Li Qamîşlo rêxistina jinên PDKSê rewşa siyasî nirxandin
Roja 18.06.2020ê rêxistina jinên PDKSê li bajarê Qamîşlo semînerek li darxist.Babetê semînerê pirsên rêxistinî û siyasî bûn. Di semînerê de berpirsên partiyê yên rêxistinî û endamên rêxistina jinan amadebûn.
Di despêka semînerê de Lawa Delî berpirsa rêxistina jina xêrhatina endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
M.Hesen Remzî , li ser rewşa siyasî axavtinek kir û behsa bûyer û pêşahteyên dawî yên siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li li rojavayê Kurdistanê kir.
Di civînê de, bi ferehî li ser hevdîtin û lihevkirina di navbera navbera Encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî ji bo Yekîtiyê û yekrêziyê û yek helwesta kurdî de, û rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ser piştgiriya wan ji bo dosya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê axifî.
Gelek berfirehî û taybetî li Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ku li Der heqê wan de tê kirin bû babetek yê civînê.