Cîhan

Em ê dostaniya Fransa û Kurdistanê biparêzin

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd, di derbarê bûyerên Parisê de daxûyaniyek ragihand. Diakurd di daxûyaniya xwe de balê dikşîne li ser dostaniya Lurdistanê û Fransa û dibêje: Fransa di parastina statuya Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî di dorpêça piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê de di qada navnetewî de giraniya xwe wek dewlet ji bo berjewendiya statuya Başûrê Kurdistanê danî…

Ev deqê daxûyaniya DIAKURDê ye:

Dewleta Fransa bi hemû dezgeh û saziyên xwe yên fermî terora li dijî Navenda Çanda Ahmet Kaya bi tundî şermezar kir, serxweşiya xwe pêşkeşî civata Kurd ya Fransa kir. Rojên piştî êrîşê Fransa di asta herî bilind de, Serokkomar Emmanuel Macron û şaredarê navçeya 10an ya Parîsê Alexandra Cordebard hest û xemgîniya xwe anîn ziman. Wezareta hundir û ya dadê soz dan ku heta dawiyê dê hewl bidin lêkolînan li ser sedem û motîvên êrîşa terorê bikin û bo raya giştî rabigehînin. Di gelek dezgehên fermî de ala Kurdistanê di tenîşta ala Fransayê hat bilind kirin, terora dijî kurda li Fransayê wek roja xemgîniyê hat ragihandin.

Fransa di rojên herî zehmet ên kurda de, wek dewlet di asta navneteweyî de bi hemû hêz û qeweta xwe li ba gelê Kurdistanê cih girt, alîkariyên xwe yên giranbiha pêşkeşî Kurdistanê kir. Alîkariya siyasî û mirovî ya Fransa piştî komkujiya Helebce, Enfal, Raperîna 1991 an, ji biryara NY ya 688an heta şoreşa Rojavayê Kurdistanê  tu carî nayê ji bîr kirin. Hezaran mirovên kurd bi saya van alîkariyan ji bin zext û zordestiya dewletên dagîrker xilas bûn.

Fransa di parastina statuya Başûrê Kurdistanê de, bi taybetî di dorpêça piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê de di qada navnetewî de giraniya xwe wek dewlet ji bo berjewendiya statuya Başûrê Kurdistanê danî. Heta roja îro jî dev ji vê helwesta xwe bernedaye.

Fransa herwiha di şoreşa Rojava de jî roleke gelek girîng lîst, li hember cîhadîstên Daeshê bi kurda re tifaq pêk anî. Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Fransa û dewletên din yên hevpeymanan Daeshê têk birin.

Dewleta dagîrker ya Tirkiye bi çendîn caran zext li ser dewleta Fransa danî ku tifaqa navbera kurda û Fransa xira bike, lê bi ser neket.

Fransa wek dewlet dostê me yê stratejîk e. Em alîkariya wan ya ji bo gelê Kurdistanê tu car ji bîr nakin. Em girîngiyeke mezin didin ev hevaltî her berdewam be, bihêztir be, bibe mînakek ji bo komelgeha navneteweyî.  Hemû kurdên ku li Fransayê dijîn divê rêz li yasa û rêbaza Fransayê bigrin. Wek Diakurd em hemû tundî û tîjî li hember dewleta Fransa û dezgehên wê yên fermi nerast dibînin.

Kurdên diaspora divê li ser vê pirsê bi helwest be û rê nede kesên xêrnexwaz hevaltiya kurda û dewleta Fransa xira bikin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
28/12/2022

Back to top button