Civak

Li ser daxwaza Tirkiye YNK nehiş ew tevlî kongreyê bibe

Dr. Fayîq Gulpî keseke  hevalbendê PKKê ye, ji bo kongreye YNKê dibêje ku, YNKê li ser daxwaza Tirkiyê nehîştiye hevjîna wî, ku endama YNKê ye, beşdarî kongireya wê partiyê bibe.

Li bajarê Silêmaniyê, çaremîn kongireya YNKê bi beşdariya hezar delegeyan dest pê kir.

Serokê berê yê partiya çareseriya demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK- baskê PKKê li Başûr), Dr. Fayîq Gulpî ji BasNewsê re got, malbata Talebanî li ser daxwaza Tirkiyê nehîştin hevjîna min, ku endama YNKê ye, beşdarî kongireyê bibe.

Dr. Fayîq Gulpî her wiha got, min çend caran ji hevjîna xwe gotiye ti paşerojeka te di nav YNKê de nîne ji ber ku ez ne endamê wê me, lê wê guh nedaye min.

Dr. Gulpî da zanîn ku YNKê dizanîbû eger hevjîna wî beşdarî kongireyê bibe dê bibe endama serkirdetiya partiyê ji ber wê jî nehîşt beşdarî kongireyê bibe.

Bi gotina wî siyasetmedarê alîgirê PKKê, hevjîna wî sponsertiya çapkirina bîranînên wî kiribû. Beşek ji kerba YNKê jî ji ber wê yekê bûye, çimkî wî di wê pirtûka xwe de behsa her tiştên YNKê kiriye, çi baş çi xirab.

Li ser pêwendiyên Tirkiye û YNKê jî, Dr. Fayîq Gulpî got, YNK ji par ve bi Tirkiyê re rêkeftin kiriye da ku hinek tiştan ji Tirkiyê re bike, bi taybet girtina baregehên Tevgerê (rêxistina PKKê li Silêmaniyê). YNK wisa hizir dike ku hevjîna min jî mîna min hizir dike, lê wisa nîne. Ew gelekî jî li dijî hizra min e. Lê YNK û Tirkiye bi xeletî têgihîştine.

Back to top button