Polîtîk

5 serokê bajarvaniyê ji kar hatin dûr xistin

Serokê bajarvaniya Şirnexê Ramazan Uysal, serokê Bajarvaniya navçeya Hezexê Resul Sadak, serokê bajarvaniya navçeya Silopî Emin Tugurlu, serokê bajarvaniya Cizîrê Aydin Budak(sala 2009-ê hatibû girtin), serokê bajarvaniya Uludere Şukran Sincar bi biryara wezereta Navxwe ji karên wan hatin dûr xistin.

Herweha li gel 5 serokên bajarvaniyan  nêzikî 21 endamên meclisên bajarvaniyan jî ji kar hatin dûr xistin.  21-ê meha Îlonê li gel sê serokên bajarvaniyê gelek kesên din bi tuhmeta endametiyê KCK-ê ji aliyê polisan ve hatibûn binçavkirin û dadgehê biryara girtina wan dabû. Niha jî wezereta navxwe biryara dadgehê dike sedem û wan ji karê wan dûr têxe.

Back to top button