Destana Hindirîn, Serkeftina Bêwêne – Mesûd Barzanî
Destana Hindirîn, Serkeftina Bêwêne
Mesûd Barzanî
” Ji bo salvegera Destana Hindirîn, ez wekî Pêşmergeyekî şahidê wê destana mezin, rûdawên vê destanê min çawa dîtibe dixwazim, wiha bigihînim nifşa me ya nû”
Dîroka me nasnameya me ye
Dîroka me beşeke ji hebûna me. Bi serhatiyên me yên tehl û şîrîn, rabûn û rûniştinên me, têkoşîn û berxwedanên me, nasnameya mene. Ji bo nasîn û şarezabûna gelan bi tenê yek rê heye ku ew jî xwendina wan ya dîrokêye. Ji bo wenda nebûna nasnameya neteweyî jî, nişf li dawiya nişfê me pêwîstî bi bîranîna dîrokê heye, mebest jî ne eweye ku bi tenê çavê me li pêşerojê be û deynin ber rewşa xwe ya niha, ji ber ku mebest eweye ku em bizanîn ji ku ve hatine û ber bi ku ve diçîn, wane li pêşerojê wergirîn û çav vekirîtir ber bi paşarojê ve hengavan bavêjîn.
Mebesteke me yê din jî ji dîtina dîrokê, bîranîna qehremanî û comerdiya wan xortên dilsozê gelê mene ku dîroka serfiraziya gelê me, bi xwîn û canê xwe tomar kirine. Destanên şoreşa mezina Eylûlê jî gelekin ji mînakên wan jin û zilamên ku ji bo dost û dijminên xwe selmandin ku îradeya gel bi hemû astengekî ve bê girtin û bi çek û zordariyê jî hengavên ber bi azadî û serfiraziyê nikarin rawestînin.
Destana 12 ê Ayar(Gulan) sala 1966 çiyayê Hindirîn jî, yek ji wan rûpelên serbilindî û berxwedana dîroka gelê meye. Îro li salvegera wê destanê da cihê xwe ye ku balê bikşînim li ser girîngiya dîroka wê rûdawê û bi bîranîna wan qehremanan jî bikîn ku canê xwe bi wêrekî derxistin ber planê dijminên wê demê binpêkirin û ber bi dîroka îro ya azadî û serfiraziyê ve guhertineke mezin kirin.
Ew qehremanên ku beşdarî li wê destanê da kirin gelekin û hinek ji wan li wê destanê de an jî piştî wê canê xwe bexşîn û hinek ji wan li jiyanê de nemane û hinek ji wan jî heta niha li xebata xwe de berdewam dikin. Lê belê li vê çarçêweyê de, li vê babeta kurt de cihê wan hemû ezîzan nabê ku bi bîrbînim, ji bo wê yekê li vê babetê de bîranîna hinek ji wan qehremanan, hêmayeke azayetiya hemûyane.
