Cîhan

Li Reyhanli teqîn: 41 mirî û 100 birîndarin

Li Tirkiye bajarê Antakya li navçeya Reyhanli du teqînên gelek bi hêz çêbûn. Di encama teqînan de heta niha 41 kesî jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 100 kesî jî birîndarin.

Li gora berpirsên Tirkiye didin xuyakirin gelek ji birîndaran giranin û her tim mimkine ku hêjmara mirîyan zêde bibe. Berpirsên Tirkiye di vê derbarê de daxuyanî dan û ji bo vê bûyerê  rejima Esed tawanbar dikin.

Back to top button