Cîhan

Li ser sînorê Suriye û Tirkiyê pevçûn qewimî

Di navbera hêzên ewlekariyê yên Suriyê û muxalifan de danê êvarê pevçûn qewimî

Li Kilisê, hemberî deriyê Oncupinarê, ji aliyê Suriyê ser deriyê Esselame, di navbera hêzên Beşşar Esad û muxalifan de pevçûn derket. Muxalifan danê êvarê saet di 19.30 an de xwestine têkevine deriyê sînor, li ser wê hêzên ewlekariya Suriyê gule reşandine ser muxalifan û pevçûn derketiye.

Dengê pevçûnê, li Kilisê bajaroka konteyniran de jî hatiye bihîstin.

Hat îdia kirin ku, hinek gule îsabeta konteyniran kiriye.  Li ber gule îsabetkirina konteyniran, penaberên Suriyê, dijî Essad slogan avêtine.
Alikarê Serokwzîr Beşir Atalay, wê sibe biçe wira û derbarê rûdanan de agahiyê bigre.

Back to top button