Li Rojavayê Kurdistanê Dadgehekî Navdewletî datînin
Li gor zanyariyan Amerîka û HSD amadekariyê ji bo dadgehek amade dikin ku terorîstên Da’îş têde bêne dadgeh kirin. Li vê demê de jî guftûgoya Amerîka û terorîstên girtiyên li girtixaneya Heseke destpêkiriye ku rêgiriyê li hewla revîna wan bê kirin.
Hêzên Sûriye Demokrat ragihandiye ku ew hewlên revîna ji girtîxaneyan hatine kotrolkirin lê belê hinek rojname eşkere dikin ku ew hewlên girtiyan berdewame û eve jî wiha li Amerîka kiriye ku tîmek bişîne nav terorîstên girtî ku li gel wan danustandinê bikin û dawiyê bi hewlên wan bidin.
Heman demî de behsa ewe jî tê kirin ku Amerîka dest bi amadekariyê kiriye bo ku cîhek ji bo dadgehê bê danîn ku dest bi dadgeh kirina wan terorîstan bikin ku li girtîxaneyê de ne.
Rojnameya “Erebî Cedîd” jî îro li raporek da behsa ewe kiriye roja yekşema derbasbûyî peyvdarê HSD ragihandiye, kontrola wê hewla revîna terorîstên Daîş yên li girtîxaneya Senae ya li taxa Giwêran ya li bajarê Heseke kirine. Lê belê bi berevajiya ragihandina HSD derdikevê ku hewla revîna wan berdewame, ji ber ku Amerîka dest bi danustandina li gel terorîstên Da’îş kiriye heta dawiyê li van hewlên wan bîne.