîk de, wê netweyê Kurd bi rêya referandûmê çarenûsa xwe bi destê xwe ava bike. Ji aliyê din ve, misogerkirin û ji niha de weke şertekî pêşkêşkirina `federasyonê` yan jî rêyek din ya çareseriyê, îpotekkirina li ser îrada gelê Kurd tiştekî nayê pejirandin. Tu qeyd û şerd li ser  mafê netweyê  Kurd yê pêşeroja xwe bi destê xwe tayin kirinê nayê danîn. Li gor me, çareserkirina pirsgirêkê ya dawî, bi avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê mumkun e. Ji ber vê jî, TDK-Tevger, bi awayê programî ve dewleteke kurdî ya serbixwe diparêze.

Bi awakî giştî, mirov dikare bêje ku daxwaza kurdan ya dîrokî û heta ya îro jî ber bi Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî ye. Lê şertên dîrokî dikare bi awayên cihê bê guherandin. Mercên dîrokî, dikarin kurdan di bin sîwana dewleteke neteweyî de bînin ba hev, her weha dikare di her perçeyî de weke dewletên neteweyî yên cihê jî derxîne pêş. Heta şert û merc dikarin federasyonên bi neteweyên ku li Tirkiyeyê Îran, Iraq û Sûriyê serdest in re jî bîne rojevê. Ji ber vê yekê, di têkoşîna ji bona Kurdistaneke serbixwe -û wek armanceke dîrokî welatekî yekgirtî- de, gava şert zorge bikin, em çareseriyên navqonaxî weke federasyon û otonomî jî red nakin. 

Federasyon û otonomî bi rastî jî her yek ji wan çareseriyek demî û navqonaxî ye. Ji ber ku, li cîhanê tecrûbeyên federasyon û otonomiyên ku hebûn nîşan dan ku ew ji bo pirsgirêkên neteweyî ne çareseriyên daîmî ne. Yekîtiya Sovyetan, Yogoslavya,  federasyon û otonomiyên li Ewropa Rojhilat hebûn tenê ji bona demeke taybet, bûn çareserî. Pêvajo ber bi serxwebûnê ye,  ji ber ku daxwazên dîrokî yên neteweyên bindest ber bi dewletên serbixwe ve ye. Ev rewş ji bona Kurdan jî derbas dibe.

Divê mafên kurdên li metropolan dijîn bên garantî kirin

Kurd weke welatê xwe netweyek parvekirî û perçekirî ye. Li dervî axa Kurdistanê jî hejmarek mezin ya rûniştevanên kurd heye. Ji ber şer, bi darê zorê ji ciyên xwe rakirin û li deverên din bi cih kirin, bêmirovhiştina cografya Kurdistanê û koçberiya bi darê zorê ku bûye siyaseta dewletên kolonyalîst; herweha ji ber pirsgirêkên aborî, civatî û hinek sedemên din yên dîrokî, ji Kurdistanê ber bi dewletên cîran ve hertim koçên mezin hatine jiyandin. Îro, di hinek herêm û bajarên metropolan yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye`yê de nifûseke mezin ya kurdan hene. Tevî ku di dest de hejmarên misoger yên îstatîstîkî tunene jî, bi milyonan kesên kurd di serî de li Stenbol, Ankara, Îzmîr, Antalya, Mersîn, Edena, Bûrsa û hwd bajarên mezin li gelek herêmêm Anatolyayê (Tirkiyeyê) belavbûne û li van deveran niştecî bûne. Kurdên Anatolya Navîn, ji wan kurdên ku di nav van dused salên dawî de hatine koçberkirin pêk tên. Heta li hinek herêman piraniya şêniyan ji kurdan pêk tên. Kurd li herêma Behra Sipî, bi taybetî li bajarên wek Îskenderûn, Edene, Antalya di tevayiya şêniyan de xwediyê nifûsek mezin in. Koçberî û bi darê zorê koçberkirin, ji ber şer di salên 1980yî û 1990î de gelekî zêdetir bû. Dewleta Tirk di `siyaseta xwe ya bêmirovhîştina Kurdistanê` de bi giranî bi ser ket.

Bi gelemperî tê zanîn ku kurdên ku li Anatolyayê dijîn, di warê aborî û civatî de di şertên pir xirab, dijwar û giran de dijîn. Lê li van deran jî pirsgirêka bingehîn ya nişteciyên kurdan, nenaskirina nasnameya neteweyî û xwebirênexistinkirina bi nasnemaya neteweyî ye; bêparbûna ji mafên çandî û demokratîk e. Kurdên li van deran bi şertên ku nasnameya xwe ya neteweyî inkar bikin, dikarin ji hinek mafên siyasî û demokratîk  fêde bibînin. Kurdên li metropolan dijîn, ji ber encama siyaseta bişaftin û tirkkirina dewletê, şertên pisîko-civatî ya giran, bi leztir û dijwartir tên bişaftin; ji hêjayî û nasnameya netweyê xwe bi dûr dikevin û di nav piraniyê de dihelin. Ji aliyê din ve, kurdên ku li metropolên Tirkiye dijîn,  komkujî jî di nav de, hergav bi tehlûkeyên ciddî û çavtirsandinan rû bi rû ne.

Divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bona mafên demokratîk û neteweyî yên kurdên li herêm û bajarên cuda yên Anatolyayê dijîn, pêşniyar û çareseriyên berbiçav bikin û her weha xwediyê bernameyek vekirî bin. Li Anatolyayê (Tirkiyeyê) kurd, di nav netewe û kêmeneteweyên jîndar de bûye  kêmenetweyê herî mezîn. Loma jî divê çareseriya pirsgirêkê û bernama wê li ser vî bingehî bê amade kirin. Li Anatolyayê, Kurd kêmeneteweyek mezin e. Bi vê maneya, pirsgirêka Kurd, her weha di warê coxrafîk de jî pirsgirêkeke bingehîn ya Tirkiye ye. Peyman û belgeyên navneteweyî ji bona kêmeneteweyên din çi mafan nas dikin, divê ji kurdan re jî ew maf bên nas kirin. Ev jî, di rewşa kêmeneteweyan de çareseriya nasîna mafên demokratîk û neteweyî ye. Mafên demokratîk û neteweyî yên kurdan û kêmeneteweyên din, divê di serî de bi destûra bingehîn û bi qanûnan bê parastin û di jiyanê de jî bê bi kar anîn. Li ser bingehê pejirandina hebûna cihêtiya neteweyî, olî û mezhebî, parastina mafên wan û di pratîkê de pêkanînên wan mafan; ji nû ve hûnandina dewletê ya li ser asasê demokrasiyeke berfireh pêdiviyeke dîrokî ye.

Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên li Anatolyayê dijîn, çi berê û çi jî îroj di tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de xwedî cih û roleke taybetî ne. Bê guman, wê di pêjerojê de jî cih û roleke wan ya taybetî hebe. Di destpêka sedsala 20an de Stenbol, navendeke girîng ya siyaseta tevgera neteweyî ya kurd bû. Mirov dikare bêje ku tovê tevgera neteweyî ya modern ya kurd li vê derê hate avêtin. Piştî salên1960an jî, Stenbol, Anqere û hinek bajarên metropolê yên din, di rêxistinkirina demokratîk û siyasî ya kurd de, di warê çapemenî û weşanê de, di amadekirina kadroyan de û hwd di gelek waran de, xwediyê ciyekî taybetî bûn. Îro jî girseyek mezin û berfireh ya siyasî û rewşenbîrên kurdan li wir heye. Herweha, di vî warî de jî, divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bona herêmên metropolan bernameyeke nû amade bikin.

Kurdistana yekbûyî armanceke dûr û dirêj e

Kurd, civateke dîrokî ye ku di rewş û mercên kolonyalîtiyê de, pêvajoya netewebûniyê dijî. Kurdistan welatek e ku bi darê zorê bi çar perçeyan hatiye par ve kirin; Kurd jî neteweyek e ku bi zorê hatiye perçe kirin. Di nav perçeyan de, cudayiyên aborî, civatî, siyasî û heta ziman û çandî jî hene. Ji ber vê parvekirinê, têkoşîna siyasî jî bi awe û sewiyeyên cuda tê domandin. Kurdistana Başûr di rastiyê de ber bi dewletbûnê ve diçe; lê kurdên perçeyên din hêjî ji mafên herî basît û xwezayî yên mirovayetiyê jî bêpar in. Di vê rewşa dîrokî ya heyî de, ji ber vê rewşa perçebûyî ya netewe û welêt, di programa rêxistinên siyasî de, bi giranî meyla ku her perçe pirsgirêkê di nav xwe de çareser bike tê dîtin. Ev jî teqabulî lêgerîna li her perçeyî dewleteke serbixwe, federasyon yan jî otonomiyê dike. 

Rewşa perçebûniyê, rastiya welatbûniyeke dîrokî ya Kurdistanê di Rojhilatanavîn de ji holê ranake. Kurdistan, dîrokî jî welatê kurdan û gurûbên etnîkî yên li ser vê axê dijîn e. Yekîtiya Kurdistanê û kurdan mafekî dîrokî, neteweyî, siyasî û dadmendî ye. Ev ne bi tenê ji bona kurdan û welatê wan e, mafekî xwezayî yê her gelî û neteweyî ye. Ji ber vê yekê jî em mêldar û dilxazên yekîtiya hemû gel û welatên perçebûyî ne.

Yekîtiya Kurdistanê û netweyê Kurd ne bi tenê mafek e, herweha ji bona kurdan armancek e jî. Pirsgirêk, pirsgirêka ku wê ev maf çawa bê xebitandin û bi çi awayî bighêje vê armancê. Ji ber vê jî, pirsgirêka yekîtiya Kurdistanê, divê weke aramceke ji armancên dûr yê programa tevgera neteweyî û demokratîk bê dîtin. Pêkhatina vê armancê, bi rewşên dîrokî û di wan rewşên dîrokî de bi îradeya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Yanî, pirsgirêka pêkanîna yekîtiya kurdan weke welat û netewe pirsgirêkeke demeke dirêj ya dîrokî ye. Îstiqameta vê pêvajoyê, bi rewşa têkoşîna kurdan, bi hêz û hestê hundurî yê civata kurd, bi bandora derve û bi awakî giştî, bi rewşa navneteweyî ve girêdayî ye. Pirsa yekitiyê, encax piştî rizgarkirina du perçeyan dikare were rojevê.

Yekîtî û hevkariya nav rêxistinên kurdan yên her çar perçeyan

Yekîtiya Kurdistanê xewneke mezin ya bêdawî ya kurdan e. Her ku kurd jiyana azadî û serbixwe bi dest bixin, wê ev daxwaz jî mezintir bibe. Wezîfeya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê vê daxwazê zindî bihêle, pêş ve bibe û ji niha ve ji bo pêkanîna şertên dîrokî yên yekîtiyê bixebite.  

Ev jî, ji niha ve bi rêvebirina siyaseta nava rêxistinên kurdan yên her çar perçan ve girêdayî ye. Ji bo avakirina şertên yekîtiyê yên dîrokî, awayê girêdana têkiliyên rêxistinên her çar perçeyan, siyaseta yekîtî û hevkariyan, him ji niha ve û him jî di pêşerojê de, pir girîng in. Berya her tiştî, divê yekîtî û hevkariyên di nava rêxistinên her çar perçeyan de, weke têkiliyên nava hêzên demokratîk û welatparêzên yek neteweyê bê dîtin. Pêwist e ku ev têkilî, li ser bingehê biratî, yekîtî, hevkarî, ji zor û zordariyê dûr; têkiliyên li ser asasê rexnekirin û xwerexnegirtin yên demokratîk û dostane bin. Divê pirsgirêk û dijayetiyên hundurîn bi rêyên aştiyane û demokratîk bêne çareserkirin. Pevçûnên hundurîn û şerên biratiyê bi carekê ji holê bê rakirin û qedexekirin; di vî warî de, divê biryarên pirensîbî bên girtin. Di rastiya xwe de, divê qanûneke neteweyî ku têkiliyên rêxistinên demokratîk û welatparêz yên her çar perçeyan sererast bike bê amade kirin û ji gengeşîkirina  hemî rêxistin û raya welatparêz ya kurd re bê pêşkêş kirin. Bi vê ve girêdayî, pêwistî bi avakirina rêxistiniyeke ku têkiliyên her çar perçeyan sererast bike, li çareserkirina pirsgirêkan bigere, pêşniyaran pêşkêş bike û vatiniya şêwirdariyê pêk bîne jî, heye.  Awayê avayiyeke weha, berpirsiyariyên wê, bikaranîna wê û hwd di encama hevdîtinan de û bi lihevkirinek hevbeş tê zelal kirin.

Ya girîng ew e ku li gor armancan hilbijartina navgînan e

 Divê têkiliyên navbera armanc û rê û navgînên digehîjîne armancê rast bêne têgihîştin. Armanc rizgarkirina netweyê Kurd e. Tespîtkirina rê û awayê pêkanaîna vê armancê girîng e û pirsgirêkeke ku ji berê ve li ser tê gotûbêj kirin. Rêxistiniya veşartî, şerê çekdarî yek ji van rê û navgînan e. Di vî warî de, berê çewtiyên girîng hatin kirin. Di warê rêxistinî û awayên têkoşînê de lênerînên sivik hatin parastin, rêxistiniya veşartî û şerê çekdarî hatin fetîşe kirin. Îro jî di vî warî de sergêjiyek tê jiyandin û hinek alî di nav şaşiyan de ne.

