Kultur

Keşîşxaneya 2 Hezar salî hate terk kirin

Yek ji kevntrîn Keşîşxaneya Bakurê Kurdistanê Morkiryakos ji xerabûnê ve rû bi rû maye.

Keşîşxaneya Morkiryakos di dema xwe de ii Qudusê hetanî Halebê ji bo herêmekî fireh Kêşeyan perwerde dikir. Lê îro deriya Morkiryakos li erdê maye û roj bi roj pûç dibe.

Keşîşxaneya Morkiryakos 2 Hezar sala ku li navçeya Êlih Qûbînê ( Bişerî ) û li gundê Dêrê Kira (Ayranci) tevî şer û talanê li ser piyayê maye. Morkiryakos ji dêr û keşîşxaneyên Mêrdîn û Midyadê kevntire lê îro ji ber nexweyîkiriyê di xeteriya de ye.

Keşîşxane yek ji kevntrîn navenda perestgehaye. Li ser Morkiryakosê şopên Zerduştî, Êzdayetî, Paganî, Suryanî û Ermenî jî hene.

Serokê Saziya Nasandin û Turîzmê yê Batmanê Emîn Bulut di derhaqa Morkiryakosê de da zanîn ku Keşîşxaneye Morkiryakos 2 Hezar sal ji bo kêşeyan xizmet dikir lê îro em dibînin ku derîyê Morkiryakos li erdê ye û kes xwedî dernakevin ji ber vê yekê em gelek xemgînin. Li ser mijarê bêeleqetiyê mezin heye . Berpirsyarên Muzeya Batman, Parêzger û Wezareta Turîzmê heye û ji ber guhnedayîna wan em gelek endîşedarin.

Heta niha li Êlihê bi hezaran berhemên dîrokî hatine derxistin lê ew hemî jî li Muzeyên Amed û Mêrdînê têne pêşandan. Ji salekî zêdetire Muzeya Batmanê jî hatiye vekirin lê ji xeynî kevirên gorê, berhemek dî nayên pêşandan.

Serokê Saziya Nasandin û Turîzmê yê Batmanê Emîn Bulut nerazîbûna xwe nîşan da û bang ji Parêzerê Êlihê kir û got: Divê Parêzgar û Wezareta Turîzmê li ser mijarê mijûl bibin û divê şart û mercên Muzeya Êlihê jî baş bikin.

Back to top button