Kultur

Serena Williams di Wimbledonê de bû şampiyon

Di turnuvaya tenîsê a Wimbledonê de, di kategoriya jinan de, di pêşbirka fînalê de, Serena Williamsa ku berê 4 cara bûye şampiyon, bi Agnieszka Radwanska re lîst. Williamsê reqîba xwe 2 û 1 têk bir û cara 5. bû şampiyonê Wimbledonê. 

Di seta yekem de, Serena Williams, li hemberî reqîba xwe gellekî serkeftî bû û setê yekem, 6 û 1 qezenc kir. Piştî seta yekem baran bariya û heta demekê navber dane pêşbirkê. 

Di têkoşîna seta duyemîn de, Agnieszka radwanska, gorî seta yekem lîstikeke serkeftî lîst û 7 û 5 set qezenç kir. Bi vê skor bû 1 û 1

Di seta sêyemîn de, têkoşîn zor derbas bû û Serena Williamsê set 6 û 2 qezenç kir û şampiyoniya xwe îlan kir. 

Bi vê şampiyoniyê, Serena Williamsê 5 carin ku di Wimbledonê de dibe şampiyon. 

 

  

Back to top button