Rêxistinî yek ji mafên bingehîn e ku dev jê nayê berdan. Rêxistinî ji bona gihîştina armancê yek ji navgînên bingehîn e. Ji bona bindesthîştina gelek, neteweyek, civatek, gurûbek û hwd rêya herî kin û serketî ji destgirtina mafê rêxistiniyê ye. Ji ber vê yekê ye ku ji berê heta îro siyaseta qedexekirinên ku ji aliyê dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst ve li ser netweyê Kurd tên bikarhanîn de, ya  pêşî qedexekirina rêxistiniyê tê. 

Lê, mafê rêxistiniyê ya tu civatan nikare bê rawestandin. Yên ku azadiya rêxistiniyê ji destên wan tê girtin, zorgeyî rêyên din dibin.  Ji ber ku li dijî qanûnên rejîmê ye, jê re `rêxistiniya îlegal` (rêxistiniya neqanûnî) hatiye gotin.

Kurdan, li ser bingehê nasnameya xwe ya neteweyî şertên rêxistiniyeke azad û demokratîk nedîtine. Dewletê, tim wan ber bi rêxistiniya `îlegal` dehf dane û heta wan zorgeyî vê yekê kirine. Yanî, rêxistiniya veşartî, ne rêyeke ku kurdan bi daxwaza xwe serî lê daye; lê tenê ev ji wan re hatiye pêşkêş kirin. Kurd bi gelemperî, heta îro bi awakî veşartî birêxistin bûne. Ji ber vê jî, kes nikare ji bona ku kurdan xwe bi awakî weşartî birêxistin kirine, gunehkar bike, Her tiştê ku ji zorgeyî pêkhatibe aliyekî wê yê kêm heye. Bê guman, metirsî û hinek encamên ji ber rêxistiniya veşartî ku ji ber zorgeyiyê pêk hatiye jî derdikevin hene. Ji bona ku kurdan xwe bi awakî veşartî bi rêxistin kirin, şaşî nekirine; ji ber ku rêyek din ya ku hilbijêrin ji wan re tunebû. Lê belê, gava rêxistiniya îlegal, di nava xwe de bi `rîxistiniyek veşartî` ya qebe ve hate guhestin; rewş bi awakî neyînî bûye rewşeke ciddî. Ji xwe rêxistiniya veşartî, rêxistineke ku mekanîzmên demokratîk pir bi hindikî tê xebitandin û ji kontrola derve û çavdêriyê re girtiye. Ger ev bi awakî dijwar bê jidandin û fetîşe kirin, wê ew xebitandina nisbî ya demokratîk jî bi tevayî ji holê bê rakirin. Berê, di nav tevgera neteweyî û demokratîk de xeletiyên weha  hatin jiyandin. 

Di vî warî de, divê mirov xwediyê helwesteke prensîbî be. Tevî hemû encamên metirsiyan jî, ji bingeh de redkirina rêxistiniya îlegal ne rast e. Yek jî, ji xeletiyên ku îro tê kirin ev e. Gelek kadroyên kevn yên ku ji rêxistiniyên veşartî hatine jî di nav de, derdorek berfireh hema çi bêje serkaniya hemû xirabiyan, rêxistina îlegal dibînin. Heta, hinek kes hene ku ji bona xebata demokratîk ya hevbeş, ji kadirên ji kevneşopiya rêxistinên veşartî tên re sînoran datînin. Lê belê damezrêner û serkaniya herî mezin ya potansiyela neteweyî û demokratîk ya îro rêxistinên kurd yên îlegal bi xwe ne.

Bê guman rêxistiniya veşartî ne mutleq e. Ev, bi dem û rewşê ve girêdayî ye. Di hinek dem û rewşan de, tu nikarî ji rêxistiniyên veşartî bireve. Dewlet û avayiyên ku bi salan vekirî xebitîne dahî, di hinek şert û mercên taybetî de, neçar dimînîn ku hinek xebatên xwe veşêrin. Di rêxistiniyên weha de, ya girîng ew e ku bi dijwarî hewl bê dan ku mekanîzmên demokratîk bêne xebitandin, çavdêrî û kontrol bê pêk anîn,  riya rexne û xwerexnekirinê vekirî bê hîştin. Di rêxistinên ku mekanîzmeyên demokratîk naxebite de, her ku diçe îlegalîteyeke req û hişk desthilatdar dibe, desthilatdariya biryar û gotinê, di destê kesekî ya jî hinek kesan de dicive: di şûna têkiliyên rêxistinî de têkiliyên şexsî û  tarî cîh digrin; di dawiya dawî de avayiyên xerîb û ecêb derdikevin holê.

Têkoşîn bi her awên xwe ve pêvajoyeke jîndar e

 Di warê awayên têkoşînê de jî weke do îro jî çewtî tên kirin. Jiyan jîndar e, civat dînamîk e, pêşketinên dîrokê bi çivonek in. Ti navgîn û awayên têkoşînê tuneye ku li her dem û di her rewşê de hertim bê bi kar anîn. Yên ku navgîn û awayên têkoşînê destnîşan dikin şertên dîrokî yên wê pêvajoyê ne. Ev li gor deman û civatan cudabûn nîşan dane. Di nav van cudabûniyan de, di seranserê dîrokê de gelek awayên têkoşînê, gelek awayên li ser bingehê zor û şidetê, herweha  şerê çekdarî, bi berfirehî serhildanên civatî, berxwedanên pasîf, têkoşînên demokratîk û bêhejmar awa û navgînên dewlemend yên têkoşînê hatine bi kar anîn. Şerê çakdarî tenê yek ji van awayên têkoşînê ye.

Weke rêxistiniya veşartî, di warê awa û navgînên têkoşînê de jî  kurd tim zorgeyî awayê li ser wan hatiye ferzkirinê bûne. Kurd di dawiya sedsala 19an û  di seranserê sedsala 20an de tim ketine nav tevgerên berxwedanên çekdarî. Gava mirov sedemên wan vedikole, siyaseta zorgeyî ya dewletên kolonyalîst derdikeve pêşiya me. Kurdan bi azadî rêya têkoşîna çekdarî hilnebijartine, ew tim hatine zorge kirin. Kurd ji ber xwedînebûna rewşa têkoşîna demokratîk û qanûnî, ji bona bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk û ji aliyê din ve, ji bona xwe parastina  li hember êrîşkariyên dewletên kolonyalîst serî li şerê çekdarî dane. Di vê çarçovê de, di têkoşîna azadiya xwe de ji bo ku gelê Kurd neçarî şerê çekdarî bûye; ev yek meşrû ye û mafê gelê Kurd e. 


Bê guman, awayên têkoşînê yên li ser asasê zor û zordariyê, bi gotina rojane şerê çekdarî, qet ne rêyeke têkoşînê ye ku li gor kêfa dilê yekî be. Pêwist e ku berî biryardayînê li ser pir baş bê rawestandin û encamên wê baş bê hesab kirin. Ji ber ku têkoşîna çekdarî ji bona civatekê mirin, hêstirên çavan û malkambaxî ye. Hele biserneketina têkoşîneke çekdarî, ne tenê bi tiştên madî; herweha di jiyana manewî ya civatê de jî birînên gelekî kûr û rûxandinên malkembax vedike. Îro civata Kurdistana Bakur vê rastiyê heta muyê serê xwe his dike.

Bê guman, divê em di rêyên têkoşînên yên demokratîk û aştî de bi biryar bibin. Lê, teva hemû zahmetî û encamên wê yên neyînî jî eger ji neçarî weke alternatîfek dawî derkeve pêşiyê, şerên çekdarî di qada prensîbî de nayê red kirin jî. Ji ber ku di bin hinek rewşên taybetî de, ji neçarî  têkoşîna çekdarî dikare xwe bide ferz kirin; her weha di warê siyasî û dadmendî de, aliyê wê yê mafdarî jî heye. Di gelek belgeyên navneteweyî de û di vê navberê de, di beyannameya mafên mirov de ciyê vê yekê heye. Li gora vê, civatek ku di bin darê zordariyê de be, ger bi rêyên dadmendî û demokratîk nikaribe mafê xwe bi dest xîne, ji bona bidestxiastina mafên xwe, li dijî rista karbidestan mafê wan yê serîhildanê heye.

Têkoşîna çekdarî awayekî şer e. Weke ku tê zanîn şer, bi rê û pergalên cuda berdewama siyasetê ye. Sedem û mantiqên şerên nav dewletan jî ev e. Çawa ku dadmendîiyeke şerên nav dewletan hebe,  ji bona civatên bê dewlet jî, di rêya li mafgerînê de bikaranîna zorê jî bingehekî  wê ya siyasî, dadmendî û felsefeyî heye. Tenê bi şeran çareserbûniya hinek pirsgirêkên mezin rastiyek jiyana dîrokê ye. Devera ku dawî li gotinê tê, çek dipeyivin. Heta carna aştî tenê dikare bi şer ava bibe. Her weha parastina têkoşîna çekdarî, nayê wateya ku divê hitilmitil tu wê têxîne jiyanê. Paşê, têkoşîna çekdarî nayê wê maneya ku divê tu hema rahêle çekan û derkeve serê çiyan. Cîhan, ne cîhana kevn e, Kurdistan jî ne Kurdistana kevn e. Awayê têkoşîna çekdarî ya kilasîk di roja me de, zêde tiştekî îfade nake. Pêşketina teknolojiyê, awayên şerê gerîla yê kilasîk, şerê gel, stratejiya şer ya ji gundan ber bi bajaran ve bê tîn û tesîr hîştiye. Loma jî divê têkoşîna çekdarî di roja me de ji nû ve bê nîrxandin. Di şertên roja îroyîn de, kiryarên siyasî yên neqanûnî û di şert û mercên çalakiyên ku bikaranîna zorê derdixîne pêş, divê di vî warî de bên nîrxandin. Li gel vê pêwist e ku têkoşîna çekdarî ya parastina meşrû û rêya li mafê xwe gerandinê, bi kiryarên terorîstî neyên têkil hev kirin. 

Têkoşîna çekdarî pirsgirêkek mezin e; rêyeke ku berpirsiyariyên dîrokî jê tê xwestin; qet ne li gor dilxwestinê ye. Ji bona ku gurûbek, rêxistinek, partiyek tenê bixwaze, têkoşîna çekdarî nayê dest pê kirin. Dijmin, dikare civatek û rêxistinên wê yên siyasî zorgeyî  têkoşîna çekdarî bike, heta ji bona vê dikare provakasyonan jî amade bike.  Şer di heman demê de, mêzîna hêzan e jî. Bi vê maneyê, şer hostayiyek e. Şerê çekdarî bê guman ji bona serketinê ye, şerê ku mehkûmê wendakirinê ye û dawiya wî ji serîde xwanê ye, bi tenê kêrî dijmin tê.

Pêdiviya bi partiya demokratîk ya neteweyî

Di şert û mercên îro de, ev bêçaretiya siyasî tenê bi rêya rêxistîniya veşartî û têkoşîna çekdarî ya klasîk ve nayê çareser kirin. Di rewşa niha de şertên vê yên navxweyî û derve tunene. Kurdistan êdî ne Kurdistana berê ye. Civata Kurd li gora 20 sal berê, di warê siyasî, aborî, civatî, demografîk de, li cihekî gelek cihê ye. Bi vê ve girêdayî, tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê jî pêvajoyeke nû dijî; tevger jî ewçend piralî bûye û bûye xwediyê potansiyelek berfireh, ku êdî di tixûbên rêxistiniya veşartî de nikare bê sînor kirin. Li gor rewşa îro û pêşketinên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê, di warê têkoşîna eşkere û demokratîk de, pêwîstiya kurdan ji her demê bêtir bi nasnameya neteweyî xwe birêxistinkirinê û geşkirina têkoşînê ya li ser vî bingehî heye. Ango, di vê pêvajoya îro de, divê kurd bi daxwazên rojane dest pê bike, heta bigehêje armancên pêşerojê, di her warên jiyanê de, bi nasnameya xwe ya neteweyî tev bigere, li ser vî bingehî xwe bi rêxistin bike; her desketinên xwe çi li Turkiyeyê be, çi jî di qada navneteweyî de be bigehîne statuyeke eşkere û dadmendî.

Ji bo kurdan, rêxistiniya vekirî û têkoşîna demokratîk nayê maneya rêxistinî û têkoşîna li gor qanûnên hene. Berevacî wê, divê ev weke rêxistinî û têkoşîneke ji çarçeweya huqûqa heyî der; li ser bingehê nenaskirina qanûnên hene, îhlalkirin û bêkêrhîştina wan qanûnan, bê fêm kirin. 

