Civak

Di kuştina Eşref Bitlis de belgeyek nû

 

Sersawciyê Enqerê ji bo kuştina serleşkerê giştî yê Cendirmeyan Eşref Bedlîs ku di 1993an de helîkoptera wî anîbûn xwarê û miribû, dest bi lêpirsîneke nû kiriye û ji Parlemana Tirkiyê belgeyên nû derheq wê rûdanê de xwestine.

Roja 17ê sibata 1993an, Eşref Bedlis ji Enqerê diçû Diyarbekirê û piştî ku helîkoptera wî bi hewa ketiye demekurtek şûnde terabûye û li taxa Yenimeheleyê daketiye ser avahiya Postê. Di bûyerê de Eşref Bedlis, sê amirhêz û yek serbazek û karmendekî postê mirine.

Mirina Eşref Bedlis jî weke ya gelek kesên dî, kirin xewn û bobelat û rengê rûdaneke hewayî danê. Lê belê va ye gelek belge derketine holê ku Bedlis jî hatiye kuştin.

Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button