Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Divê edaleta Kurdistanê bêteref be

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehemd, îro roja yekşemiyê (08.07.2012) li bajarê Hewlêrê digel konseya edaleta Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku, wezîrê navxweyî, wezîrê edaletê yên herêma Kurdistanê û serokê dozgeriya giştî amadebû, rewşa dadweriyê (edaletê), desthilata dadweriyê , karûbarên mehkemeyên Kurdistanê û dabînkirina pêdawîstiyên wan û çewaniya çareserkirina pirsgirêk û giriftariyên dikevine pêşiya karûbarên saziyên edaletê hatin gotûbêj kirin û nirxandin.

Çewaniya beştirkirina karên saziyên dadweriyê û mehkemeyan mijareke din a civînê bû di vî warî de konseya dadweriya Kurdistanê daxwaz ji civata serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir piştevaniya xurtkirina mehkeman û edaletê li herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axavtinek kir û wî di axavtina xwe de got:
– Rewşa edaletê û mehkemeyan li herêma Kurdistanê pêwîstî bi reorganîzekirinê heye. Armanc ji vê civînê jî ewe ; çewa bikarîn saziyên dadweriyê bi awayekî rêkûpêk û bêteref aktîv bikîn ku, hemû hevwelatî rêz û hurmetê jê re bigirin.

Serokê hikûmetê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî pişevaniya desthilata dadweriy li herêma Kurdistanê bike:

– Em bi cidî kar ji bona piştgiriya desthilata dadweriyê dikin. Divê desthilata dadweriyê li herêma Kurdistanê bêteref be û ji maytêkirinên siyasî dûr be. Çênabe tu alî destê xwe bixin nav karûbarên mehkemeyan û desthilata dadweriyê, ji ber ku, bingehê her welatekî serweriya qanûnê û rêkûpêkiya mehkeme û desthilata dadweriyê ye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, hikûmeta herêma kurdistanê piştgiriyê li vekirina akademiya dadweriyê û rasvekirina qanûna dadweriyê dike. Serokê hikûmetê li ser çend daxwazên konseya dadweriya Kurdistanê razî bû weke; avakirina avahiya konseya dadweriyê û avakirina avahiyên mehkemeyan li Germiyan, Pîremegrun, Soran, Amêdî û teyînkirina karmendên pêwîst bo wan mekhemeyan biryar hat giertin.

Biryar hat dan ku, koordînatoreke di navbera serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û konseya dadweriyê li herêma Kurdistanê bê destnîşan kiirn. 

Back to top button