Rewşa siyasiya Iraqê berî Destana Hindirîn û plana bi navê (Tewekkeltu Alallah)
Rejîma Abdulselam Arif li sala 1966 an de hewl dida pêgeha xwe bihêztir bike. Li wê demê yek ji bernameya wan ew bû ku şoreşa Kurd bişkînin. Ew nakokî û du berekiyên ku wê demê li nav partî de hatibûn holê, wêrekiyeke zêdetir da rejîmê wê ramana hatibû xeyala wan ku tayê teraziya hevsengiyê aliyê wan de giran bûye û dikarin bi planeke têr û tije dawiya şoreşê bînin. Ew plan û nexşeya ku ji bo vê mebestê jî hatibû amade kirin bi (Tewekkeltu Alallah) hate binavkirin. Darêjerê vê planê jî Wezîrê Ewlehiya wê demê wate Lîwa Rukin Abdulezîz Uqeylî bû ku kesekî ji mejî heta xwîberên xwe dijî Kurd bû. Biryara wan wiha bû ku vê plana xwe li 15 Nîsana 1966 bixin warê bicîhkirinê û hemû amadekariyên xwe kiribûn. Lê belê, li rêkefta 13 Nîsanê wate berî 2 rojê dema xwe helîkopterê Abdulselam Arif hilgirtibû qaşo bi sedema bagerekî li başurê Iraqê kete xwarê û ew û çendîn berpirsên payebilind jiyana xwe ji dest dan. Ev rûdaw plana wan paşxist. Mirina Abdulselam Arif bû sedema dest ji kar vekêşana kabîneya Tahir Yehya û hatina ser karê kabîneya Abdurehman Bezaz. Her wiha li vê demê de gengeşe li ser cîgirê Abdulselam destpêkir û paşê bi danîna Abdurehman Arifê birayê Abdulselam bi Serok Komar, dawiya nakokiyan anî û Abdul’ezîz Uqeylî jî ku ji daxwazkarê posta Serok Komarê bû, dest ji karkêşana xwe ragihand û Abdulrehman Bezaz kabîneya nû pêkanî û Lîwa Rukin Şakir Mehmud Şukrî wekî Wezîrê Ewlehiya nû dest bi kar bû.
Abdulrehman Arif li navbera peyama aştî û zexta şerxwazan da Serok Komarê nû wekî birayê xwe kesekî şerxwaz nebû û daxwaza wî li aştî û xwe dûr girtina li rû bi rûbûnên çekdarî bû, lê belê dibe ku desthilata wî li ser leşkeran de jî nebê. Li 18 ê Nîsana 1966 an de civîneke rojnamevanî saz kir û têda daxwaz ji Kurd kir ku ji bo dabînkirina aştî û selametiya nîştiman hevkariyê birayên xwe yên Ereb bikin. Her wiha 10 roj piştî wê daxûyaniyê jî li 28 ê Nîsanê birêz Zeyd Ehmed Osman şande Gelale li cem Barzanî yê Nemir û daxwaza destpêkirina guftugoyê kir. Barzanî yê Nemir jî bersîveke wî yê erênî ji bo vê hengavê hebû û xweşhaliya xwe bi vê destpêşxeriye derbirî. Lê belê ev hevgava Abdulrehman Arif nerazîbûneke mezin li ser efserên artêş û şerxwazan kir û zexteke mezin xistin ser bo ku dev ji vê hengava aştîxwazane berde û daxwaza bi cîh kirina plana (Tewekkeltu Alallah) kir ku bi helawêstî mabû. Şerxwaz gelek zêde li ser du berekiyên wê demê ya li nav Partî de radiwestiyan û bi xalekî lawazê şoreşê didîtin. Li encama wan zextan de Abdulrehman Arif dev ji wan hengavên xwe yên aştîxwazane berda û bi cîh kirina plana bi navê (Tewekkeltu Alallah) razî bû.
Naverok û armanca planê
Ew nexşeya hatibû dariştin li rûyê karê serbazî ve gelek bi hesas û tirsnak bû, armanca serekiya planê jî dagîrkirina baregeha serekiya şoreşê ya li navçeya sextê Balek û paşê jî kert kirina navçeyên azadkirî yên dû navçeyên ji hevdû veqetandî bû, bi awayekî ku pêwendiya her du kertê gelek zehmet bê. Her du çiyayê Hindirîn û Zozik jî li rûyê stratejiya serbazî ve bi rêya navçeya Balekê tê danîn, ji bo wê yekê yekemîn giraniya xwe xistibûn li ser van her du pêgehan.
Hejmareke zêdeyê hêzan ji bo encamdana çend qonaxên êrîşê amade kiribûn, ku ew jî ji van pêkhatibûn:
– Lîwaya yek, du, sê, çar, pênç, çardeh û panzdeh, û ji nêzîkî panzdeh hezar leşker jî ji bo yarmetiya wan hatibûn amade kirin.
