Li Çewlikê 27kes hatin desteserkirin
Vê sibê (13.09.2012) seet di 05.00 an de, li navçeya Çewlikê li Kanîreşê (Karliova), li dijî avahî û malên BDP’yîyan operasyon hat lidarxistin. Operasyona ku di berbangê sibe de, di bergeha “operasyonên KCK”ê de hatiye lidarxistin de, di nav de Cîgirê Şaredarê Kanîreşê Selim Yildirim jî heye, 27kes hatin binçavkirin.
Operasyon, ji aliyê fermandariya cendermeya Kanîreşê, polîs û hêzên taybet ve, li dijî navçe û gundan pêk hatiye. Di serdegirtina malan de, bi taybet malên BDP’yîyan hatine hedef girtin.
Di encama operasyona binçavkirinan de, het niha navên ku eşkere bûne û hatine binçavkirin ev in: Cîgirê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, Serokê Navçeya Bajêr a Kanîreşê yê berê Şemsettin Ozen, Nevzat Azak, Umît Oz, Lutfî Karabag, Ferît Karabag û Reşît Ozen.