Kultur

Li serdema Abbasî da pêkhatên Kurdistanê

Weşanxaneya an ku Dezgeha Çap û Belavkirinên Narîn berhemeke nû ya bi navê (Li serdema Abbasî da pêkhatên Kurdistanê) bi zaravayê Soranî li Hewlêra paytexta Kurdistanê çap kir.

Di derbarê naveroka vê pirtûkê de didin zanîn ku têkilhevbûna regez û pêkhatên cûda cûda diyardeyekî dîrokiya kevne, li ser astên cûda û bi her sedemek bûbê bêyî daxwaz û xwestan têkilhevbûn rûdaye ku bûye sedemek ji bo belavbûna û nîştecîhbûna neteweyên cûda li ser ax û warên din, eve jî firehî kiriye diyardeyekî şaristaniyê.
‌‌
Her wiha didin zanîn: Herêmên Kurdan jî ji wê diyardeya civakî û dîrokî dûr nebûne ku wekî her niştimaniyekî din tuşî pela koçberiya regeziya biyanî bûne. Mayîna beşek regezî ya wan kêm neteweyan heta îro jî li Kurdistanê belgeyekî eşkereyê wê babetê ye. Encamdana lêkolîneke serbixwe jî li vî derbarî de pêwîstiyekî dîrokî û neteweyiye.

Back to top button