Polîtîk

Li Qamîşlo 20.000 xwepêşander

Li Surî li bajarên cuda cardin piştî mêja înê xelk daketin kolana û dijê rejima Esad dest xwepêşandanan kirin. Cardin wek her car hêzên ewlehiya Surî bi tundî êrîş birin ser xwepêşandanan û cardin xwîn rijandin. Li gora çelakvanên Surî radigihînin di xwepêşandanan de 11 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Surî ve hatine kuştin.

 

(Wene: Ji mediakurd)

Di xwepêşandanên roja înê de li bajarên Surî pişgiriya Qamîşlo dihat kirin. Li Humsê xwepêşandanan sloganên “ Bi can bi xwîn em tera Qamîşlo“ avêtin. Di vê şerşovê de xwepêşandanên roja Înê wek pişgiriyek ji Qamîşlo hatin nirxandin.

Herweha roja Înê xwepêşandana heta niha herî girsehî li bajarê Qamîşlo pêk hat û zêdeyî 20 hezar kes di xwepêşandanan de amade bûn. Di xwepêşandanê de ala Kurdistanê û weneyên Mîşel Temo hatin rakirin.

Back to top button