Cîhan

Li Şamê 20 kes mirin û 52 kes birîndar bûn.

Li Dêra Mar Ilyas li herêma Duweyla li rojhilatê Şamê teqînek çêbû.

Li Şamê Derekî de teqînek bi hêz çêbû. Di encama teqînê de 20 kesî jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne. Wezereta Tenduristiya Sûrî vê yekê wek çalakiyek teroristî bi nav kir.

Teqînê zirareke mezin da dêrê, di heman demê de hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê tedbîrên berfireh girtin.

Lêpirsînek li ser teqînê hatiye destpêkirin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê DAIŞê ji ber teqînê tawanbar kir.

Daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nîşan da ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

Daxuyaniyê, ku tekez kir ku êrîş bi tundî hatiye şermezarkirin, destnîşan kir ku ev kiryara “xiyanetkar” armanc dike ku yekîtiya neteweyî û aramiya welêt têk bibe.

Daxuyaniyê got ku êrîş ne tenê li dijî komeke olî ya taybetî bû, lê êrîşek li dijî tevahiya avahiya civakî ya Sûriyeyê bû.

Li gorî AFPê, rêxistineke çavdêriya şer ku agahî li ser bûyerê daye ragihand ku di êrîşê de 30 kes hatine kuştin an jî birîndar bûne, lê hejmara rastîn hîn nehatiye piştrastkirin. Hin dezgehên medyayê yên herêmî ragihandin ku di nav kesên kuştî û birîndarande de zarok jî hene.

Teqîn di dema ayîna civatê de pêkhat, pêştî teqînê Derê zererek mezin dît û xwîn li erdê diherikî.


Back to top button