– Her du binkehên asîmaniya Musil û Kerkûkê, ku xwedî du polên balefirên Mag û du polên balefirê Hokerhenter û heşt bombe avêjên Îlyûşin û şeş bombe avêjên Bacer – Topolîf 16 bûn.
– Pênç ketîbê topxane: Ketîbeyekî topxaneya Endaze 122 mm yê kevan, ketîbeyekî topxaneya meydana 120 mm, ketîbeyekî topxaneya çiyayê Endaze 25 Retil, ketîbeyekî topxaneya Endaze 75 mm, ketîbeyekî topxaneya 4,30 mm û şeş topê Endaze 5-5 pênç pênç girê.
Destpêkirina êrîşa wan
Serkirdayetiya şoreşê zanyariyeke baş hebû ku rejîm niyaza wî wihaye li yek demî de serdagirtina her du navçeyên Barzan û Balek bide, li gel eve jî texmîna wê yekê dihate kirin ku dibe ku bi sedema mirina Abdulselam Arif û peyama aştîxwaziyaneyên Abdulrehman Arif, dev ji bi cîhkirina nexşeyê anîbin. Ji ber ku hêza Pêşmerge li gor pêwîstiyê xwe amade nekiribû. Wekî mînak beşeke zêdeyê serkirdeyên Pêşmerge, li devera Hindirîn li ahenga jin anîna Mulazim Riyaz da beşdar bûbûn, ku yek ji serkirdeyên çalak bû û pêgehên xwe bi cîh hiştibûn. Dijmin jî sûd li vê derfetê wergirt û şeva 2 li ser 3 Ayar (Gulan)a 1966 çendîn cihên giringên li Hindirîn dagîr kirin.
Êrîşa wan jî bi vî awayî destpêkir:
1 Lîwayê çar pêşrew kir ji bo destgirtina li ser çiyayê Hindirînê da û Lîwaya yek bi vekişana li ser Binekawil û newala Akoyan yarmetiyê dida.
2 Lîwaya sê bi yarmetiya Lîwaya çardeh ber bi Zozik ve pêşrewiyê kir.
3 Beşê zêdeyê cehşan li vê êrîşê de li ser Zozikê beşdar bûbûn.
Lîwayên din jî ji bo tengaviyê hiştibûn, ji ber ku wiha dihate texmîn kirin ku dê şereke giran û berdewam bibe û wê demê divê perçeyek ji bo helmetbirina kesên westiyayî bihêlin û hêzên nû nefesê bixin şûna wan da ku hêzên wan li rûyê hêz û wêrekiyê ve pek nekevê.
Her li destpêka êrîşên topxane û balefirê bi giranî pêgehên Pêşmerge bombe baranê dikir û cihên xwe ji bo pêşrewên zêdetir direxsandin.
Li bereya newala Akoyan û Zozik da, ku hêzê Pêşmerge cihên xwe ji bo dakokî û berxwedanê bi mikum girtibû, êrîşa dijmin rastî şikesteke giran hat. Lê belê li çiyayê Hindirîn dijmin tu bergiriyeke wiha li dema serkeftinê da li rêya xwe da nedît û çend ciheke giringê nêzîkî pozê çiyayê ve dagîr kir. Bi vê encama destpêkê jî wêrekiya dijmin bilind bibû û hest dikir li asta meydanî da destbilind bûye. Li gor nêrîna xwe dikaribûn beşeke girîngê nexşeya xwe cîh bi cîh bikin, ku yekemîn qonax bi destgirtina li ser her du çiyayên Hindirîn û Zozik da pêkhatibû, heta dagîrkirina Dergele û Bersîrîn jî piştî wê de bê, li qonaxa duyem jî armanca wan girtina Gelale bû û li qonaxa sêyem jî da, hemû hêzên xwe bi yek carî ber bi Hacî Omeran hilkişin ji bo gihiştina bi armanca dawiya plana xwe. Bi hêsanî û li encama serkeftinên yekem, fermandeyên artêşa rejîmê serxweş kiribû. Wekî mînak Se’îd Hemu yê Fermandeyê Lîwaya pênç li dema vê pêşrewiya hêzên xwe de got: Rîşm ber didim û nabirim heta digihim Gelale.
