Polîtîk

Serokayetiya Kurdistanê kiryara terorîstiya Tuzxurmatûyê şermezar kir

Serokayetiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kiryara terorîstiya Tuzxurmatûyê bi dijwarî şermezar kir:

Careke din terorîstan tawanekî di ya dirindane li dijî hemwelatiyên bêguneh encam da û îro ku 18.06.2010ê di êrîşekê da bi sedema teqandina otombêlekî mînrêjkirî (mayinkirî) de li bajarokê Tûzxurmatûyê hejmarek hemwelatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya herêma Kurdistanê bi dijwarî vê tawanê mehkûm û şermezar dikîn û di heman demê de pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên vê kiryara terorîstiyê dikîn. Em ji xwedayê mezin hêvîdarîn cihê şehîdan bike bihûşta berîn û daxwaza zû başbûnê jî ji bo brîndaran dixwazîn.

Her wiha ji bo pêşwazî kirina birîndarên wê kiryara terorîstiyê bi mebesta girîngîdana rewşa tendirustî û çareser kirina wan amadehiya nexweşxane û dam û dezgehên tendirustiyên herêma Kurdistanê jî radigihînîn.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya herêma Kurdistanê
18.06.2010

Back to top button