Bê guman di rewşa îro ya Tirkiyeyê de, ne hêsan e ku kurd li ser bingehê nasnameya xwe ya neteweyî, xwe birêxistin bikin. Di serî de destûra bingehî, huquqa dadmendî ya Tirk, qanûn û biryarnameyan û pêkanîna wan, rê û destûrê nade vê yekê. Lê, mafê civata Kurd yê herî pêşî, mafê rêxistiniyê ye. Di serî de mafê rêxistiniya siyasî, divê Kurd di her warên jiyana civatî de, bi nasnameya xwe ya neteweyî xwe bi rêxistin bike, dezgehên xwe ava bikin û bingehên wan yên neteweyî, siyasî û huquqî pêk bînin. Pêvajo vê pêdiviyê derdixîne pêşiya me. Ev, têkoşîneke li hemberî rista huquqa kolonyalîstiyê ye û bi kêmanî bi qasî têkoşîna çekdarî zor e û fedekarêyê dixwaze. 

Di pêvajoya îro de, xebatên demokratîk, vekirî û çandî yên ku li ser bingehên bajaran tên kirin girîngtir bûne. Bi vê vateyê pêwîstî bi rêxistinbûniya, pêkanîna rê û navgînên bi bandor û girseyî yên civatî heye. Pêkhatinên aborî, civatî, demografîk û hwd yên li Kurdistanê tên jiyandin jî vê yekê zorge dike. Bi darê zorê be jî, êdî civata kurd bûye / kirine civateke bajarî. Pêşketinên li Tirkiyeyê û cîhanê jî girîngiya rê û navgînên bi vî awayî yên têkoşînê pirtir kiriye. Ji bona ku mirov bikaribe ji vê rewşa nû fêde bike, divê mirov navgînên nû yên li gor pêvajoyê ne, biafirîne. Her weha, pêwistiyek mezin bi partiyeke vekirî ya demokratîk û neteweyî ku daxwazên neteweyî û demokratîk yên netweyê Kurd armanc digre; ji rastiya welêt û netweyê  tawîz nade heye. Tevî astengên qanûnî yên girîng jî,  şertên avakirina partiyek weha heye. Civata Kurd xwediyê potansiyel û stewandineke berfireh ya neteweyî û demokratîk e ku dikare partiyeke weha bide jiyandin. Divê di serî de, bi rêyeke weha mirov mudaxeleyî pêvajoyê bike. 

Ev rêyeke ji rêyên ku dikare siyaseta nû ya dewleta veşartî ya li dijî tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê stewr bihêle; bandora PKK û berdewama wê ya di warê legal de li ser xelkê bişkîne û potansiyela neteweyî û demokratîk ya dorpêçkirî ber bi armancên rast ve biherikîne. Her weha, divê bê qebûl kirin ku partiyeke weha ne navgînek e ku hinek derdor bixwazin ji bo bibin parlamenter, serokê belediyê û hwd bixebitînin; ev partiyek bi rastî ya têkoşînê ye. Partiya neteweyî û demokratîk divê bibe partiyeke ku daxwazên bingehîn yên gelê Kurd program kiriye û xwe sipartiye hêjayiyên demokratîk û neteweyî yên hevbeş. Divê partiyek weha li hember her awayên ji der ve birêvebirinê be, bi hestên xwe tevbigere, bi şexsiyet û serbixwe be.

Di van salên dawî de, di vî warî de lênêrîn û gavên girîng hatin avêtin. Di rewşa niha de, lênêrîna partiyek bi nasnameya kurdî û vekirî ji aliyê derdoreke berfireh ve tê pejirandin û parastin. Di bingehê xwe de, di warê lênêrînê de bingehê partêyek weha çêbûye. Di vî warî de hinek gavên pratîk jî tên avêtin. Lê ev xebat têr nakin, divê hewildanên fikrî û pratîk yên di vî warî de bighêjin hevdû. Rêya mudaxeleya pêvajoyê û pêşî li ber xetimandina siyasî vekirinê, li ser bingehekî weha bi hatina hêz û aliyên ji derveyî xeta Îmraliyê bê ba hev û bi tevgereke hevbeş, mumkun e.

Partî û rêxistinên vekirî yên ku hene weke objektîf avayiyên kurd in, ji ber ku bingehên wan yên civatî  potansiyela neteweyî û demokratîk ya kurd e. Di vê çarçovê de, tevî rexneyên nasname û programa partiyê jî, weke HAKPAR yekbûniya herdu partiyan, em gaveke girîng dibînin. Lê, ji bo ku wan xwe wek `partiya Tirkiyeyê` bi nav kirine û daxwazên bernameyên wan, ew nikarin bersîva daxwazên rastî yên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd bidin. Ev yek ji nakokiyên jîndar ya pêvajoyê ye. Di kevneşopiya siyaseta kurd ya legal de, divê pêvajoya HEP, DEP, HADEP, DEHAP û bi gelemperî xebatên partiyên legal bi awakî birfireh bên nîrxandin, ji şaşî û kêmasiyên wan ders bên derxistin; aliyên wan yên erênî û serketî jî, ji roja îroyîn re bên bikaranîn.

Hinek alî, di pirsgirêka partiye vekirî de, `jêrnasnametiyê` û `hinek mafên çandî` têr dibînin. Ev derdorên ku di nav sînorên ku dewletê cixêz kiriye tevdigerin, di eslê xwe de potansiyela neteweyî û demokratîk, bi siyaseta dewletê ve girê didin. Hinek derdorên siyasî jî, bi helwesta weke daxwazeke misoger programkirina federsyonê, pêşeroja netweyê Kurd ji niha de dixin bin îpotrkê.

Di pêvajoya îro de, pêwistî bi partiyek neteweyî û demokratîk ya vekirî ku karibe li ser pişkên hevbeş û li ser bingeheke potansiyela berfireh, bê ku bi armancên stratejîk yên dema dirêj yên tevgera neteweyî û demokratîk ters bikeve, heye.

Yek ji astengên mezin yên pêşiya partiyek kurd ya vekirî jî, sistema benda %10 e. Ev benda ku ji ber pirsgirêka kurd hatiye danîn, pirsgirêkeke gelek partiyên sermayedar yê Tirkan e jî. Hinek partiyên siyasî ku nedixwestin vê bendê biguherînin, bi xwe ketin tora vê bendê, hinek ji wan li derveyî parlamentoyê man, hinek ji wan jî, ji jiyana siyasî wendabûn. Ew gotina ”Tu çi biçîne, tê wî hilîne!” bi vî awayî kete jiyanê. Tevî pirsgirêka bendê, li pêşiya partiyek vekirî ku nasnameya kurdî bingeh digire gelek asteng û armancên din hene ku divê li dijî wan têkoşîn bê dan û bêne guherandin. Xalên destûra bingehîn yên di warê  partiyên siyasî, sonda parlamenteran û hwd  ji bo kurdan asteng û pirsgirêkên girîng in.

Sosyalîzm nerîneke cîhanî ye

Di salên 1970 – 1980an de nêzîka tevayiya rêxistinên kurdan sosyalîzm wek nerînek cîhanî dipejirandin, ya jî bi kêmanî tercîhên xwe li vî alî dikirin. Lê, di  warê sosoyalîzmê û `welatên sosyalîst` de nerînên wan cuda bûn. Li ser vê bingehê, mirov dikare bêje ku sê xet li Kurdistana Bakur hebûn. Xeta Sovyetê, xeta Çînê – Arnawudê û xeta serbixwe. Cudahiya nerînên rewşa navneteweyî û mijara sosyalîzmê, di nav tevgera neteweyî û demokratîk de bûbû yek ji bingehên cudabûniyan. Heta van nerînên req, dogmatîk û pêgirtiya bi navendên navneteweyî, di nav rêxistinan de dibû sedemê dijminantî û heta pevçûnê jî. 

Tevgera neteweyî û demokratîk, di vî warî de û bi gelemperî di warê îdeolojîk de pêvajoyeke guherandinê ya girîng buhurand û ev pêvajo hê jî dom dike. Di vî warî de, ew pirsgirêkên ku di salên 1970 -1980yan de dihat gotûbêj kirin û dibûn xalê cudabûniyên bingehîn îro êdî ne li rojevê ne, tiştek ji van cudabûniyên sûnî nemane.

Du aliyên vê guherandinê hene; aliyê erênî û aliyê neyênî. Aliyê erênî  rizgariya ji pêgirêdaniya navendên îdeolojîk yên navneteweyî, devjêberdana nerînên dogmatîk, li ser bingehekî rasttir têgihîştina rewşa cîhanê, bi awakî objektîf nirxandina di cîhanê de cihê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ye. Hilweşandina Yekîtiya Sovyetê û sosyalîzma reel, yek ji buyerên geşkirina vê pêvajoyê ye. Bi vê û guherandin û pêşketinên din yên li cîhanê ve girêdayî, tevgera neteweyî û demokratîk her ku çû bêtir naverokeke Kurdistanî  girt.

Lê, aliyekî neyênî ya pêvajoyê jî heye. Berya her tiştî pêvajoya guherînê li ser bingehekî  xweş çênebû. Ev pêvajo, di eniyeke berfireh ya siyasetê de, bi awakî gelemperî bi redkirina sosyalîzmê dawî bû. Yên ku stratejiyên xwe yên şoreşê li gor navendên navneteweyî avakiribûn, ji ber dûajoyiya Çîn –Sovyetê hevdû dijmin diyar kiribûn û heta yên ku li ser navê sosyalîzmê `perçe fedayî tevayê dikirin` bê ku tu nirxandin û rexnelixwegirtineke berbiçav bikin, li ser bingehê înkarkirina derbasbûniya xwe bi lez hatin guherandin. Hema bêje sedemê serkaniya hemî kêmasî û çewtiyan sosyalîzm hat dîtin. Ev jî her ku çû bi dijminantiya sosyalîzmê ve hat guhestin û peyvên wek kapîtalîzm, emperyalîzm, hebûna çîn û tebaqeyan, têkoşîna navbera çînan, kedxwarî, hevkariyên navneteweyî her ku çû ji nav lîteratûra siyasî wendabûn.

Piştî rûxandina sosyalîzma reel, ev pêvajoya guherandinê bi lez, hê jî li seranserî cihanê dom dike.  Sosyalîzmê di çapa cîhanê de derbeyek giran xwariye. Di gelemperiya cîhanê de, di warê ideolojî de rastgêrî bi ser ketiye. Di jiyana civatan de li derveyî sermayedarî û hêjayiyên sermayedariyê rêyek din nehatiye hîştin; sermayedarî weke alternatîfek yekta tê pêşkêş kirin. Tevî vê, di cîhana yekserî de, wendabûyîniya hêjayiyên sosyalîzmê, li dijî rista sermayedarî-emperyalîst de mirovan ber bi lêgerîna rêyên din ve biriye. Bi awakî giştî, sedemê li seranserî dinyê geşbûna neteweyetî û olperestî û bi taybet jî geşbûna radîkalîzma oldarî li cihana îslamî ev e.

Sosyalîzm,  pejirandineke îdeolojîk û sîstemeke ramanê ye, nerîneke cîhanî ye. Îro ji çav ketibe jî, sosyalîzm wek sazûmaneke civata pêş, di pêşeroja mirovatiyê de li hemberî sermayedariyê rêya rizgariyê ye. Sermayedarî, ne sazûmaneke ku mirovan bigehîne rizgariyê. Vê pêvajoya yekserî ya li cihanê wê rojekê berevajî bizîvire. Ev tişt ji bona Kurdistanê jî weha ye. Di roja me de yên ku sosyalîzmê diparêzin di rewşek marjînal de ne. Lê, tevî hemî nehêniyan jî tevgera sosyalîst, wê ji nû ve bi hêz bibe, wê di pêvajoya rizgariya neteweyî de û pişt re jî wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bîne. 

Pirsgirêkên sosyalîzmê pirsgirêkên gerdûnî ne. Çareseriya van pirsgirêkan wê demeke dirêj bigre. Sosyalîzm, di welatekî kolonî weke Kurdistanê de ne pirsgirêkeke roja me ye. Pirsgirêkên gerdûnî yên sosyalîzmê, ne pirsgirêkên me yên acîl in. Lê ev nayê maneya ku pirsgirêkên sosyalîzmê me girê nade, berevajiyê wê, sosyalîstên Kurdistanê jî aliyekî vê pêvajoyê ne. Di roja me de, di warê îdeolojîk de derketina li hemberî pêşketinên rastgêriyê û helwestgirtina îdeolojîk ya li dijî mêldariyên dijminantiya sosyalîzmê, wezîfeyek e ku pêvajo li ser sosyalîstan ferz dike. Çi bigre rastiya hebûna çînan û têkoşîna nav çînan tê red kirin. Di şûna ku di civata Kurd de her çîn û kat rêxistina xwe ya siyasî ava bike, modela rêxistiniyek ku `civatek bêçîn, bêîmtiyaz, bihevkelandî` dipejirîne, derdixîne pêş. Bi hindikayî di warê îdeolojîk de divê li hember pêşketinên weha têkoşîn bê dayin. Weka her civatê, civata Kurd jî, ji çîn û tebeqeyên cihê pêk hatiye. Berjewendiyên her çîn û tebaqeyî ji hev cihê ne, loma jî hebûna rêxistinên çînî û civatî yên cûda gelekî xwezayî ye û pêwîst e.