Berxwedana sersextaneya hêzê Pêşmerge her li duyem roj ve planê pekxist, piştî gihiştina peyamên pêwîst bi bereya şer û agahdarbûneke baş li ser çawayiya bereya ceng, li roja duyem da Barzanî yê Nemir ferman bi Kak Îdrîs ê birayêmin da, da ku bi zûtirîn dem ber bi bereya şer bikevê rê û rewşê temaşe bike û piştî helwestê bi serkirdayetiyê ragihîne, fermanê birin bi serkirdeyên bereyên ceng jî da, ku bi hemû awayek rê li pêşrewa zêdetirê dijmin bigirin.
Bi gihiştina kak Îdrîs ya bereya şer, civînekî ji bo hemû serkirdeyan saz kir û biryarek wergirt ku bi hemû kiryarek û bi her nirxek divê pêşrewa dijmin bê rawestandin. Piştî civînê peyamekî ji bo Barzanî yê Nemir jî şand û daxwaz jê kir ku bi tu awayekî pêwîst nake cenabê wan ber bi bereyên şer bi rê bikevin û rewşa xwe yek alî bikin.
Berî wê beşeke ber bi çavê erkê dakokî kirina Hindirîn li stuyê yek ji leşkerên Hizba Şu’î da bû, ji bo wê yekê wê pêşrewiya dijmin hest dikirin berpirsariyeke giran li stuyê wan daye û ji ber wê gelek dilxwaza wê yekê bûn biçin şerêkî mayîn û nemanê ve ji bo alîkarîkirinê ve û ziyanên ku ketibûne ve û Pêşmergeyên din jî li vê hestê de hevbeş û hevbîr bûn û peymanê li gel xwe dan ku nehêlin dijmin bosteke din pêş bikevê.
Şerê mezin berî nîvroya roja 3 ê Ayar(Gulan) li Zozik û Geruwî Umer Axa da rû da. Li vê rojê da hejmara Hilfirîna asmanî li ser bereya şer da gihişte 79 Helfirîn, eve jî ji bo wê demê hejmareke bêwaneyî bû. Çiya bi sedema bombebarana bi bombeyên şewatê û Napalmê ve bûbû bi yek perçeyê agir hildiperî, teqîna gulle top jî çiyayan bi pehnî û bi dirêjî girtibû, birastî ew nirxê hatibû dayîn gelek giran bû, lê belê li gel wê yekê jî artêş û cehş jî dersek werdigirtin ku herdem û herdem ji bîr nekin.
Bi eşkere hêzê zêdeyê dijmin û xestê agirê topxane û firokeyanin, pêşkeftinê wan heta çend roj, li asta roja yekem asê maye. Roja şeşem şereke mezin bi niyaza dagîrkirina Zozik û Geruwî Umer Axa rû da. Du lîwa bi piştevaniya bombebaran û topbaranê destê xwe dane pêşketinê û karîn çend pêgehekî nû dagîr bikin, ew jî piştî wê yekê ku hejmarek serkirdeyên qehreman li vê şerê da şehîd bûn, ku ew jî Yunis Bîrêjî û Nacî Bêruxî û Hadê Hesko û Ehmed Hacî Mihemed û Mîxayîl bûn. Ew cihên ku dagîr kiribûn her çende sînordar bûn, lê belê girîng û gelek metirsî bûn. Kak Îdrîs peyamekî ji Barzanî yê Nemir şand û li rewşa bereya şerê agahdar kir, Barzanî yê Nemir jî bi lezgînî xwe gihande bereyên ceng.
