CHP naxwaze pêwendî li gel Kurdistanê hebin
Cîgirê serokê CHP-ê Faruk Logoglu bi daxuyaniyekî rexneyek tund li tarik Haşimî cîgirê serokkomarê Iraqêkir.
Piştî dadgehekîli Bexdayê biryara darvekirina tarik Haşimî dayî, Haşimîli Tirkiye konferansek rojnemevanî dabû xuyakirin ku ew vê biryarê nasnake û Malikî rexne kirîbû.
Li ser vê yekê Logoglu da xuyakirin ku, daxuyaniya Haşimî dibê sedem ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraqê têkdiçe û Tirkiye berê xwe dide Bakurê Iraqê.
Cîgirê serokê CHP-ê dibêje ku, Haşimî pirsgirêkan peyda dike û naxwaze pêwendiyên Enqere û Bexdayê baş bibin. Haşimî welê dike ku hêdî pêwendi di navbera herdu welatn de neyên danîn.
Berdewambûna daxuyaniya xwe de Logoglu dibêje, dema pêwendiyên Tirkiye li gel Bexdayê xirab dibe, Tirkiye berê xwe daye Bakurê Iraqê û pêwendiyan li ser petrolê li gel hukumeta herêmê pêktine. Hukumeta nawendi ya Iraqê naxwaze Tirkiye li gel hukumeta herêmê girêbestên petrolê çêbike.
CHP naxwaze pêwendiyên hukumeta Tirkiye li gel hukumeta herêma Kurdistanê pêwendiyan deyne û dixwaze eger pêwendiyek li gel hukumeta Kurdistanê bête dayîn dive rêya hukumeta Bexdayê re be.
Ev daxwaziya CHP-ê hevkariya siyaseta Nurî malikî dike û CHP bi vê daxuyaniyê eşkere dike ku, ew hukumeta Kurdistanê nas nakin û hertişt dive li gel Bexdayê be.