Kultur

Li Rojavayê Kurdistanê Dibistana Kenanê Egîd vebû

Li Rojavayê Kurdistanêli gundê Mezrê gêrêdayê qeza Dêrikê Dibistane kurdî hate vekirin. Navê tekoşerê kurd yê naskirî Kenanê Agîd li dibistanê hate kirin.
Dibistan a Kenanê Agîd dest perwerda xwe bi zimanê kurdî kir û roja vekirina dibistanê de şagirt gelek bi coş bûn.

Kenanê Egîd (1938-19960

 

Kenanê Egîd, kesayetek siyesîyê navdar yê Kurdistana Rojavabû. Ji berî avakirina Partiya Demokrata Kurd li Suriye damezirandina yekitiya lawên demokratên kurd de cih girt. Herweha di avakirana Partiya Demokrat a Kurd li Suriye cih girt û rolek berbiçav leyizt.

Kenanê Egîd gelek caran ji ber xebata xwe ya di nav rêzên PDK-ê de hatiye girtin û tu caran serê xwe li ber dijmin netewandiye. Dr, Nureddin Zaza pirtuka xwe de behsa berxwedan Kenan di zindanê dike.

Ew di zindana de her demî wek sembola berxwedanê bû. Kenanê Egîd siyasetmedarek li ser rebaza Barzanî  bû.

Kenanê Egîd di zîndanê de

 

Sala 1973-ê dema ku endamê mekteba siyasî ya partiyê bû ji aliyê rejima Suriyeve hat girtin û herweha 9 salan di zindanê de ma.

Kenanê Egîd sala 1996-ê bi encama nexweşiyek giran çû ser dilovaniya xwe.

 

Hinek wene ji Dibistana Kenanê Agîd

Back to top button