Kak Îdrîs gelek car rûdawa wê demê ji bereya Zozik ve vedigerand me û digot: Bi sedema vê ziyana mezin ku wiha li Pêşmerge ketibû, neçar bûbûna hêdî hêdî Zozik vala bikin, li wê demê de ku wan Zozik vala dikirin, hêzên Mam Usu Dizeyî ku li wan deman de li gel hêzek da hatibû ji bo bihêzkirina hêzên Balek, gihiştin bereya Zozik û çûne piştgiriya wan kesên li çiya berxwe didan û êrîşekî beramberî wan saz da û karîn wê êrîşa çiyayî li dijmin paqij bikin û rewşa bereya şer bi tevahî li berjewendiya Pêşmerge de guherî.
Her wiha pêwiste li şerê Zozik da balê bikşînim li ser rola wan hêzan, ku li navçeyên dinê Kurdistanê ve gihiştin grupên şer û li beramberî êrîşên dijmin da qehremanetiyeke bêwêne nîşandan. Hinek ji wan eve bû bûn li Du Betalyon li Hêza Deşta Hewlêr û Betalyonek ji hêza Sefîn û hêzek ji leşkerê Yek.
Li gel wê yekê jî ku dijmin li destpêka êrîşê da hinek cihan dagîr kiribû, lê belê ew ziyana mezin du lîwaya ji bo êrîşê hatibûn anîn tûş bûn, neçar man ji şer derkevin derve û wan cihan vala bikin.
Li newala Akoyan jî, hêzên Pêşmerge xwe li ber êrîşên artêşê da girt û Mela Emîn û Heme Ziyad qehremanetiyeke mezin li serkirdayetî kirina vê bereyê da nîşandan.
Destana Hindirîn 12ê Ayar
Roja 11ê Ayar Barzanî yê Nemir ji bo lêkolîna rewşê, li gel fermandeyên bereyên ceng da civiya, ji serkeftinê dilniyabûn û ev alî jî xwe li ser hewaya civînê de kişandibû. Plan û nexşeya pêwîst ji bo paqijkirina Hindirîn û dewrûbera wê hatibû danîn, demjimêr çarê piştî nîveroya roja din wate 12 Ayar demjimêr sifir bû, diviya Kemal Nu’man û Mulazim Xidir û Faxîr Mêrgesorî û Îzet Silêman Beg serkirdayetiya êrîşê bikin.
Roja din, bi gulle topa hawêna Endaze 81 mm û 120 mm topa çiyayê Hawtezerî Endaze 25 Retl, rê ji bo êrîşan xweş kir, paşê êrîşeke berbelav li ser dijmin destpêkir, li nîv demjimêrê yekem da serkeftina Pêşmerge eşkere û diyar bû. Yekemîn gulle top li nava baregeha fermandeya seriye pêşketiyan da kete xwarê û fermande kuşt. Piştî 3 demjimêr, baregeha du Fewcê Lîwaya Çar û baregeha Pêşînî hate girtin. Hêzên dijmin rakirin û du Betaryeya Topxaneya Endaze75 mm û 4.20 mm kete destê Pêmerge û topxane li dijî hêzê dijmin hate bikaranîn. Serbaz bi tevahî dev ji wêrekiya xwe berdabûn, tirs ketibû dilê hemûyan û bi pirt û belavî ji hev vediqetiyan. Li van deman de dezgeha guhgirtina me guftugoyeke bi bêtelî di navbera fermandeya lîwaya çar û fermandeya yekê li Fercên bi navê Muqedem Îbrahîm tomar kir, ku eve jî naveroka wê ye:
– Fermandeyê lîwaya çar: Rewşa we çawane?
