Polîtîk

Li Şemzînan 8 esker hatin kuştin

Li gor nûçeyeke televîzyona CNN Turk li devera Şemzînan, di şerekê di navbera arteşa Tirkiyeyê û HPG de, 8 eskerên  tirkî hatine kuştin û 14 lesker jî birîndar bûn.

Weke tê zanîn ev heyameke Tikiye ji bo parastin û kontrolkirina sînorên xwe tên bi herêma Kurdistanê re leşker dişîne deverên ser sînor.

Ev şer jî li devera Şemzînanê çî bû û yekîneyeke arteşa Tirkiyeyê rastî gerîlayên HPGê hatin  û şerekê mezin di navbera wan de derket. Di encam da 8 eskerên  tirkî hatine kuştin û 14 lesker jî birîndar bûn. Li gor hindeke çavkaniyan 12 çekdarên HPG ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button