TDK – Tevger, weke lênêrîna cîhanî sosyalîzmê diparêze, xwe wek tevgerek demokratîk, welatparêz û sosyalîst rave dike. TDK – Tevger, bi vî awayê xwe avayiyeke siyasî ya li gor vê pêvajoya dîrokî ya Kurdistanê ye; tevgerek e ku di nav de kesên sosyalîst, demokrat-welatparêz bi hev re cih digirin. TDK – Tevger, di rewş û mercên dîrokî yên îro de ku kolonyalîstî serdest e, bîr û bawerêyên wan yên îdeolojîk çi dibin bila bibin, wezîfeya pêşîn ya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê,  rizgarkirina welat û netewe dibîne.

Cîhan di lêgerîna mîzanek nû de ye

Di dawiya sedsala 20an de dinya bû qada pêşketin û guhertinên girîng. Belavbûna Yekîtiya Sovyetê (YS) û “Bloka Sosyalîst” (BS), yek ji van rûdanên girîng e. Piştî belavbûna Bloka Sovyetê, dawî li dema rewşa cîhanê ya navneteweyî ya dûserîtiyê û şerê sar hat. 

Îro li cîhanê rewşek nû ya nevneteweyî tê jiyandin. Di vê pêvajoyê de, cîhan di rêgehek yekserî de, di nav lêgerîna mîzaneke nû de ye. Di vê rewşa nû de rista sermiyandar-emperyalîst, li tevaya cîhanê xwe bêalternatîf dibîne. Dewletên Yekbûyî yên Emrîka (DYE) ya ku serê ristê dikişîne, di vê cîhana yekserî de, bi armanca siyasetayek desthilatdariya xwe serdest bike dixebite ku Rista Cîhana Nû bi cîh bike. Ji aliyê din ve li gor giraniya xwe, welatên mîna Yekîtiya Ewropayê (YE), Komara Gelê Çînê, Rûsya, Hindistan ku di navneteweyî de her yek navenda hêzeke aborî û siyasî ye, rast û rast, ya jî bi çivkî dixwazin li hemberî vê rawestin. Ev rewş, encama yek ji wan qanûnê esasî yên sermayedariyê, qanûna newekheviya pêşketinê ye.

Tevlî ku şerekî germ yê berfireh nehatiye holê jî hêzên navneteweyî, li ser bingeha berjewendiyên aborî û siysî, cîhan kirine qada şerekî sivik yê ji nû ve parvekirinê. Kaniyên enerjiyê û bi vê ve girêdayî Rojhilatanavîn û Asya Pêşî, di asta herî bilind de bûne qada pevçûnên berjewendiyan. Tevlî globalîzma ku di pêşkêşiya sermiyanê navneteweyî de bi lez pêş ve dikeve, li cîhanê nakokî û pevçûnên navbêna welatên sermiyandar-emperyalîst û navendên hêzên girîng yên din, her ku diçe xurtir dibe. Tevlî ku ne di asta destpêkirina şerekî cîhanî de be jî, vê gavê ev nakokî û pevçûn xwe bêtir weke şerên herêmî û li ser vê bingehê weke pêkanîna hevkariyên navneteweyî nîşan dide. Di demeke nêzîk de, wê diyar bibe ku gelo vê pêvajoya em dijîn bigehêje kîderê, wê rewşa navneteweyî bi kîjan alî ve zelal bibe û li cîhanê wê mîzanek çawa çêbibe. 

Ji aliyê din ve cîhan, bi pirsgirêkên mezin ku nehatine çareserkirin û bi ristek dijwar ya nedadmendî kete sedsala 21an. Li gelek herêmên cîhanê, teva awayên klasîk kolonyalîstî hebûna xwe didomîne. Li Asya, Efrîqa, Emerîka Latînî û gelek deverên cîhanê yên din, gelek gel ji mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bêpar, di bin destan de dijîn. Li welatên cîhanê yên bi şûnde mane de, di warê aborî û civatî, bi berdewamî di nava tengezariyê de ne, her roja ku diçe xwînmijî û xizanî zêdetir dibe. Li ser rûyê cîhanê, bi mîlyaran mirov, di nava birçîbûn û hejariyê de dijîn. Di roja me de pirsgirêk û nakokiya herî mezin ya sereke, nakokiya di navbêna xizanên di nav pencên birçîbûn û rebeniyê de dijîn û dewlemendan de ye. Li Efrîqa û li hinek herêmên cîhanê yên din mirov ji birçîna dimirin. Ji ber afatên xwezayî bi sedhezaran mirov birçî û tazî li ber diwaran dijîn. Li pêş çavên dewletên ku şampiyoniya parastina mafê mirovan û demokrasiyê dikin, tevkujiyên mezin çêdibin. Dîsa pirsgirêk û nakokiya herî mezin, di navbêna gelên têkoşîna serxwebûna neteweyî, azadî û demokrasiyê didin û dewletên desthilatdar ku cîhan di nav xwe de parvekirine de ye. Heta ku nakokiyên navbêna dewlemend û xizanan, bakur û başûr, yên desthilatdar û yên tên mijandin, yên kedê dimijin û yên keda wan tê mêtin çareser nebin, bi hindikî be jî li cîhanê avakirina azadiyê, aştî, edalet, mafê mirovan û demokrasî ne mumkun e. Ji bo rewşa li cîhanê heyî xerabtir neçe û felaketên mezintir çênebin, divê ev nakokî û pirsgirêk bivênevê bi awakî demokratîk û daîmî bêne çareser kirin; û rist û sistemeke dadmend ya navneteweyî bê ava kirin. 

Lê, hêzên mezin yên li ser cîhanê desthilatdarî danîne, ji siyaseteke weha gelekî dûr in. Ew ji bo parastina berjewendiyên xwe û rewşa heyî biparêzin; ew bi misogerî dixwazin kedxwarin, biçekkirin, derxistina şerên herêmî, tefandina têkoşîna gelan, têkoşîna desthilatdariya nav xwe, bi kurtayî rista navneteweyî ya ku li ser bingehê xwînmijî û bêdadmendiyê hatiye ava kirin, bidomînin. Gelek caran rûmetên gerdûnî yên weke azadî, edalet, mafê mirovan û demokrasî, ji bo veşartina siyasetên xwe yên durû wek perde dixebitînin. Li cîhanê ya desthilatdar û pêwendiyên navneteweyî saz dike, ne maf, ne huquq û ne jî dadmendî ye; berevaciyê wê, sermiyan û mîzana hêzê ye. Yê xurt be mafdar e, yê xurt be qezenc dike. Vê rewşa hem ji bo qada navneteweyî, hem jî yeko yeko ji bo welatan derbas dibe. 

Li welatên sermiyandar-emperyalîst, rewşa girseya kedkaran her ku diçe xerabtir dibe, bêkarî zêde dibe, mafên civatî û demokratîk yên di encama têkoşînek dûrûdirêj de hatine bidestxistin tên sînor kirin, neyartiya biyaniyan zêde dibe. Ne tenê li yeko yeko welatan, li seranserî cîhanê dewlemend bêtir dewlemend dibin, xizan jî bêtir xizan dibin. 

Ji alî din ve Yekîtiya Neteweyan (YN) û rêxistinên navneteweyî yên din, di pêşîlêgirtina şerên herêmî, pevçûnên kêmenetewe û olî, tevkujiyên girseyî, birçîtî û afatan, di çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî de nikarin bibin xwediyê bandorekê. Hejariya van rêxistinan êdî bi awakî vekirî derketiye holê. YN û rêxistinên navneteweyî yên din, divê di çareserkirina pirsgirêkan de rolekî xurttir bilîzin û bi vê armancê divê ji nû ve bêne hûnandin. 

Li hember vê rewşa ku li cîhanê desthilatdar e, mirovayetî di hundir lêgerînek germ de ye. Ev lêgerîn bi aliyên xwe yên erênî û neyênî li tevaya cîhanê tê jiyandin. Di cîhana îro de, sosyalîzma reel bi giranî têkçûye û ji çav ketiye, sermiyandarî ji bo rizgarkirina mirovayetiyê weke alternatîfeke yekta ya îro û pêşerojê tê destnîşan kirin.

Di nava mirovên ku ji bo pêşerojê rêya rizgariyê nabînin, tevgerên paşverû yên weke olperestî, nîjadperestî û neyartiya biyaniyan bihêz dibin. Li cîhanê tehlûke û tateloka pevçûna navbêna olan mezin dibe. Felsefa sermiyandariyê ya li ser bingehê xwînmijî û karê avabûye, di rûmetên mirovî û ehlaqî de bûye sedemê xerabûneke mezin. Her tişt ji bo qezenckirin û bêtir qezenckirinê ye. Di warê aborî û civatî de, nehêjayiyên weke xweperestî, di rêya kin de dewlemendbûnî, yê kera xwe ji heriyê derxe mêrxas e, çijiminretî, yê ku xurt be mafdar e û hwd, her ku diçe di civatê de cîh digrin. Ev taybetmendî di xwezaya sermiyandariyê de hene. Bingehê sedemên tengezariyên aborî, kedxwarî, birçîtî, hejarî, şer û bêdadmendiyên ku li ser rûyê cîhanê hene, pirsgirêkên dîrokî yên ku ji aliyê kolonyalîstiyê û sermiyandariyê hatine afirandin bi xwe ne. Heta niha sermiyandarî ji bo mirovan nebûye rêya rizgariyê û di pêşerojê de jî wê nebe. Sermiyandarî, ristek bi xwe re ne di aştiyê de ye û bi nakokiyên nava xwe ve xwediyê tengezariyên domdar in.

Li hember vêya, ji bo îro û pêşeroja mirovahiyê rûdanên girîng jî çêdibin. Li hemû cîhanê edalet, wekhevî, azadî, demokrasî, pervekirinek dadmend, mafê mirovan, mafê jinan, zanîna parastina xwezayê û hwd. Di seranserî dinyê de bûne diyardeyên girîng û hêjayiyên gerdûnî. Ji rûdanên erênî yek jê jî, her ku diçe dev ji siyaseta “têkelnebûna hundirî” ku yek ji siyasetên dema şerê sar bû, tê berdan. Mafê mirovan, demokrasî, maf û azadiyên demokratîk her yek ji pirsgirêka hundirî derketine, bi peymanên navneteweyî dikevin bin ewlekariyê. Tevgerên li ser bingehê parastina xwezayê derketine holê, çalakiyên li hember mîlîtarîzmê, tevgera li hember globalîzmê, tevgera mafê mirovan û hwd. divê di avakirina rista navneteweyî ya nû de û di şikilgirtina cîhana pêşerojê de weke tevgerên xwediyê mafê gotinê bêne dîtin. Hêzên sosyalîst û demokratîk, divên van rêxistinan ji herêmîtî derîne, wan  bigehêne astek navneteweyî û bernameyek hevbeş da ku bikaribin roleke xurt bilîzin. 

Pêwîstiyeke mezin ya cîhana me ji hêjayiyên mirovî yên hevbeş û gerdûnî heye. Rista navneteweyî ya pêşrojê, divê li ser van hejayiyên mirovî û gerdûnî bê ava kirin. Li cîhanê aştî, azadî, dadmendî, demokrasî, mafê mirovan, bi kêmanî divê li ser bingehê parvekirineke dadmend bê ava kirin. 

Rojhilatanavîn di pêvajoyeke nû de derbas dibe

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Rojhilatanavîn ji nû ve hate parve kirin û nexşeya herêmê ya siyasî, ji aliyên dewletên serketî ve ji nû ve hate xêz kirin. Piştî şer, Rojhilatanavîn, di navbêna Brîtanya û Fransayê de hate parve kirin. Di vê parvekirinê de, rewşa kolonîtiya Kurdistanê ya klasîk weke xwe hate hîştin. Kurdistan, di nav Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de weke koloniyeke klasîk ma. Herweha di perçebûna Kurdistanê ya çarperçan de û li ser vî esasî parastin û berdewamiya dezgehên kolonyalîstiyê, di serî de Brîtanya û Fransayê, dewletên emperyaîst rola sereke lîstin. Piştre DYE jî tevlî vê pêvajoyê bû. Berpirsiyariya dîroka nêzîk ya domandina kolonyalîzmê li Kurdistanê ya van hêzan ne. 

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî Rojhilatanavîn, di navbêna bloka emperyalîs û “sosyalîst” de bû qada têkoşîneke xurt ya desthilatdariyê. Lê tevlî ku li hinek ciyan derbeyên leşkerî û guhertinên rejîman çêbûn jî, di statukoya ku li herêmê hatibû damezirandin de guhertineke girîng çênebû; hêzên mezin rê nedan vêya. Herdu blok û hêzên herêmî û navneteweyî yên di çarçeweya hevalbendiya wan de, di berdewamiya statukoyê de bi gelemperî hevpeyman man. Şikestandina nîrê kolonyalîstiyê ya li ser Kurdistanê û serketina tevgera Kurd, weke xerabûna statukoya Rojhilatanavîn û li heremê rêlibervekirina bûyerên radîkalî dihatin nirxandin. Di têkoşîna desthilatdariya herdû blokan de, du perçê Kurdistanê (Tirkî û Îran) di bin nifûsa rista emperyalîst-sermiyandar de diman, herdu perçeyên din jî (Iraq û Sûrî) di bin nifûsa Yekitiya Sovyetan de diman. Peymana navbêna blokan ya parastin û berdewamiya statukoya herêmê, li ser çarenûsa dîrokî ya Kurdistanê û gelê Kurd, di beşekî demê ya nîv-sedsalê de rolekî sereke lîst. Ne bloka kapîtalîst-emperyalîst, ne jî ya “sosyalîst” nedixwestin statukoya heyî xera bibe. Tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya her çar perçeyan, li astenga siyaseta desthilatdariya van hêzan rast dihat. Di seranserî vê dewrê de hêzên desthilatdar, bi piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî ya van dewletên kolonyalîst ku bi xwe ve girêdabûn, di pelçiqandina tevgera Kurd ya neteweyî de, ne rasterast jî be roleke girîng lîstin. 

