
Nabe mirov ji xiyanetê re li çepka bêxe û helwesta wan meşrî bike.Li Kurdistana Başûr ji bo parlementoya Iraqê hilbijartin têne kirin. Partiyên Kurdistanê jî li gora xwe ji bo çend kursiyan destpêxin propagandeya xwe dikin. Lê pirsa Kurdistanî bûye pirsa herî girîng. Hinek partî û aliyên siyasî ji bo pêkanîna referanduma serxwebûnê îmza xwe avêtine û li ber raya Gişti ya Kurdistanê û medyayê vekirî gotine : Em ji bo referandumê dibêjin ERÊ. Lê îro dema propagandayê de li gotinên xwe xwedî dernakevin, vê yekê dikin wek tawanekî û hewldidin bêxin stûyê PDKê û serok Barzanî de.Gelek vekirî îro gotara van aliyên siyasî ku kaşo xwe Kurdistanî didin nasandin û gotara dewletên dagirker di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de yek e. Ev bi zelalî tê wateya ku ev alî di bin bandora dewletên herêmê yên dagirker û Bexdayê bi xwe de li Kurdistanê siyasetê dikin.Tişta ku ji berî 8 mehan ji bo referandumê gotîn û tişta îro ji % 100 dijê gotara xwe bi xwe dibêjin gelek balkêşe û rastiya xwe de ew heqaretê li gelê Kurdistanê dikin. Yan gelê Kurdistanê bê zakirê û hizir dihesibînin yan jî ehlaqê wan yê siyasî vê rêya xirab dide pêşiya wan.Pirsa referanduma Kurdistanê ne pirsa PDKê bi tenê ye , pirsa serxwebûnê pirsa azadkirina neteweyekîye. Îro PDK doza vê pirsê dike. Elbet dema kurd behsa serxwebûna Kurdistanê bikin, dê bedelê vê hebê û kesek serxwebûna welatê te li ser sifreyekî pêşkêşî ta nake. Lê eger mirov di nava xwe de ewqas bi rihê bindestiyê siyasetê bike , ev yek tekoşîna serxwebûnxwaza jî zehmettir dike. Yan divê mirov van aliyên dijê destkeftiyên Kurdistanê siyasetê dike Kurd nehesibîne û li gora wê rêya siyaseta xwe kifş bike, yan jî qebûl bike ku bedelê serxwebûnê ji bo helwesta van aliyên ne Kurdistanî gelek girantir dibe.Lê her kurdek û aliyek siyasî ku doza serxwebûnê dike, divê van aliyan ji aliyê siyasî ve tazî bike û pêwendiyên wan yên qirêj û sîxûrî bêxwe berçavê milet.Kesayetek wek Behrem Salih , belkî ji aliyê gelek kurdan ve wek insanek zana, rewşenbîr û bîrever tê naskirin. Lê di rastiya xwe de eger hebê jî van xûsîyetên xwe ji bo gelê Kurdistanê bi kar nayne û di xizmeta siyaseta Bexdayê de û bi pereyên Bexdatê siyaseta xwe li Kurdistanê rêve dibe. Bawerim gerek carê dîroka jiyana hinek kesayetên ku derdikevin holê û îdaayên mezin dikin, ji gelên Kurdistanê re bidin nasandin û xelk rastiya wan bibîne. Wek mînakekî, pêwendiyên Salih li gel Bexdayê çine? Salih di mea 16ê Oktobêrê de li kû sekinî û helwesta wî çibû? Ez bi xwe gelek meraqa bersiva van herdu pirsan dikim.Tevgerên wek Goran ku gelek çep wan pêşverû dibînin , Komala Îslamî û partiya Berhem Salih çikas Kurdistanine , divê ev yek wek bingeh bête dîtin. Ew tenê ji bo dijitiya Barzaniyan û destkeftên Kurdistanê bû ne partî û siyasetê dikin.Nabê gelek, ji kesên Kerkûk firotin û mil dan milê Baxdayê re li çepka bêxe.Lê dîrokê dayê xûyakirin ku, çikas aliyên ji bo destkeftina mafên netewî xebatê dikin deravên tengre jî derbas dibin, pêşeroj ya wan e û ya gelên Kurdistanêne. Meymûnên siyasî her demî derdikevin holê û temenê wan ne dirêje. Dê van hilbijartinan de serkeftin ya gelê Kurdistanê û aliyên destkeftiyên netewê kurd diparêzin be. 24.4.2018Dara Bilek