Polîtîk

Gelo Serok Barzanî dike başdarî kongreya AKPê bibe?

Gelo Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî, beşdarî kongreya AKPê dibe? 

Rojnamevanê rojnameya bi navê Yenî Şafakê Abdulkadîr Selvî, ku ew kesekî gellekî nêzika hikumeta AKPê ye, di qunciknivîsa xwe a îro de diyar kiriye ku, Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî, daweta AKPê a beşdariya kongreya partiyê qebûl kiriye û ligel Serokdewletê Almanya yê berê Shroder, wê beşdarî kongreyê bibe.

Ev beşa nivîsa Abdulkadîr Selvîyê ku îdia kiriye, Serok Barzanî wê beşdarî kongreyê bibe wiha ye: “Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Omer çelik, ji ber ku berpirsyarê têkiliyên bi derve re peywirdar e,  ji aliyekî jî, bi mêvanên biyanî yên ku dike beşdarî kongreyê bibin re eleqedar dibe. Mesut Barzanî û Serokdewletê Almanya yê berê Shroder diyar kirine ku wê beşdarî kongreyê bibin.”

Kongreya AKPê, wê 30ê Îlonê bê lidarxistin. 

 

Back to top button