Hevpeyvîna Serok Barzanî li gel Associated Press
Serok Barzanî: Bi dil ve piştevanî li hewlên Sûnne ya dirustkirina Herêmên serbixwe dikim
Serokê Herêma Kurdistanê roja çarşemê hoşdarî da ku dem li ber Hikûmeta Iraqê da berev nemanê diçê da ku biryar li ser rêkkeftinnameyekî dabeşkirina desthilatan ya bi mebesta dawî anîna wê qeyrana siyasî bide ku yeqeya welat girtiye.
Serkirdeyê Kurd Mesûd Barzanî behsa wê yekê kir ku bi bêyî rêkkeftinnameyek Iraq rûbirûyê şoreşekî siyasî dibe ku dibê sedema li navbirina hêviyên welatekî yekgirtî û aram.
Serok Mesûd Barzanî li hevpeyvîneke 45 xulekî li gel Associated Press li Pîrmam (Selaheddîn) got partiyê rikeberên Iraqê û Kurdê Iraqê bi giştî tehemula îhmalkirinê ya ji aliyê Hikûmeta Nurî Malîkî ve nemaye.
Serok Barzanî got: Qeyranekî siyasî ya gelek tirsnak li welat da heye. Lê belê Barzanî behsa wê yekê nekir, gelo Malîkî dê demeke nêzîk de ji desthilatê bê rakirin yan na.
Serok Barzanî meha Eylûlê jî wekî dema dawiya çareserkirina qeyrana siyasî destnîşankir ku Kurd wê demê referandum li Herêma xwe encam nadin û ji Bexda cûda nebin.
Gengeşeya di navbera Hikûmeta navendiya Bexda û Herêma Kurdistanê de ku ev demeke heye û Barzanî jî êrîşa cûdabûnê ji Iraqê kiriye. Birêz Barzanî di derbarê çareseriyê de got: Divê çi nebê berî wê demê bête çareserkirin.
Birêz Barzanî got: Eger binebestên siyasî heta hilbijartinên navxweyiya meha eylûlê neyê çareser kirin wê demê dibe ku Kurdên Iraqê referandumek encam bidin. Her wekî Serok Barzanî got: Li ser wê yekê ku gelo dixwazin li jêr rejîmekî dîktatorî de bijîn ku ji aliyê Bexda ve bê kontrol kirin yan li dewletekî serbixwe.
Elî Musewî Şêwirmendê Ragihandinê ya Nurî Malikî, roja çarşemê wê yekê redkir ku li ser daxuyaniya Barzanî û egera dengdana serbixweyî ji aliyê Kurdên Iraqê ve nehatiye axaftin.
Sê Parêzgehên Herêma Kurdistanê li rûyê siyasî ve serbixweye, her çende salane beşa xwe ji budçeya 100 milyar dolara welat da heye. Kurd % 20 ê runiştvanên Iraqê pêktînin, lê belê bi sedema wê yekê ku çendîn sale serjimêrî nehatine kirin bi awayeke zanistî nayê zanîn ka hejmara runiştvanên wê çende.
Tirkiye û Îran ku cîranin, ji aliyê runiştvanên xwe yên Kurd ve ji wê yekê ditirsin ku Kurdistanekî serbixwe û geşbûyî bibê sedema pêşketina meylên cudaxwaziyê.
Roja çarşemê Ajansa Nûçeyiya Nîvfermî ya Îranî Mehr ragihand ku çar serbazê hêzên pasevanê şoreşê li şerê li gel çekdarên Kurd li rojavayê Îranê berî rojek hatine kuştin.
Lê belê pêwendiyên wan çûne qonaxekî aloztir ve ku Bexda zîncîrek kirdarî ji bo sînûrdarkirina otonomiya Herêmê kir ku Kurd bi tundî bergiriyê lêdike. Li van demên dawî de, Hikûmeta navendî kompanyaya Ekson Mobîl li mezada projeyên navçeyê da wekî sizayek beramber bi karkirina li Kurdistanê, wê xiste nav lîsteya reş.
