Li Rusyayê balafirek leşkerî kete xwar: 12 leşker mirin

0
13

Wezareta Parastina Rusyayê daxuyand ku balafirek barkêşî ya leşkerî ket û tê de 12 personelên leşkerî jî jiyana xwe ji dest dan.

Li navenda Rusyayê enqazê balafirê di navbera herêmên Tula û Oryolê de hate dîtin. Enqazê balafirê li ser qadekî berfireh belav bûye û li ser enqazê jî xebatên teknîk didomin.

Hate diyar kirin ku ekîbek 47 kesan digel 8 wesayîtê piştî rewşa xirab ya hewayê û xebatekî dijwar û zehmet ji enqazê re hate gihandin. Enqaz di nawa daristanekî de bû û tevahî personelên balafirê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Hawayî yê Rusyayê da zanîn ku gelek îdia hene ku ketine balafirê ji ber xerabûna motorêne ew îdia tên nirxandin û ji ber ewlekariyê, firîna van balafiran hat sekinandin.

Balafirên An-22’yê mezintrîn balafirên bi perwane tên naskirin. Di destê Hêzên Hewayê Rusyayê de 45 heb hene û pirrê wan ji 40 salî mezintirin.

Nerîna min :