Polîtîk
Li Rojavayê Kurdistanê êrîşê bingehên Amerikî kirin

Li Hasekê rojavavayê Kurdistanê bi dronan êrîşê du bingehên hevpaymaniya kirin.
Rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” da xûyakirin ku, wan bi rêya dronekê baregeh Xirbit El-Cîr ya hêzên Amerîkayê, li bajarokê Rimêlanê kirine armanc.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî daxûyakirin ku, milîsên Îranê bingeha Şedadê ya Amerîkayê li gundewarê Hesekê bi mûşekekê kirine armanc.
Ti zanyarî derbarê herdu êrîşan de, nehatine ragihandin.
Ev yek piştî wê tê, duh jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşek bi rêya dronekê li ser bingeha El-Omer li Dêrazorê şikandibû.