Cîhan

Li ser dilê Tahranê ‘Mora Dawud’

Derket holê ku li Paytaxta Îranê Tahranê  li ser bana Balafirgehekî morakî weka alayê Îsraîlê stêrka Dawud hatiye neqşkirin.

Li gor nûçeyekî rojnameya Îsraîlî ya Yedîot Aharanot li Tahranê li ser bana balafirgehekî mohra Dawud hatiye neqşkirin. Hat diyarkirin ku ji berê ya Şoreşa Îslamê û di dema Şah Riza Pehlewiyê de ji aliyê endezyarên ÎsraÎlê ve hatiye neqşkirin. Nûçe di rojnameyên mahallî yên Îranê de jî cih girt.

Hebûna stêrka Dawud berê ya çend rojan bi xêra atlasa Înternetê ya Google Earthê  hatiye kefşkirin. Di nûçeyê de hat daxuyakirin ku ‘Piştî 32 salan ranekirina hebûna nişana Siyonîzmê gelek balkêşe’. Di nûçeyan de navê balafirgehê jî nehate dayin. Li Tahranê bi navê Îmam Humeynî û bi navê Mehr Abadê 2 balafirgeh hene.

Back to top button