Civak
Li Pirsûsê kesekî birayê xwe kuşt
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di şerê çekdarî de Yilmaz Denîz (38) jiyana xwe ji dest da.
Hat îdiakirin ku di navbera du birayan de ji ber nakokiya erd nîqaş derketiye. Nîqaşa ku derket di demeke kin de veguherî şerêkî çekdarî. Di dema şer de Yilmaz Denîz ji aliyê birayê xwe Mehmet Denîz ve bi çekê hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Li ser agahiya kesên dengê çekan bihîstin gelek ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li ser lêkolîna ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, hat diyarkirin ku Yilmaz Denîz jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Yilmaz Denîz ji bo otopsiyê birin Rihayê,
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, xebatên ji bo girtina Mehmet Denîz ji aliyê cendirmeyan ve berdewam dikin.