– Muqedem Îbrahîmê Fermandeyê Fewc: Ezbenî heta tu bibêjî bi wî awayî ya xerapî daye, wêrekiya hêzên me hemû ketiye û bi tevahî desthilata me ji dest çûye, her serbazek digrî û dixwaze xwe rizgar bike, her çi fermanê didim û dilê wan xweş dikim ku xwe bigrin, lê mixabin guhê kesekî min nabihîse
– Fermandeyê Lîwa: Topa 75 mm û 4.20 mm têgirin
– Fermandeyê Fercê: Ezbenî nîv demjimêr berî niha ew topane kete destê wan û niha ew bi wê topbarana me dikin.
– Fermandeyê Lîwaya Çar: Xwe li cihên xwe ragirin, her niha hêzên tengaviyê û balefira Hokerhonter û topxaneya pênç – pênç ê dişînim.
– Fermandeyê Fewcê: Ezbenî bi xwedê tu sûdekî wê tûne, bi tenê eger bombeya atom jî bikarbîni wan hemû cihên xwe dagîr kirine û me tu çareseriyek bi dest ve nemaye, û niha jî êrîş nêzîkî li baregeha min bûye.
– Fermandeyê Lîwaya çar: Başe, êdî çi zaniyariya we di derbarê fewcên din ve heye?
– Fermandeyê Fewcê: Ezbenî ev demeke pêwendiya me li navbera wan de nemaye û di derbarê wan de tiştek nizanim.
– Fermandeyê Lîwaya çar: Muqedem Îbrahîm, xwe li cihê xwe de ragire, tu ji qehremananî, hema niha yarmetî ji bo we tê.
– Fermandeyê Fewcê: Ezbenî cext dikim ku tu yarmetiyek sûdmend nabe, aha eve êrîş gihişt baregeha min, êdî ez nikarim pêwendiyê jî li gel we bikim.
Piştî wê êdî axaftina wan hate birîn û paşê derket holê ku Muqedem Îbrahîm bi xwe reviyabû û bi dîl nehatibû girtin.
Lîwaya çar ku baştirîn lîwayê çiyayiyên artêşa Iraqê bû bi serkirdayetiya Eqîd Rukin Xalîd Hesen Ferîd û ji hemûyan zêdetir meşq û qurs kiribûn û çek û cebxaneya wî ya baştir hebû, li vê êrîşê da bi tevahî têk şikiya.
Roja 12 Ayar Pêşmerge destanek pir bi rûmet li destanên gelê Kurd de li hemû dîrokê de tomar kir. Destana wê rojê mînakeje kêm wêneyê hevkariya xurt û hemangiya tevahiya di navbera hêzên Partiya Demokrata Kurdistan û Hizbz Şu’î ya Iraqê bû. Mînak eve bû ku divê birayetiya rasteqîneya Kurd û Ereb her wiha bê. Hejmarek ji wan efser û cengawerên li vê şerê da beşdarbûn Ereb bûn û li gel birayên xwe yên Kurd berxwedanê li Kurdistanê dikirin û roleke mezin li rizgar kirina navçeyê de hebû. Li nav wan da bi taybetî navê Rayd Kemal Nu’man û Mulazim Nu’man Elwan bi bîr tînim ku li şoreşê da bi Mulazim Xidir hatibû bi nav kirin.
Li vî şerî da çar Pêşmerge hate şehîd kirin û hejmareke din jî birîndarbûn. Destana Hindirîn pêvajoya siyasî û serbaziya wê demê ya berevajî kir û dijmin bi tevahî şikiya û hemû nexşeyên wê noqî avê bûn.
