Cîhan

Li Rusyayê hejmara miriyên bobelatê gihişte 141 an

Li Rusyayê du rojên ku baraneke zêde dibare. Ji ber barana dijwar lehî rabûye û herê kêm 141 kesî jiyana xwe wenda kiriye. Hat ragihandin ku, li herêma Krasnodar a Rusyayê, hejmara kesên jiyana xwe wenda dikin her diçe zêde dibe. Li Rusyayê, herêma nêzika Behr Reş, duh û îro, bênavber baran dibare. Ji ber baranê lehî radibe û ew jî bobelatê bi xwe re tîne. 

Wezareta Rewşên Awarte diyar kiriye ku, jê 126 zarok, 1000 kes veguhestine herêmên din. 5185 mal di bin avê de mane. 254 mal jî êdî nayên bikaranîn, bûne xirabe. Li yek ciya, bilindiya baranê digihêje 7 metroya. Tê îdiakirin ku, sedema lehî û bobelatê, tenê ne barîna baranê ye. Tê gotn ku, li Krimskê bendavek ji ser re çûye û vê jî rewşa bobelatê her çûye dijwartir kiriye. 

Di encama bobelatê de, herî zêde wendahî li herêma Krasnodar û Krimskê çêbû ne.

Tê îdiakirin ku, li Gelincikê herî kêm 320 mal û 1000 malbatê ji bobelatê bandor girtiye. Ji ber bobelatê ceryan qûtbûye û nêzika 20 hezar kes, di tariyê de maye. 

Back to top button