Belavbûna Yekitiya Sovyetan û Bloka Rojhilat, li Rojhilatanavîn rêya rûdanên nû vekir. Ji bo DYE, tahlûkeyeke divê li herêmê bi misogerî statuko biparêze, berfirehbûna Sovyetê yan jî bi gotina wê demê “Tahlûkeya Komunîzmê” êdî nema. DYE, berevacî vêya ji bo guhertina rewşa herêmê siyaseteke nû xist rojevê. Vê rewşa,  bi kêrî tevgera Kurd ya neteweyî ku bi salan e li hemberî statukoya herêmê ya kolonyalîst têkoşînê dide hat. Di statukoya ku li herêmê ev nîvsedsale didome taqek vebû, astengên derve yên li pêşiya tevgera Kurd ku sûcê siyaseta hêzên desthilatdar bûn, qismî be jî ji holê rabû. 

Şoreşa Sovyetê ya 1917an, li gelek herêmên cîhanê,  li ber têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelên bindest û hejar asoyên nû vekir. Bi termolojiya salên 1970an Şoreşa Cotmehê ya 1917an, li cîhanê “serdema tevgerên rizgariya neteweyî û şoreşên karkeran” vekiribû. Bi rastî jî Sovyetê demekê, bi çalakî piştgiriya têkoşîna tevgera rizgariya neteweyî ya Vîetnam û hinek gelên Efrîqayê kir. Lê Yekitiya Sovyetan hê ji dema Lenîn de, di pirsgirêka kurdî ya neteweyî de, bi dewletên emperyalîst re siyaseteke sitatukoparêziyê meşand. Yekitiya Sovyetan, hertim bi “Peymana Têkilnebûna Hundirî, Dostanî û Cîrantiya Baş” ya di dema Lenin de bi dewleta Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin, girêdayî ma. Yekitiya Sovyetan ya ku di pirsgirêka kurd ya neteweyî de siyaseta dewleta mezin dimeşand û li gorî berjewendiyên xwe yên dewletê tevdigeriya; bi gelemperî li hemberî tevgera kurd ya neteweyî hertim dûr sekinî. Weke di nimûneya Iraqê de jî hate dîtin, dem dema jî di pelçiqandinên tevgerên neteweyî yên kurdan de, piştgiriyeke çalak ya kolonyalîstan kiriye. Belavbûna Sovyetê, ji bo jiholêrabûna hinek astengên navneteweyî ku li pêşya pirsgirêka Kurd hebûn, bûyereke girîng e. 

Divê rewşenbîrên kurd li ser vê dema dîrokî hûr rawestin. Ji ber ku nirxandineke rast ya vê dema dîrokî ku li ser çarenûsa gelê Kurd rolekî girîng lîstiye, di warê têgihîştina rûdanên îro yên li herêmê çêdibin û siyaseta me ya pêşerojê jî gelek girîng in. 

Di dawiya sedsala 20an de, belavbûna Yekîtiya Sovyetê û Bloka Rojhilat û bi vê ve girêdayî, di encama rûdanên ku li tevayê cîhanê hatin holê, li Rojhilatanavîn parastina statukoya ku piştî şerên cîhanê hatibû afirandin, hate rewşeke ku edî nikaribe weke berê bê domandin.  Siyasetên di dema şerê sar ku encamê rewşa statukoparêziyê derketibû holê, êdî ji bo DYEyê bargiranî bû. Loma jî DYE, weke beşekî Rista Cîhanê ya Nû, ji bo Rojhilatanavîn siyaseteke nû xiste rojevê. Vê siyaseta nû ya bi navê “Proja Mezin ya Rojhilatanavîn” di heremê de guherandin û jinûveavakirinê derdixîne pêş.

Rojhilatanavîn, yek ji herêmên cîhanê yê ku herî pir di nava aloziyan de ye; pirsgirêkên neteweyî, ku di serî de pirsgirêka Kurdistan û Filistînê hîna çareser nebûne; pirsgirêkên olî û neteweyî ku ketine nava hev, li ser kaniyên neft û avê pevçûn û têkoşîneke mezin didome û rewşa şerê germ hîna berdewam dike. Bi vê rewşa xwe Rojhilatanavîn, rewşa xwe ya herêmeke şerê germ didomîne û her ku diçe germtir dibe. Pêşî li ber pevçûna navbêna Îsraîl û Filistîn nayê girtin. Hêviya çareserkirina pirsgirêka Filistîn ya bi aştiyê, her ku diçe kêmtir dibe. Pirsgirêka Kurdistanê ya ku bûye kilîtek pirsgirêkan, divê bi lez bê çareser kirin.

Pêvajoya ku li Rojhilatanavîn dest pê kiriye, bi mudaxeleya DYE ya Iraqê bilez bûye. Fatûra wê çiqas giran dibe bila bibe, ji bo DYE paşdevegera ji vê pêvajoya ku bi şerê Iraqê destpêkir, gelekî zahmet e. Bêşik DYE, ne ji bo kurdan û ne jî ji bo gelên Iraqê yên dihatin pelçiqandin, ne jî qaşo ji bo azadî, aştî, demokrasî û aramiya Rojhilatanavîn kete vî şerî. Ev di rastiya xwe de şerekî aborî ye. DYE dewleteke emperyalîst e ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. DYE ev şera, ji bo nefta Rojhilatanavîn û kaniyên enerjiyê yên din têxe bin kontrola xwe û herêmê li gorî berjewendiyên xwe yên stratejîk ji nû ve saz bike, da ber çavên xwe. Ji alî din ev şerê Iraqê, ji bo siyaseta DYE ya ji nû ve sazkirina herêmê, xeleka pêşî ye; ev plan berhemê stratejiyek berfireh û demdirêj ya aborî, siyasî û leşkerî ye.

Pêvajoya ku bi mudaxelaya DYE ya Iraqê destpêkir, rûdaneke ku li herêmê pêşiya guhertinê vekir. Di serî de dewletên kolonyalîst yên weke Tirkiye, Îran û Sûriyeyê, rejimên herêmê dixwazin ku statuko weke berê berdewam bike. Guhertin kêrî wan nayê. Sedema ku li hemberî rûdanan ne ev e. Ev dewlet, tevgera Kurd ya neteweyî ku xwediyê taqetek guhertinên kêrhatî yê herêmê ye, ji xwe re tehdîdeke cidî dibînin. Siyaseta wan ya li ser kevneşopiya statukoparêziyê avabûye û siyaseta DYE ya guhertinê ku li herêmê xistiye rojevê, siyasetên li dijî hev in. Niha, berberî bêtir di nava DYE, Iran û Sûriyê de dijî. Piştî Iraqê dor dê were Sûriyê û Îranê. DYE, ev herdu dewlet “darikên fesadiyê” îlan kiriye. Nakokiyên navbêna DYE û van welatan her ku diçe mezintir dibe. Bi awakî din, pêvajoya ku di navbêna DYE û rejima Baasê ya Iraqê de dest pê kiriye, niha bi rengên cuda di navbêna van herdû dewletan û DYEyê tê jiyandin. Ev rewş, pêşketineke bi giştî di lehê tevgera kurd ya neteweyî û bi taybetî di fêda hêzên welatparêz yên kurdan de ye.

Ji xwe, armanca siyaseta tevgera kurd ya neteweyî û demokratîk, ji serî de siyaseteke guhertin û ji nû ve sazkirina heremê ye. Loma jî di vê pêvajoyê de daxwaz û siyasetên kurdan, bi siyaseta DYE ya guhertinê re digunce. Di taybetiya Iraqê de, hevkariya DYE ya bi hêzên neteweyî yên kurdan re, li ser bingehekî weha ya maddî ye. Loma jî sedem û armanca wê çi dibe bila bibe, destdirêjiya DYE ya Iraqê, li gorî berjewendiyên gelê Kurd yên neteweyî ne. Bi rastî vê rewşa, ne tenê li fêda kurdan ne; rûxandina dîktatoriya Baas ya xwînrij ya li Iraqê, ne tenê ji bo kurd, ereb û gelên li vî welatî dijîn, herweha ji bo gelên Rojhilatanavîn jî rûdanek gelekî girîng e. Rizgarbûna gelê Kurd ya ji dîlîtiyê, wê lez bide têkoşîna demokrasiya Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriyeyê û wê fêdak mezin li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilatanavîn bike. Loma jî parastin û piştgiriya destketin û sengerên gelê Kurd li vî perçeyî bi dest xistiye, wezîfeyeke şoreşgerî ya herêmî ye. Divê bê diyar kirin ku Kurd ne sedemê şerê Irqê û ne jî berpirsê wê ne. Kurdan di vî şerî de, ji rewş û nakokiyên derketine holê fêde kirin û siyaseteke ku li ser bingehê berjewendiyên neteweyî û dîrokî meşandin. Cihê kurdan yê di Iraqeke nû de jî, wê li gorî siyaseta jinûdesazkirinê bibe. Di vê pêvajoyê de kurd, xwediyê rewş û roleke ew çend girîng e ku bi hejmara xwe ya li tevaya Iraqê nayê muqayese kirin. Di van mercan de, li Iraqê, pêwîstiya DYE ji piştgiriya kurdan heye. Hevkariya DYE ya bi hêzên Kurdistana Başûr yê welatperwer li ser vî esasî ye. Lê divê kurd di vê mijarê de hesas bin û gelekî bi balkêşî tevbigerin. Ji ber ku DYE heta îro kurd weke qerteke bazarkirinê xebitandiye. Rola DYE ya di têkçûna 1975an de, ji hişê tu Kurdekî bi hiş derneketiye. 

Rûdanên şer û yên piştî wê, ne tenê ji bo perçê Başûr, bi encamên xwe yên erênî û neyênî ve pêvajoyek çarenûsa hemû gelê Kurd û Kurdistanê ya dîrokî îfade dike. Loma jî îro li çar perçê Kurdistanê, dilê gelê Kurd li Kurdistana Başûr lêdixe. Piştî demek ku ji pêncî salî zêdetir, di dawiya têkoşînek dûr û dirêj ya neteweyî û demokratîk ku bi xwîn, hêstirên çavan û rûxandinan hatiye stran, ev panzdeh sal in ku gelê Kurd li ser axa xwe bi awakî azad û serbest dijî. Di serî de bi parleman û hukumeta xwe ve di astek “herêmî” de be jî bi saziyên xwe yên demokratîk û neteweyî ve, avahiya ku derketiye holê, di dîroka gelê Kurd ya neteweyî de, yek ji destketinên herî mezin e. Li Kurdistana Başûr, gav bi gav pêvajoya avabûna dewletek neteweyî dijî. Gelê Kurd yê her çar perçan û hêzên wî yên neteweyî û demokratîk, li van destketinên dîrokî xwedî derdikevin, ji bo pêşerojê weke hêviyekê dibîne. Pirs ne tenê pirseke Kurdistana Başûr e, herweha ew bûye piresek doza neteweyî  ya hemû kurdan.

Divê mirov bêje ku helwesta hêzên welatperwer yên Kurdistana Başûr ya heta niha heyecan daye gelê Kurd û hestê neteweyî bilind kiriye. Bi taybetî daxuyanî û helwesta serokê PDKI Mesûd Barzanî ku daxwaza dagirkeriya dewleta Tirk di qirika wê de hîşt, cihê serbilindî û cesaretê ye. Li hemberî vê helwesta bibiryar, tu maneya xetên Tirkiyeyê yên bi “xetên sor” navdar nemaye. Gelê Kurd, heta dawî bi vê helwest û rawestana neteweyî ya bi xîret re ye.

Ji aliyê din ve, di navbêna dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de,  trafîkeke geş ya hevdîtin û peymanan yê veşartî û eşkere heye. Armanca hevbeş, pêşî li ber vê pêvajoya li Kurdistana Başûr ber bi dewletiyê ve dihere bigre. Loma jî li hemberî vêya, li ser bingehê yekitiya  hêzên neteweyî û demokratîk yên her çar perçan û weke netewe rawestandin û parastina destketinên Başûr, weke wezîfeyeke dîrokî li ber me ye. Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Di vê pêvajoyê de, divê dilê her kurdekî ji bo Kurdisatana Başûr û Kerkûkê lê bide. Divê hemû rêxistin û partiyên kurdan, li hemberî siyaseta dewletên kolonyalîst û bi taybetî siyaseta dewleta Tirk ya ku dixwaze kurdan bera ber hevdû din, bêtir şiyar bin û bi balkêşî û berpirsiyarî tevbigerin. 

