Civak

Li Rebia Ala Kurdistanê bilin bû

Li gora agahdariyekî roja  12.09.2017ê,  li bajarokê Rebîe yê ser bi Parêzgeha Neynewa alaya Kurdistanê bilind bû.Li gora nûçeya bas News, çavkaniyeke navxweyî ragehand ku, nûnerên partiyên Kurdistanî û hêzên Asayîşan alaya Kurdistanê li ser bajarokê Rebîe bilindkirin.Heman çavkaniyê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku, bilindkirina alaya Kurdistanê li wî bajarokê ku, dikeve sînorê navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya Herêmê bo wê yekê ye ku, ew bajarok li referandomê de beşdar dibe.Bajarokê Rebîe dikeve bakurê bajarê Mûsilê li ser sînorê Sûriyê û yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya Herêmê ye.Heta sala 2014 ew bajarok dibin desthilata hikumeta Iraqê de bû û ji Hezîrana wê sale ve ji aliyê DAIŞê hatibû dagîrkirin û piştî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate rizgarkirin.

Back to top button