Renge niha piştî vekişana hêzên Emerîka û bi tabiyetî li piştî guftûgoyên heftiya derbasbûyî ya li Enqere ku balkişandinek bû ji bo bi hêzbûna hevbeşiya li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê cîran Serok Barzanî zêdetir tundbê.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hewldide serkirdeyên kutleyê siyasiyên Iraqê vegerênê ser mêzeya guftûgoyê, eve hewleke ku çendîn heyve xwe ji bo vê yekê vedişêrin. Barzanî got: Ji niha ve em li qonaxa şêwîrînê dene, lê belê dixwazim behsa yek rastiyê li gel we bikim, pêvajoya niha, ev rastiya niha, ne hilbijardeya me ye. Vê carê, ne wekî berê ye ku me demeke diyarkirî dabe wan.
Birêz Serok Barzanî eve jî got ku ji bo dirustkirina Herêmên otonomî, ji dil ve piştevaniya hewlên Sunneyan dike, ku Hikûmeta Şî’a hewl daye dirûst nebê û ku Washington ditirsê bibê sedema bi dawî anîna hêviyên aramiya demdirêj.
Li salên destpêka şerê Iraqê, Emerîka karên ciddî dikir bo ku Kurd wekî beşek ji dewleta Iraqê bimînin û piştgiriya hemû partiyan dida ku li Hikûmetê da rolekî serekî bidin Kurd. Pejirandina destûrê Iraqê li sala 2005 ji aliyê Kurdan ve bi serkeftinekî mezinê siyaseta Emerîka tê hejmar kirin.
Serok Barzanî ji bo kêşeyê raste rast Malîkî tometbar nekir, lê belê got: Rûne ku Serok Wezîr û Hevpeymanê siyasî Dewleta Yasa bi xwe hukma welat dikin. Serok Barzanî got: Eger eve berdewam bibê, nayê qebûl kirin.
Endamê Parlemena Iraqê û berpirsê Dewleta Yasa Elî Elaq behsa ewe kir ku hevpeymaniya Nurî Malîkî amadeyê guftûgoyê ye, lê belê cûdabûna Kurd nayê qebûl kirin. Her wiha got: Kêşe bi derxistina êrîşan çareser nabin, belku li rêya diyalogê ve dibê. Eger aliyek bixwazê çareseriyê li ser ewên din de bipejirîne, eve senaryoya dîktatoriye. Em li gel yekîtiya Iraqê dane û bi tundî dijî dabeşkirina Iraq û gelê wê dane.
Hinek kesên din hene wiha bawerdikin ku Malîkî gelê Iraqê dabeş dike. Piştî ku li hilbijartina Parlemeniya 2010 Dewleta Yasa nekarî zêdetirê kursiyan bibe, Malîkî piştî komkirina piştevaniya Endam Parlemenên Kurd û merce’a olî ya Muqteda Sedir karî kursiya xwe bihêlê. Daxuyaniyên Barzanî rûn dikin ku Kurd êdî naxwazin Malîkî li ser desthilatê bimîne. Endam Parlemenên kutleya Sedir bi îhmalkirina gumanên wan yê ji aliyê Hikûmetê ve gelek nerazîne.
Endam Parlemenê Iraqê ya li ser Lîsta Sedir, Beha El Erecî, li vî derbarî de got: Pêvajoya siyasiya niha ya Iraqê weku bombekî demkiye û renge li her demek de biteqê.
Her wiha got ku gengeşeya siyasiya di navbera Malîkî û Kurd renge yekemîn domîne bê ku li Iraqekî rûxayî da biruxê. El Erecî got: Bexda heman kêşe li gel parêzgehên din jî heye. Eve dibe sedema dabeşkirina Iraq û êdî Iraq li ser nexşeya cîhanê da hebûna xwe nemînê.