Li parêzgeha Musilê dengên PDKê zêde dibin

Berendamên PDKê li sînorê parêzgeha Mûsilê dibêjin, heta niha ew nikarin bi azadî biçin Mûsilê û bangeşeya(propaganda) hilbijartinan bikin, ji ber ku metirsî li ser jiyana wan heye bi destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê, lê dîsa jî dê dengên PDKê li Mûsilê zêde bibin ji ber 2 sedeman, ew jî ya yekem, ji ber ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji koçberan re vekir û ya dûyem jî, ji ber ku piştî azadkirina Mûsilê yekem alî ku alîkariya Mûsilê kiriye, Herêma Kurdistanê bû.Berendamê PDKê yê hejmare 1ê li parêzgeha Mûsilê Ebdulezîz Gergerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me dest bi bangeşeya xwe kiriye û niha zêdetir em li nava kampên koçberan bangeşeyê dikin, lê ji ber hebûna Heşda Şeibî me nikariye biçin Mûsilê û li wir bangeşeya xwe bikin, ji ber ku metirsî li ser jiyanana me heye. Ger ne ji wan gefên Heşda Şeibî bana emê çûbana cem xelkê ku dê dengê xwe bidin lîsteya 184 a PDKê. Jibilî Kurdan dê Ereb û pêkhateyên din jî dengê xwe bidin bidin PDKê, ji ber ku ew PDK wek bergirîkar ji xwe re dibînin.”Wî berbijêrê PDKê wiha got: “Eger xelk baweriya xwe bide PDKê, dê yek ji karên me ew be ku em hewl bidin madeya 140 cîbicî bikin, ji ber ku gelekî girîng e ji miletê Kurd re. Herwiha emê hewl bidin ji bo vegerandina koçberan bo ser mal û bên qerebûkirin û navçeyên wan bê avedankirin, ku Hikûmeta Iraqê heta niha tiştek ji wan re nekiriye.”Ji aliyê xwe ve, Berbijêrê PDKê yê hejmara 2 Seîd Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelek alîgirên me li Mûsilê hene û divê em serdana wan bidin. Eger xelkê parêzgeha Mûsilê dengê xwe bidin me, emê bibin bergirîkar ji wan re û emê kar bikin ji bo ewlehiya navçeyên wan.”Berbijêrê PDKê yê hejmare 39 yê PDKê Şerqî Mihemed jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dengên PDKê dê li Şingal û parêzgeha Mûsilê zêde bibin, ji ber 2 sedeman, ew jî ya yekem, ji ber ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji koçberan re vekir û ya dûyem jî, ji ber ku piştî azadkirina Mûsilê yekem alî ku alîkariya Mûsilê kiriye, Herêma Kurdistanê bû.”

Nerîna min :