Tirkî di rêveqetandina dîrokî de ye

Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku li ser kavilê Împaratoriya Osmanî bilind bû û pêmayiya wê ya kolonyalîst wergirt, dewletek li ser asasê înkara netweyê Kurd û kêmeneteweyan ava bû. Dewleteke kolonyalîst, mîlîtarîst, nîjadperest, asîmlasyonîst, rastînenas û totalîter e. Ji roja ku ava bûye, di vê rewşa dewleta Tirk ya bingehîn de tu guhertinên bingehî çê nebûye. Vê dewleta ku hertim tevgerên neteweyî yên gelê Kurd bi tevkujî tefandiye û hêzên şoreşger û demokratîk yên tirk ku di bin zulm û zorê de girtiye, di dîroka xwe ya 80 salî de, hertim siyasetek rê li geşbûnên siyasî û civatî girtiye meşandiye. Dewleta Komara Tirk di vê dema 80 salî de xwe hunand, kemalîzm weke îdolojiyeke dewletê pêk anî. Ew dewleteke kolonyalîst ya totalîter e.

Di asasê xwe de dewleta Komara Tirk leşkeran ava kir û ji roja hatiye avakirin û vir de jî, ev dewlet di rastiya xwe de ji aliyê leşkeran ve tê birêvebirin. Li Tirkiyeyê di navbêna hukûmetbûn û desthilatiyê de cudabûnek mezin heye. Li ber çavan Tirkî hukûmetên sîvîl bi rê ve dibin, lê tu kes bi rastî nabe desthilatdar. Vê rewşa îro jî berdewam dike. Hîna li Tirkiyeyê maqamê ku gotina dawî dibêje û biryara dawî dide, Serkaniya Giştî ya Tirk e û bi gotina îro ya belavbûyî  “Dewleta Kûr”e. Hukûmeta AKP jî mîna hukûmatên din dîlgirtiyê Serkeniya Giştî ye. Di mercên heyî de, ji hukûmatên weha nayê hêvî kirin ku li Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk yên sivîl pêk bînin. 

Tevlî piştgirî û alîkariya navneteweyî, Tirkiyeyê çare ji tengezariya aborî, siyasî û civatî re nedît û nabîne. Tengezariya rejimê ya ku her ku diçe giran dibe, domdar û sazbûnî ye. Barê tengezariya aborî, beşên gel yên wek karker, kedkar, esnafên biçûk û navîn kişand û hê jî dikişîne. Dewlemend bêtir dewlemend û xizan jî bêtir xizan bûn. Hukûmeta AKP ya ku ji girseyên gel yên fireh re soza rê, kar, azadî, dadmendî, demokrasî û hwd da, bi kiryarên xwe eşkere kir ku ji hûkûmetên berî xwe ne cuda ye. Heta îro, mîna hukûmatên din hukûmeta AKP jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd siyasetek wê tune ye. Serokwezîrê hukûmeta AKP Tayîp Erdogan dibêje ku “ger hûn nefikirin, pirsgirêkek wanî tune ye.” Hukûmeta heyî jî siyaseta kevneşopiya Komara Tirkiyeyê ya li hember kurdan berdewam dike. Li Kurdistanê zilm û zordarî,  li hemberî hêz û derdorên welatperwer yên demokratîk siyaseta tirsandin û ji holêrakirinê berdewam dike.

Tirkiye ne tenê di siyaseta xwe ya hundir de, di siyaseta xwe ya derve de jî ketiye quncikê. Di pirsgirêka Qibrisê de hatiye dawiya rê. Siyaseta Tirkiyeyê ya Rojhilatanavîn îflas kiriye û li herêmê tecrît bûye. Bi hevkarê xwe yê stratejîk DYE re jî nakokî û pirsgirêkên giran dijî. Astengên stratejiya ji nû ve sazkirina Rojhilatanavîn ya DYE, yek jê jî Tirkiye ye. Di salên dawîn de, di bingeha xerabûna peywendiyên DYE û Tirkiyeyê de ev heye.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, pisgirêka Tirkiyê ya bilez e. Bi hemû sazî û dezgehên xwe ve dewleta Tirk, medyaya Tirk, heta qaşo saziyên sivîl, ji bo têkoşîna gelê Kurd ji holê rakin dixebitin. Armanca dewleta Tirk ya bingehîn, pêşî li ber netewebûniya kurdan bigire û li ser navê nasmeya kurd çi hebe, bi rêyên teror, tevkujî, koçberî û asîmîlasyonê ji holê rake. 

Îro li hemberî Kurdistana Başûr tehlûkeya herî mezin dewleta Tirk ya kolonyalîst e. Dewleta Tirk ya ji roja ku avabûye û vir de, siyaseta xwe li ser înkar, rûxandin û bişaftinê meşandiye û hemû tevgerên neteweyî bi tevkuştin pelçiqandiye; ne tenê Kurdistana Bakur hedef girtiye, li kîjan perçî dibe bila bibe, hemû kurd ji xwe re kiriye armanc. Nefta Mûsil û Kerkûkê, îştaha Tirkiyeyê ya dagirkirinê hertim zêdetir kiriye. Bi ser de jî vê armanca xwe ya gemarî, li hundirê çavê 20 mîlyon kurdên ku di bin dagiriya wê de dijî dinere û dibêje; ji bo vê yekê vekirî gefan dixwe. Dewleta Tirk ya ku mafekî herî biçûk jî ji 20 mîlyon kurdên di bindestê wê de ye nasnake, lê bi qerta kulmek Turkmenên li Kurdisatana Başûr dijî dilîze. Loma, tehlûkeya herî mezin ya li hemberî destketinên Kurdistana Başûr, ji Tirkiyeyê tê. Serkaniya Giştî ya Tirk û hinek hêzên din yên dewleta kûr, ji bo destketinên dîrokî yên li Kurdistana Başûr û geşbûna pêvajoya demokratîk sabote bikin, ji bo bandora rûdanên erênî yên li vî perçeyî ku li ser kurdên Bakur tesîrek berbiçav dike bişikîne, gelek planên veşartî û eşkere li dar dixîne. Li herêmên ku zanîna neteweyî bêtir zindî ye, ji bo ku girse nekevin bin bandora rewşa Kurdistana Başûr, provakasyonên nû tên amade kirin. Dewleta kûr, bi destê JITEM û bi kadroyên mikurdaran ku hejmara wan digehêje hezaran, li herêmê provakasyonan li dar dixin û dixwazin bala gel bikişînin ciyekî din. Nîjadperestiya ku van salên dawîn zêde bûye, bi şerê Iraqê re hatiye radeyek ku pêşî lê nayê girtin. Li Tirkiyê, ji ber tirs û bêçaretiya ji pirsgirêka kurd tê, dewlet û civat di hundur panorayakê de ye. 

Dewleta Tirk, dewletek li ser bingeha înkar û gelkujiya netewe û kêmeneteweyan hatiye ava kirin. Hemû dewletên neteweyî ku li ser înkara neteweyên din hatine avakirin, di roja me de pêvajoyek tengezariyê dijîn û di nava aloziya belavbûnê de ne. Ji bo dewleta Tirk jî di serî de pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser nekiriye, bêşik wê vê çarenûsê bijî.

Komara Tirkiyeyê ku bi vê saziya xwe heta dawiya sedsala 20an karîbû hebûna xwe bidomîne û bi piştgiriya ji derve li ser pêyan bimîne, di serê sedsala 21an de hatiye dawiya rêyeke dîrokî. Tevlî hemû zordanan, saziya dewletê ya 80 salî dest bi hilweşandinê kiriye. Pêşketinên li hundir û derve civat û dewleta Tirk, zorgeyî guhertineke misoger ya dîrokî dike. Piştî belavbûna Sovyetê û dawî li dema Şerê Sar hat, di serî de DYE, hêzên ku bi salan piştgiriya sazûmana Tirkiyeyê dikirin û ew diparastin, dest bi guhertina siyasetayên xwe yên parastina Tirkiyeyê yên klasîk kirin. Herweha; zordana pêşketinên dîrokî, aborî û siyasî, gûhertinên di qada navneteweyî û li herêmê de, konaxa ku pirsgirêka kurd gehîştiyê, pêvajoya Yekitiya Ewropayê û hwd bandorên hundur û derve yên ku guherandinê misoger dikin. Tirkiye di rêveqetandineke dîrokî de ye. Di vê rêveqetandin û qonaxê de, Tirkiye hê di destpêka pêvajoyeke guherandin û jinûvdehûnandinê ya misoger lê hêdî dimeşe de ye. 

Ev pêvajoya, ji bo civata Tirk pêvajoyeke ku bi nakokî, pevçûn, zor, zahmetî û qolincan lihevpêçayî ye. Di pêvajoya Yekitiya Ewropayê de, di warê pirsgirêka kurdî, pêkanîna normên demokrasiyê û hwd de, nakokî û pevçûnên di navbêna hinek aliyên dewletê de kûr dibe. Lê ew hêzên li hemberî guhertinê radiwestin, nikarin pêşî li ber misogeriya vê guhertinê bigirin. 

Pêvajoya Yekîtiya Ewropayê (YE) 

Tevlî ku wek welatekî berendamê YE hatiye pejirandin û nermbûna nisbî ya demên dawî jî, dewleta Tirk, di warê pirsgirêka kurd de siyaseta xwe ya kevneşopî ya ku li ser înkar, bişaftin, şîdet û rûxandinê ava kiriye didomîne. Heta ku li Tirkiyeyê guhertinên bingehîn yên siyasî, dadmendî, desthilatî û civatî pêk neyên, hêvîkirina guhertina vê siyasetê ji xeyalperestiyê pê ve ne tiştekî din e. Tevlî hinek gavên çandî yên erênî, ji bo ketina YE di hinek waran de serastkirina hinek tiştan, di bingehê xwe de, ji xweşkirin û xapandinê pê ve ne tiştekî din e. Karbidestên Tirk vana ne ji bo gelê xwe û demokratîkkirina civatê dike. Bi hinek guherandinên vîtrînê, dixwazin Tirkiyeyê tevlî aloziyên xwe yên hene têxe Yetiya Ewropayê.     

Kurd bi giranî li pêvajoya YE bi erênî dinerin, ne li hember endemetiya Tirkiyeyê ne. Belê têgihiştandin û hêviyên civata Kurd, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên ji vê pêvajoyê ji hev gelek cuda ne. Di vî warî de, di nav kurdan de şaşî û xapînoktiyek giran heye. Bi gelemperî hêviya gelê Kurd ya mezin ew e ku wê YE wan di warê siyasî, aborî û çandî de ji vê cendereya heye rizgar bike û rêyek rizgariyê veke. Hinek aliyên siyasî û rewşenbîr jî YE, weke navnîşanek ku wê kurdan ji rewşa heyî rizgar bike û pirsgirêka Kurd çareser bike dibînin; û ew çi dibe bila bibe, bê qeyd û şert piştgiriya endametiya Tirkiyeyê ya YE dikin û têkoşîna vê didin. Ev derdorên ku di vê pêvajoyê de neçaretiyeke siyasî û xetimandinekê dijîn û tu rêyeke çareseriyê nabînin, di rewşek psîko-siyasî ya giran de, YE weke pêvajoya çareseriya pirsgirêkê dibînin. Ew aliyên di zanîna ku pêvajoya YE li ser bingehê netewe û welat ve wê ji kurdan re çi bidestxîne û çi bide  wenda kirin de ne jî, di nava êş û jana neçariyê de pêvajoyê ji der ve temaşe dikin. Heta niha, ew ne di rewşa teref û ne jî di ya muhatab de ne. 

Di pêvajoya YE de, divê bê thesibandin ku di rewşa kurdan de, wê rehetiyeke nispî çêbibe û hinek mafên çandî bi dest kevin. Lê çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêvajoya YE ve bê girêdan şaş e. Ji ber ku dewletên YE, pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkek neteweyî û welatî nabînin. Ew pirsgirêkê wek perçakî pirsgirêka demokrasiyê û mafê mirov dibînin û pêşniyarên wan yên çareseriyê ji vê çerçovê dernakeve. Ciyê çareserkirina pirsgirêka Kurd ne YE ye. Tirkiye bi vê rewşa xwe ya kolonyalîstî têkeve nava YE, wê saziya kolonyalîst bi awayên cuda têkeve pêvajoyeke nû û weke netewe azadiya gelê Kurd û serxwebûn û yekîtiya çar perçeyên Kurdistanê wê bê rewşeke ku bibe pirsgirêkek pêşerojê ya nediyar. Weke tê zanîn, hinek dewletên YE, di kolonîkirin û çarperçekirina Kurdisatanê de xwediyê berpirsiyariyek dîrokî ne.

Pirsgirêka Kurd ya neteweyî pirsgirêkek dîrokî ye û ancax gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikarin çareser bikin. Loma gelê Kurd di vê pêvajoyê de, ji bo pirsgirêka xwe bi rêyên aştî û demokratîk çareser bike, pêwîst e ku saziyên hêz û viyana wî ya siyasî temsîl dike biafirîne. Heger Kurd dixwazin di pêvajoya YE de bibin alî û muhatab, divê pêşî di nava xwe de hevbigrin, bibin hêz û ya herî girîng jî divê zanibin ku bê çi dixwazin. 

