Polîtîk

Divê rola kurdan di civata surî de li ber çavan bê

 Heyeta Kurdistanê: Pirsa kurd pirseke girin a acendeya paşeroja Suriyeyê ye

   
       

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisn serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê pêk tê, li bajarê New Yorkê digel mebûsê daîm yê Îraqê li Neteweyên Yekgirtî (NY), civata peywendiyên derve û Jeffry Feltman civiyan û beşdarî di panela civata têkeliyên derve de kir.

Di civîna digel Hamid Beyatî mebûsê daîm yê Îraqê li NY de, rewşa siyasiya Îraqê û ew xebatên tên kirin ji bona derbasbûn Îraqê ji wê kirîza têde ye, hatin behis kirin.

Şandye herêma Kurdistanê li civta têkeliyên derve (CFR) ku, saziyeke hizrî a tybete bi karûbarên siyaseta derve a Amerîkayê ve ye, digel Rîçard Has serokê civata peywendiyên derve civiyan û di civînê de kirîza siyasiya Îraqê û rewşa Suryeyê û tesîra wê li ser deverê hatin behis kirin.

Heyeta herêma Kurdistanê behsa kirîza siyasiya Îraqê û ew astengiyên gefan li ser demokrasiyê, pêkvejiyanê û îstîqrarê li Îraqê dikin berçav kirin û helwesta hikûmeta Kurdistanê a li hember pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, madeya 140ê û qanûna neft û gaze diyar kir. Heyeta Kurdistanê ji berprisên amerîkî re tekîd kir ku, ev pirs hemû bi tenê li gor destûra Îraqê dê bên çareser kirin.

Li dor rewşa Suriyeyê jî, şandeya herêma Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê dixwaze gelê surî ji wê aloziyê xilas bibe û civaka navdewletî, weke pabendûneke siyasî û mirovî, çênabe li hember wê karesatê bêdeng bimîne.

Fuad Hisên û Felah Mistefa bi amadebûna Rexde Derxam beşdarî di panela civata têkeliyên derve ku, gelek kesatiyên siyasî, lêkolînevan, pispor û şareza û mediyakar tê de amade bûn kir.

Di vê panelê de, şandeya Kurdistanê behsa rewşa siyasiya Îraqê û Kurdistanê, aramî û îstîqrariya herêma Kurdistanê, kirîza siyasiya Îraqê, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ku, ev çend sale bê çareserî mane kir û tekîd li wê yekê kir ku ev pirs hemû dikarin li gor destûr, diyalog û rêkeftina Hewlêrê bên çarserkirin.

Li dor kontiraktên neftê yên ku herêma Kurdistanê digel kompnaiyên biyanî îmzakirine, şandeya herêma Kurdistanê careke din tekîd kir ku hemû ew kontiraktên di ware neftê de herêma Kurdistanê digel şirket û kompaniyên biyanî îamza kirine li gor destûra Îraqa federal hatine îamza kirin û hatina kompaniyên mezin yên cîhanî bo herêma Kurdistanê ku di ware neftê de investkeriyê bikin nîşana rastî û dirustiya siyaseta herêma Kurdistanê a di ware neftê de ye “lê mixabin, roj bi roj Bexda astengiyên zêdetir bo kompaniyên neftê dirust sike.”

Li dor helwestê herêma Kurdistanê li hemebr Suriyeyê, şandeya herêma Kurdistanê di panela civata têkeliyên derve li New Yorkê got ku, herêma Kurdistanê li hember şahîdkirin û koçbarbûna hevwelatiyên surî dilgiran e û got ku divê civaka nevdewletî sînorekî bo rewşa aloza surî dane. Şandeya herêma Kurdistanê behsa koçberên kurdên surî yên li herêma Kurdistanê û pirsa kurd li Suriyeyê kir û got: “Pirsa kurd pirseke girin a acendeya paşeroja Suriyeyê ye, divê rola kurdan di civata netewiya surî de li ber çavan bê girtin û welatê Suriya ji hemû pêkhatên surî re be.”

Her li New Yorkî, şandeya herêma Kurdistanê digel Jeffry Feltman cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên siyasî û serokê beşê siyasî li NY civiya.
Di civînê de şandeya Kurdistanê behsa rewşa Îraqê, giringiya pabendbûn bi destûrê, rewşa Kerkûkê û deverên nakokbar û rola NY di çareseriya kirîza siyasiya Îraqê de kir.

Şandeya herêma Kurdistanê daxwaz ji NY kir ku, weke saziyeke xwedî tecrûbe bikare zêdetir rola xwe di çareserkirin û cîbicîkirina madeya 140ê de li gor destûra Îraqê bibîne.

Her du aliyan behsa rewşa jiyana koçberên surî yên li herêma Kurdistanê kir û şandeya Kurdistanê sipasiya UNHCR kir ku, digel herêma Kurdistanê alîkariya koçberan dike.

Back to top button