Civak

Li Rojavayê Kurdistanê tûşbûyekê Koronayê hate tomar kirin

Birêveberê Encûmena Giştî ya Nexweşxaneya Qamişlo ragihand îro sêşem 28.04.2020 yekem pêketiyê Korona li parêzgeha Hesekê hate tomar kirin.

Li gor zanyariyan kesê pêketî jineke ser 50 salane li nexweşxaneyê hatiye razandin û tendirustiya başe.

Berî çend rojek jî Serokê Kurdistanê çar taqîgeh û laboratuwarên pişkinîna Koronayê ji bo Rojavayê Kurdistanê şand û heman demî de tîmekî pîsporên pizîşkî ku ji 25 kesan pêkhatibûn ji Hewlêrê ve çûne Qamişlo û pizîşkan fêr dikin û rahênana wan dikin.

Back to top button