Li Tirkiyeyê demokratîzebûn û pêkanîna mercên endametiya YE, tenê bi pêkanîna rêpîvanên demokratîk yên esasî, di warê siyasî, dadmendî û rêvebirî de ji nû de xwe sazkirin û bi devjêberdana siyasetên kolonyalîstî yên li ser Kurdistanê mumkun e. Lê li Tirkiyeyê, ji gotinan û biryarên tên girtin bêtir, helwest û pêkanîn û pratîk girîng in. Berî her tiştî, divê di serî de rewşa çanda li ser tabûyan ava bûye û berhemên civatî yên nehevdem bêne guhertin. Di vê rewşa ku Tirkiye tê de ye, tu garantiya wan sozên ku tên dayin û pêkanîna wan qanûnên tên pejirandin tuneye. Him rêvebirên Tirk û him jî rêvebirên YE, divê zanibin ku bi dek û dolaban demokrasî ava nabe û pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. 

Lêgerîna çareseriyê berdewam dike

Di civata Kurdistana Bakur de, di van salên dawîn de, di warê siyasî de pêvajoyeke dijwar ya guhertin û veqetandin û ji nû ve sazkirinê tê jiyandin. Pêvajo di warê guhertina siyasî û civatî de ji pîvana ku tê gumankirin berfirehtir e. Guhertin û veqetandin di hemû kevnesaziyên civata kurd yên siyasî û civatî de dijî. Saziyên kevn bersîva pêvajoya nû nadin. Teva derengxistina bi darê zorê,  qetandin, parçebûn û veqetandinên nava PKKê tenê aliyekî vê pêvajoyê ye. 

Civata Kurd ya ku şerekî dirêj û bi rûxandin jiya, him ji alî dewletê û him jî ji aliyê PKK ve ramana siyasî lê hat qedexe kirin; di demek tarî re ya ku di bin desthilatdariya siya çekan de derbas bû; ji dawiya salên 1990î û vir de bi giranî pêvajoyek lêgerînê û di warê siyasî de xwe ji nû ve afirandinê dijî. Hêzên ji dervî PKKê demek dirêj yan bêdeng man yan jî her hewldana wan him ji alî PKK û him jî ji alî dewletê ve, di heman demê de hatin fetisandin. Di van mercan de, piştî 12ê Îlona 1980yî, tevgera dervî welêt roleke girîng, heta roleke sereke lîst. Lê di vê dema dawî de, pêşketin û rûdan bêtir li welat û li ser zemînekî civatî pêk tên. Gelek kadirên kevn yên ku demek dirêj bêdeng mabûn jî di nav de, di nav derdorek fereh de daxwaza vegera siyasetê û hewldana peydakirina çareyekê ji bêçareserî û xetimandinê xwe derdixîne pêş. Ev lêgerîn dem dema weke gavên pratîk derdikevin holê. Ji taybetiyên vê pêvajoyê yên girîng yek jê jî kadirên siyasî, rewşenbîr û hawîrdorên civatî yên cuda di nav xwe û PKK de her ku diçe xetek qalind dikişînin û bi dengekî bilintir li hemberî xeta Îmraliyê derdikevin. Bi giştî gelê Kurd, ji dervî PKKê di nava lêgerîna navnîşanek siyasî de ye. Ev rewş, di geşbûna pêvajoya li ser bingehekî cuda û berhemdar de roleke girîng dilîze. Di warê fikrî de geşbûna lêgerînên çareseriyê, hewldanên yekîtiya siyasî, xebatên ji bo partiyek eşkere û gavên di warê çandî û demokratîk de hatin avêtin, di warê pratîk de nîşanên vê pêvajoyê ne. 

Di vê çarçewoyê de, di vê dema dawîn de li Amedê di 17-18 kanûna 2005an de civîna bi navê “Civîna Yekîtiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurd” pêk hat û belavoka encamê ku ji rayagiştî re hate weşandin, pêşketineke girîng e. Piştî demeke dûr û dirêj, cara yekem e ku kadroyên welêt di vê astê de tên ba hev û civîneke weha pêk tînin. Herweha ew daxwazên siyasî yên ku di belavoka encamê de ji aliyê beşdarên civînê; gelek kadroyên ji derdorên civata siyasî ya do û îro dihatin ve, hatine diyar kirin, pêşketineke girîng e.

Di demek ku di nava refên tevgera demokratîk ya netweyî ya Kurdistanê de pêvajoyek înkar, helandin û redî-mîras tê jiyandin de, destnîşankirinên li ser çarenûsa gelê Kurd divê wek serîhildanek dîrokî bê dîtin. Ji xwe wezîfeyeke ku pêvajo ferz dike jî rawestandina li dijî pêvajoya bişûndevegerandinê ye û xwedîlêderketina bîr û bawerêyên bingehîn yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdisatanê ye. Di vê manê de, belavoka encamê ya civîna Amedê, wezîfeyeke girîng jî pêk aniye. Em weke TDK-Tevger, girîngiyê didin vê yekê û pişgiriya wê dikin. 

Di vê pêvajoya îro de, ya di rojevê de ye ev e ku yên di warê ideolojîk û siyasî de nêzî hev in, divê li ser bingeha yekîtiya siyasî bên ba hev û li ser vî asasî rêxistinên ku bersiva pêvajoyê bidin ava bikin. Ji aliiyê din jî, yek ji wezîfeyen girîng ku pêvajo verz dike ev e, ku rêxistin û partiyên siyasî yên cuda, yekîtiyên neteweyî yên ku hene geş bikin û li gorî pêwîstiya mercan yekîtiyên nû ava bikin.

Yekîtiya hêzên demokratîk yên neteweyî

Li welêt û dervî welêt, pêwîstiya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê ya di her warî de bi yekîtî û têkoşînek hevbeş, ji her demê bêtir xwe misoger dike. Divê rêxistinên demokratîk yên neteweyî yên Kurdistanê, kesayetiyên rewşenbîr û welatperwer bi siyasetek hevbeş û bi tesîr dest bavêjin vê pêvajoyê. Weke welat û netewe rizgariya me tenê bi yekîtî û têkoşîna hevbeş mumkun e. Yekîtiya hêzên demokratîk yên neteweyî û yekîtiyên ji bo têkoşîna hevbeş yên heta îro hatin ava kirin, encamekî serketî nedan. Avahiyên yekîtiyên ku îro hene jî bersîva pêvajoyê nadin. 

Di konferansa TDK-Tevgerê de, bi giştî yekîtiya hêzên demokratîk yên neteweyî û bi taybetî xebatên PNK-Bakur hatin nirxandin. Rêxistina me ji serî de di avakirina PNK-Bakur û piştre di afirandina Platforma Kurdên Ewropa (PKE) de bi giranî cih girt. Li gorî me, di vê pêvajoya hate jiyandin de, weke gavên mutewazî bin jî avakirina PNK-Bakur û PKE, gavên girîng in. Lê piştî demekê, me dît ku hinek aliyên siyasî di pirsgirêka yekîtiya hêzên demokratîk yên neteweyî de, hîna ne gîhane dereceyek sitewandî û berpirsiyariyê. Helwestên ku berjewendiyên xwe yên rêxistinî di ser yekîtiyan re girtin û yekîtî ji berjewendiyên xwe yên rêxistinî re kirin alet; bi helwest û kiryarên xwe derxistina astengan, pêkanîna rewşa bêbawerêyê û pêşîlibergirtina pêşveçûna yekîtiyê, bûne sedemên ku em rewşa PNK-Bakur ji nû ve di ber çav re derbas bikin. Bi vê sedemê rêxistina me, biryar da ku ji bo demekê beşdarî civînên PNK-Bakur nebe; lê herweha da diyar kirin ku wê piştgiriya her çalakî û gava rast bike. 

Em careke din diyar dikin ku pêvajo, bi awa û radeyên cûda jî be, yekîtî û hevkariya hêzên demokratîk yên neteweyî misoger dike. Em weke rêxistin hebûna PNK-Bakur pêwîst dibînin û piştgiriya xwe didomînin. Lê divê her rêxistin xwediyê dadmendî, zagon û armancên hevbeş be. Hemû beşdarên yekîtiyê divê pêwîstiya vana pêk bînin.

Rêxistin û partiyên kurd yên siyasî, saziyên kurdan yên demokratîk û çandî, potansiyeleke mezin ya rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, li dervî welat sê lingên girîng yên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê pêk tînin. Him yekîtiya vana ya di nava xwe de û him jî di bin sîwanekê de yekbûna wan, geşkirina yekîtiyên hene, gelekî girîng e. Di vê çarçovê de, avakirina “Însiyatîfên Kurdên Ewropayê–ÎNSIYATÎF û ji rêxistinên demokratîk “Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewropa–DEM-KURD” û ji van hêzên ku li Ewropayê sê lingên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê pêk tine, avakirina “Platforma Kurdên Ewropayê-PKE”, di van salên dawîn de yek ji wan pêşketinên erênî yê  li dervî welat e. Her welatperwerekî kurd divê bi çalakiyên siyasî, çandî, akademîk, maddî û pratîk piştgiriya van gavan bike û beşdarî nav van xebatan bibe. Herweha hemû rêxistinên welatperwer yên siyasî divê di nava yekîtiyên weha xwedî beşdariya berfireh de cîh bigirin, piştgiriya wan bikin û wan bi hêz bikin. Tevgerandina berevaciyê vêya, derxistina pêş ya hesabên rojane û tengfikirandina gurûbî, zerarê dide yekîtiyên mumkun yên herî berfireh yên hêzên demokratîk û welatperwer û bingeha yekîtiyan hejar dike. 

Divê em pirsgirêk û cudahiyên xwe bibînin û çareser bikin

Kurdîstan welatekî hatiye çar perçe kirin, Kurd neteweyekî hatiye perçe kirin. Kurd neteweyek di her warê jiyanê de, bi pirsgirêkên ji ber kolonyalîtiyê, parvebûn û parçebûnê, destdirêjiyên ji derve pêk hatine, dijî. Rewşa her perçê Kurdistanê, ya siyasî, civatî û aborî, di bin mercên welatên serdest ku ew xistiye nava sînorên xwe, ketiye formekê. Him di nava perçeyan û him jî her perçe di nava xwe de, di warê siyasî, aborî, civatî, ziman/ zarav, ol, mezheb, çand û hwd. de cudahî derketine holê. Vê rewşa ku ji kolonyalîtiyê mîras maye, ji bo îro û pêşerojê kaniya pirsgirêkên giran in. 

Divê em pirsgirêk û cudahiyên xwe bibînin, gotûbêjan li ser wan bikin û rêyên çareseriyan peyde bikin. Tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, di derbasbûnê de van pirsgirêkên nava civata kurd nedît yan jî nexwest bibîne. Lê belê yên paşeroj û îroya xwe nizanibe, wê pêşeroja xwe jî nizanibe. Em pirsgirêkên civata kurd yên îro nebînin û nepejirînin, em dê nikaribin rêyên çareseriya wan jî bibînin. 

Zimanê kurdî ku kurd pê dipeyivin ji çar zaravên bingehîn pêk tê. Herweha, her zarav di nav xwe de xwediyê devokên cuda yên herêmî ne. Li Kurdistana Rojhilat soranî, hewremanî û kurmancî, li Kurdistana Başûr soranî, hewremanî û kurmancî, li Kurdistana Başûrê Rojava kurmancî, li Kurdistna Bakur kurmancî û zazakî tê peyivandin. Tu ji van zaravan ne di rewşa ziman/ zaravekî ku kurd hemû di hev bigehîjin de ye. Loma jî civata kurd ya li derdora 30 mîlyonî, hîna nebûne xwediyê zimankî hevbeş yê peyivandin û nivîsandinê. Kurd hîna nebûne xwediyê alfabeyek nivîsandinê ya hevbeş jî. Kurdistana Rojhilat û Başûr alfabeya erebî, Kurdistana Bakûr û Başûrê Rojava alfebeya latînî bi kar tînin. Kurdên ku di nava sînorên Yekîtiya Sovyeta kevn dijîn heta dema nêz alfabeya krîlî bi kar dianîn, îro bi giranî alfeba latînî bi kar tînin. 

Bi taybetî di mijara alfabe, ziman û zaravan de divê em bibin xwediyê siyasetayek hevbeş. Berî her tiştî di warê ziman û çandê de bi lez pêwîstî ji alfabeyek hevbeş hey e. Ev nebe, ne mumkun e ku em zimanekî nivîskî yê standart biafirînin. Berê piraniya rêxistinên kurd di bernameyên xwe de “Li Kurdistanê zimanê fermî wê kurdî be.” digotin: “Wê xebat bê kirin ku ji çar zaravan zimanekî hevbeş bê afirandin.” Cîh didan daxwazên werê nediyar. Belê gavên berbiçav nedihatin avêtin. Îro jî rewş gelekî ne cuda ye. Tiştê ku îro bê kirin, bê ku mirov serî li rêyeke çêkirî û bi zorê bide, divê di nava zaravan de nêzîkahî çê bibe, ev weke siyasetayekê bê pejirandin û di vî warî de xebatên berbiçav bê dest pêkirin. 

