Polîtîk

Li rojavayê Kurdistanê terora çekdarên PYDê berdewam e!

Li Rojavayê Kurdistanê terora çekdarên PKK/PYDê li himber kurdên niştimanperwer berdewam e. Çekdar rojana endamên PDKSê û herweha hevalbendên ENKSê direvînin, îşkenceyê li wan dikin û bê serûşîn gelek cara wan winda dikin û carna jî termê wan tavêjin deverekî ku malbatên wan bibînin. Ev terora çekdarê PKKê li rojavayê Kurdistanê dikin, tu cara rejima faşîşst a Baasê jî nekiriye.


Herî dawî li bajarê Dêrikê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê çekdarên PKK?PYDê ve hatin revandin.
Çekdaran 27ê Berfanbarê endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl ji nava bajarê Dêrikê revand.


Roja din jî çekdarên ku teröre dikin, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Heta niha sedema revandina her du endamên PDK-Sê nehatiye zanîn û daxwaza berdana dimildest a wan her du hevalên xwe kir.


Ji destpêka damezirandina hêzên asayişê li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012an ve, endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS de ji aliyê wê ve tên revandin û girtin û ofîsên wan jî tên şewitandin. Berpirsên ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê dikin ku berpirsyariyê hilgire û sînorekê ji van kiryaran re deynin.

Back to top button