Kultur
Li oxira baranê
Li oxira baranê
Li Zagrosan hûn teyrikên bê bask bûn
Çem çiyan digeryan
Şemalî baxî rojhilat bûn
Barana we ji keldûmana Dicle ferat,
Du Zab arasin…
Sêdarvanê komara Leglegan
Hûtê srgoyan
Çekçekolên petrolan
Destên wan li we geryan
ji fira we tirsyan !
mîna hîmê volkanî hildikişin ser sêdarê
di kulma we de firîkên genim,
şolik û nîskê vê buharê
we li ber bayêreş
ji mejyê birçî re dêrand
û min ji ber we ve
sê tif dane riwê celadan mirvan
Beşîrê Mele