Di warê ziman de gelek girîng e ku mirov xwediyê programeyeke vekirî û hevbeş be. Tenê çêkirina siyaset û programeke hevbeş jî têrê nake; di vî warî de destpêkirina xebat û dezgehên neteweyî yên hevbeş pêwîst e. Stewandina pêvajoya neteweyîbûna kurdan ji alîkî ve bi vêya ve girêdayî ye. Li Kurdistana Bakur, ji alî gelê me de peyivandina du zaravan, alfabeyek hevbeş, destûrên nivîsandinê û cudahiyên girîng yên devokan rastiyek e. Di warê ziman de ew pisgirêkên me ne ku nehatine çareser kirin. Divê em vê rastiyê bipejirînin û ji vêya netirsin. Em vana tune hesab bikin û riya çareseriyê nebînin, dikare pêşde rewşên gelek xirab derxîne holê. Di vî warî de wezîfeyên mezin dikevin ser milên wan kesên di warê siyasî, demokratîk û çandî de berpirsiyar in; akademîker, nivîskar û rewşenbîran. Van dorhêlan bê ku bi derengî keve divê gavên hevbeş yên berbiçav bavêjin. 

Kurmancî û zazakî, du zaravên kurdî yên xwediyê yek maf û statuyê ne. Eger mirov giraniyê bide yekî ji van û yê din îhmal bike, ev dikare di laşê civata kurd de birînên nayên derman kirin veke. Li Kurdistana Bakur, siyaset û programa ku di warê ziman, çand û perwerdeyê de bê çêkirin, divê li ser bingehekî weha be. 

Civata Kurdisatanê civateke ji grûbên etnîkî, ol û mezhebên cûrbicûr, ji jêrnasnemeyên cuda pêk hatiye. Li Kurdistanê bi kurdan re grûbên etnîk yên weke ermenî, asûrî, ereb, û tirk jî dijîn. Di warê olî de giraniya kurdan muslumanên sunî yên şafî ne. Lê civatên weke êzîdî, fileh, cihû û mirovên ji olên din jî li vî welatî dijîn. Kurdên elewî, di warî olî/ mezehebî de, piştî sûniyan grûba baweriyê ya herî mezin e. 

Divê em cudahiyên li Kurdistanê weke dewlemendiyekê bibînin; him di warê etnîkî û him jî di warê ol û mezheban de xwediyê siyaset û programên zelal bin. Divê mafên hemû grûbên etnîk yên çandî û demokratîk bê pejirandin, siyaset û programek ku vana têxe bin ewlekariyê pêk were. Pirsgirêka elewîtiyê, pirsgirêkek heta îro hatiye îhmal kirin. Ev pirsgirêk divê bê gotûbêj kirin û çareseriyek rast jê re bê dîtin. Li Kurdistanê elewî, tevlî tadeya neteweyî û siyasî ji alî olî/ mezehebî jî tadê dibînin. Ji bo pêşîlêgirtina vê tadeyê û rakirina ferqiya nava “elewîtî û sûnîtiyê” ya ku weke dîrokî di civata kurd de birînên kûr vekiriye, xebatek xurt pêwîst e. Di serî de divê ji pirsgirêkê re çareseriyek rast bê dîtin. Di warê nîjadî de kurdbûn, ji bo xwe îfadekirina gelek êzîdî û elewiyên ku bi eslê xwe kurd in ne nasnameyek têr e. Civat, mekanîzmeyek zîndî ye û ji mirovên xwediyê gelek jêrnasnameyan pêk tê. Divê li hember hemû jêrnasnameyan, ol û mezheban bi eynê pîvan û mesafeyê bê hereket kirin.

Rêxistinên Kurdistanê yên neteweyî û demokratîk, xwelêvedanek civata xwe ne. Taybetiyên me yên civatî, xwe di rêxistinên me yên ku berpirsiyariya civatê dikin jî xuya dibin. Ji van taybetiyan yek jê jî meyildariya şîdetê ye. Ev rastiyek e, ku di derbasbûnê de, rêxistinên kurdan, di çareserkirina pirsgirêkên xwe yên hundirî û yên nava rêxistinan de serî li şîdetê dane. Ji avabûna xwe de yên ku şîdet ji xwe re kirine siyaset hene. Tevgera Kurdistanê ya neteweyî û demokratîk, divê di nava xwe de hemû helwestên şîdetê mahkûm bike û bi misogerî dawî lê bîne. Tevlî vêya ya bingehîn demokratîkbûna tevgera kurd e.

Rewşa dewlemendiyên me û pirsa hawîrdorê

Dewletên kolonyalîst di warê siyasî û leşkerî de kiryarên ku heta nuha pêk anîne, bûye encamekî girîng ya di derbarê rûxandina dîrok û erdnîgariya Kurdistanê. Vê siyaseta rûxandinê ya ku bi sedsalan berdewam dike, di salên dawîn de dijwartir bûye. Di encama siyaseta dewleta Tirk ya ”bêmirovhîştina Kurdisatanê” de, vî perçê welatê me hatiye wêran kirin. Dewleta Tirk ya kolonyalîst, zerara ku daye dewlemendiyên me yên dîrokî û xwezayî gelek mezin e. Bi vê zerarê di hûnandina Kurdistanê ya dîrokî û erdnîgarî de rûxandinên nayên tamîr kirin afirandine. Di nava 30 salên dawîn de dewlet ku daristanan bi awakî sîstematîk dişewitîne, îklim û ahenga xwezaya welatê me xera kiriye, bûye sedema tunekirin û bêahengiya hinek cûreyên şînkayî û heywanên kovî, rêyek mezin li herifandin û beravêçûna axê vekiriye. Ya din jî bi çêkirina bendav û golan, li gelek deran dîroka me ya dijî di bin avê de hatiye hîştin. Tevlî vê yekê, li gelek deveran ciyên bi kêrî çandiniyê tê jî di bin avê de hatiye hîştîn. 

Gelê me yê ku bi giranî debara xwe li ser çandinî û heywanxwedîkirinê dike, di bîst salên dawîn de ji ber şer û siyaseta bi zorê koçkirinê, di warê aborî û civatî de zerarek mezin dîtiye. Ji ber koçkirina bajara ya zêde, bajar bûne mîna gundan. Ji bo ku li bajaran avahiya bingehîn ya bersîva serjimara ku zêde dibe bide tune ye, bajarbûniyek çewt derketiye holê, bajar bûne hêlîna mîkrob û nexweşiyan. Gelê me yên gundî ku ji çavkaniyên xwe yên debarê hatine veqetandin, li bajaran mîna karkerên bêwesif di nava jar û hejariyê de jiyana xwe dibuhirînin. Hîna destûr nehatiye dayin ku gelê me vegere gundên xwe. Ji bo dawîlêanîna vê drama gelê me yên koçberî bajaran hatine kirin û li Kurdistanê dîsa geşkirina çandinî û xwedîkirina pez û tarişan, divê astengên li pêşiya vegera gundan bê rakirin û zerara gelê me yê ku neheqî lê hatiye kirin, lê bê vegerandin. 

Parastina rûmetên xwezayî, dîrokî û çandî û geşkirina têgehîştina hawîrdorê, li tevayê cîhanê bûye berpirsiyarî û wezîfeyeke girîng. Tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdisatanê divê ji bo parastin û geşkirina rûmetên welatê me yên dîrokî, çandî û erdnîgarî siyasetatek berbiçav biafirîne û di vî warî de gelê me tê bighîne. 

Pirsgirêka jinan

Weke di dîrokê de, îro jî pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên civatê yên bingehîn e. Di dîrokê de bingeha newekheviya di navbêna jin û mêran de, tade û kedxwariya di navbêna jin û mêran de, bi mulkiyata şexsî û destpêka civata bi çînan hûnandî dest pê kiriye. Jin, di pêvajoya dîrokê de, ji bo ku jin e jî hatiye pelçiqandin. 

Di civata kurd de jin, tevlî tadeya neteweyî û çînî, ji bo ku weke cins jin e jî tê pelçiqandin. Di gelek waran de jin hîna jî mîna mal mûamelê dibîne. Li gelek deverên Kurdistanê hîna jî têkiliyên weke qelen, marbirîna pêçekê, bi zorê û bi zaroktî zewicandin, kuştinên namûsê, ji pêmayiyê bê par hiştin, lêdan, biçûkxistin, tadeya aborî bi berfirehî heye. Bi siyaseta dewleta Tirk ya kolonyalîst re, paşdemayina aborî û civatî, pêwendiyên serdestiya mêr, rûmetên paşverû yên li hemberî jinê û bandorên ji rewşa civata kurd çêdibe, di mijandin, kedxwarin û tadedîtina jinan de, rolekî girîng dilîzin. 

Teva şert û mercên gelek zor û giran, di têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdisatanê de, heta îro ciyekî jinan yê gelekî girîng heye. Jina kurd, di têkoşîna me ya neteweyî de hertim mil daye milê mêran, bûye hevparê qedera wî, heta ku ji mêr bêtir jan kişandiye. Bê şik vê fedakarî û êşa jina kurd vala neçûye. Di pêvajoya 30 salên dawîn yê têkoşîna neteweyî û demokratîk de, jina kurd, him neteweyî û siyasî û him jî weke jin di gehîştina mafê xwe de pêşketineke berbiçav nîşan daye. Protesto û berxwedanên li ber deriyê zîndanan, beşdariya jinan ya şerê çekdarî, ji her beşê civatê bi girseyî beşdariya têkoşîna demokratîk û siyasî, di civata kurd de hinek tabû şikandiye; zanîna jina kurd geş kiriye, cîh û rola wê ya di civatê de bilind kiriye. Bi bilindbûna têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê, beşdariya jina kurd ya têkoşîna neteweyî jî bilind bûye û ev pêvajo her ku diçe berfirehtir dibe. Di vê qonaxê de, di gelek qadên têkoşînê de jina kurd, di sazî û çalakiyên demokratîk de, her ku diçe bi giranî ciyê xwe distîne. 

Mîna hemû beşên civatê, divê jin jî bi azadî xwe bi rêxistin bikin û  bi rêxistiniyên xwe beşdarî pêvajoya têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê bibin. Weke cins, birêxistinbûna jinê mafê jinê ye. Ev maf, garantiya pêşketina wê ya demokratîk û azad e. Rizgariya jinê, bi zanîna mafê xwe, bi rêxistinbûna xwe ya di pêvajoya têkoşîna rizgariya neteweyî û piştî wê de,  bi tevgera xwe ya biryar ya ji bo wekheviyê, mumkun e. Ji ber ku divê em vêya baş zanibin ku heta mercên jin kiriye kole û çîna dûyem ji holê ranebe, rizgariya jinê bi temamî ne mumkun e. Pirsgirêka neteweyî, pirsgirêkek e ku çîn û tebeqeyên cihê dixe nava xwe. Lê rewşa jinê ji bo ku wekî din jî bi têkiliyên mulkiyet û cînsiyetê ve girêdayî ye, rizgariya wê ya dawîn jî bi şoreşa civatî ya ku nakokiyên van têkiliyan çareser dike ve girêdayî ye. 

Pirsgirêka Ciwanan

Weke her civatê, di civata kurd de jî ciwan, endamên civatê yên herî zîndî û dînamîk in. Di dîroka me ya nêzîk de, pêvajoya bi DDKOyan dest pêkir ku di warê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de, di xebata eşkere û demokratîk de; di şerê çekdarî yê ku 20 salan ajot de, ciwanên kurd herdem di refê pêşî yê têkoşînê de ciyê xwe sitendine. Di vê demê de ciwanên kurd berdêleke giran jî daye. Ji niha û pê ve jî, di warê siyasî de berê wî ber bi armancên rast bê vekirin, di guherandina çarenûsa gelê xwe de ciwênên kurd wê bibe xwediyê rolekî girîng. 

Belê di warê aborî, civatî, çandî, siyasî û rêxistinî de pirsgirêkên ciwanên kurd yên girîng hene. Divê mirov bi awakî ciddî li ser van pirsgirêkan bisekine û jê re çareseriyê bibîne. Ciwan, ne bi serê xwe hêzek civatî ne û ne jî di nava xwe de homojen in; kategoriyek ku ji her çîn û tebeqeyan pêk tên. Ciwanên xwendekar tenê beşek ji ciwanan ne. Di têkoşîna netewyî û demokratîk de, di warê siyasî û çandî de perwerdekirina hemû beşên ciwanan û rêxistinkirina wan, bi serê xwe mijareke girîng e. Wezîfeya ciwanên kurd ya sereke ew e ku bighêjin zanestiya nasnameyek neteweyî, hînî dîrok, ziman û çanda xwe bibin; di vî warî de xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Loma jî, ji bo her ciwanê kurd, divê hînbûna dîroka neteweyî, çand û zimanê wî bibe doz û armanc. Ji ber ku ciwanekî ji zanîna neteweyî bêpar, neperwerdekirî û bêrêxistinî, wî ji şexsiyeta wî û civata wî bi dûr dixe, bêşexsiyet dike û bi hêsanî dikare bê asîmîle kirin. Divê ciwanên kurd rêxistiniya xwe ya neteweyî pêk bînin û lê divê di vî warî de jî piştgiriya wî bê kirin.

Nerîna min :