Parîs Hîlton tê Amedê

Li Amedê seferberiyek mezin dan destpêkirin ku Parîs Hîltonê ji bo vekirina Otela Hîltonê li Amedê bibe.

Otelên Hîltonê ji sala 2006’an û vir ve li Amedê daxwaza vekirina Otelek dikir. Îro hat daxuyandin ku veberdêrê 20 mîlyon dolar hatiye xerckirin.

Otel li ser Geliyê Dîcleyê tê avakirin. Ji bo otelê 5 berecotê xaka Seyrantepeyê hatiye peyda kirin û tê gotin ku otel xwediyê 5 stêrk 11 qat û 182 kockêye.

Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sanatkarên Amedê Alîcan Ebedînoğlu daxuya kir ku avadaniya Hotela Hîltonê di 18 mehan de bê avakirin û ji bo vebûna otelê jî vexwendinek ji Parîs Hîltonê re bişînin.

Ebedînoğlu da zanîn ku bi taybetî jî, ji bo beşdarbûna varîsa Hîltonê ya Parîs Hîltonê digel Saziya Otelçiyên Tirkiye û Serokên Lijneya Rêveberiya Otelên Hîltonê hewldanek mezin bidin. Ger hewldanên me encamek bide wê çaxê em dikarin Beden û Kelayên Amedê jî, ji tevahî dinyayê re bidine nasandin.

Nêrînek

  1. Sipas ji hêja Medîn Amedî re îcar gelek baldariya rastnivîsê kiriye. \r\n\r\nTîpa “g” ya bi kumik a Tirkî hatiye bikaranîn ku em mecbûr nînin bo mînak bêjeyên Viyetnamî, Polonî hww. bi tîpên alfabeya wan binivîsînin ku ew jî Latînî bikartînin. Ev prînsîp bo Tirkî ye jî. Dinya tevayî bi vî prînsîpê dinivîsîne.\r\n\r\nWerin em Stêr û Stêr(i)k safî bikin. Pashpirtika +ik wekî +chen a Almanî wateya bichûktiyê, shîrîniyê dide. Li vir bo hotelan bi ya min a bash stêr e, ne ku stêrk. Mirov bash e ku bo stêran bi xwe jî wekî standard tenê STÊR bikarbîne.\r\n\r\nPeyva Otel bi ya min shash e lewra cîhan tevayî Hotel bikartînin, lê Tirkan bilêvkirina devkî ya Fransî bingeh girtine (ne ya nivîskî)ku hinekê komîk bûye.\r\n\r\nXanim Parîs Hîlton jî bi xweshiyê hatiye Kurdistanê. Hatine wê ji ya Abdullah Gul bixêrtir e ji bo me. Lewra qet nebe ew ji bi chend kesan kar peyda dike, lê Gul tê ji me re chîrokan dibêje.

Nerîna min :