Cîhan
Berpirsek mezin ê Hemasê hat kujtin

Cîgirê Serokê Polîtburoya Tevgera Hamasê, Salih El-Arorî, li Beyrûdê encama êrîşrke artêşa Îsrail de hate kujtin.
Li gora daxûyaniya Hemasê di êrîşa Îsrailê de, berpirsê wan Salih El Arorî di encama êrîşeke îsrailê de hatiye kujtin.
Li gora ragihandina medya Libnanî de, Îsrail bi dronekî êrîşê bingeheka Hizbillahê ku ofîsa berpirsên Hemasê jî libû, li başûrê Libnanê kir û teqinek mezin rûda. Di teqînê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê jî ragihand, droneke Îsraîlê ofîsa tevgera Hemasê li taxekî Başûrê Beyrûtê ku asêgeha Hizbullahê ye, bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Salih Arori cigirê serokê Hemasê ye.