Ev serkeftina gelek bi rûmet bû, aliyên xwe yên pêkenînî jî hebû. Li nav wan deskeftan da ku ketibûn destê Pêşmerge, kelûpelên hanûteyên (konserveyê) Lîwaya çar hebû, ku pir bû ji hemû cûre kelûpelên pêwîst li xwardemenî û kelûpelên xweşguzeranî wekî vexwarinên alkolî û hwd. Gelek ji wan cengaweran wiha dizaniyan kû sardemenî û şerbet û tiştên wihaye. Êdî ewê li vî warî de rû dabû eve bû:
Şevek şandekî ji aliyê hêzên pêşve hatin cem me, û gotin ku gelek Pêşmerge nexweş ketine û hinek jî ji hişê xwe ve çûne, ji bo wê yekê ew hêz daxwaza hêzekî cîgiriyê dikin, ne ku dijmin wan halê wan bizanê û êrîşekî lezgînî li ser Pêşmergeyan bike û Pêşmerge jî ji ber vê sedemê nekaribin li ber xwe bidin. Me jî hêzekî ji bo tengaviyê hebû û me şand cem wan. Diyar bû ku kesek ji wan Pêşmergeyan berî wê meşrubateke wiha tam nekiribûn, ji bo wê yekê ewên bi tenê çend firekî lê dabûn ketibûn nav zevî da.
Ziyanên dijmin û dijî kiryarên wê
Ziyanê caniyên dijmin, nêzîkî li der dora 400 kûştî û 600 birîndar bû. Her wiha 4 topê Endaze 75 mm çiyayî û 4 topên Hawênî 4.20 û 10 topên hawênî 4.3 girê û 600 parçe çekên sivik û 15 dezgehên bêtel û fîşekeke zêde deskeftên Pêşmerge bûn.
Dijmin têgihişt ku wiha dagîr kirina Gelale, ku li nexşeya giştiyan da dawiya qonaxa yekem bû, kareke dest pênegihiştiye. Naumêdî bi aliya xwe li ser dijmin da vekêşa. Wiha lê hat hêviya wan eve bê, ew cihên berî şer pêgehên berê bûn li dest dernekevê, ji ber ku ditirsiyan êrîşa Pêşmerge li ser wan cihan de berdewam bibê. Her bi palnerê wê tirsê, bi awayeke sînordar dest bi êrîşa beramber kir, eve bû bi lîwaya pênç pelamarên pêgehan dane, bi taybetî li Zozik û geruya Umer Axa da, lê belê ew pelamar û şer pê firoştina wan bê encam bû û desthilata tevahiya Pêşmerge li ser bereyê da, wekî berê lê hat.
Piştî eve dijmin tu sedemeke din bi destve nema ji bilî li berfirehkirina bombebarana asmanî ya li ser gundan, lê belê ziyanê wê kêm bûn, ji ber wê yekê xelk bi wê yekê rahatibûn sibehan gundan bi cîh bihêlin û li newal û derê çiyayan da belav bikin, paşê êvarî bêneve. Li bersîva vê kirdarê jî da, karîn firokeyekî bombehavêjê cureya Elîushin 28, li nêzîkî gundê Derbendî di navbera Gelale û Hacî Omeran bixin xwarê ve û sercem taqimê canê xwe ji dest dan.
Beyana 29ê Hezîran û ragirtina şer
Rejîm bi tevahî bê hêvî bû ku tu serkeftineke serbazî bi dest ve bîne, ji bo wê yekê hêvî bir ber xwe herdemî û daxwaza wê yê bi hêza çek û dest neanî, bi sedema guftugo û diyalogê bi dest ve bîne. Rejîm dawetî aştî kir û li 15 û paşê jî 18 ê hezîranê jî du şanda siyasî û cemawerî bi dawiyê da ji bo destpêkirina guftugoyê şand.
Paşê şandeke şoreşê li ser daxwaza wan ber bi Bexda ve birêket ku ji Hebîb Mihemed Kerîm û Nafîz Celal û Salih Yusifî û Elî Abdulla pêkhatibû.
Encama vê hatin û çûnê, beyana rêkkeftina 29 ê hezîranê çêbû ku ew rêkkeftin ji aliyê Abdulrehman Bezaz ve pêkhat. Bi tenê qazanca Kurd li wê rêkkeftinê de azadkirina hejmareke zêdeyê girtiyên siyasî yên Kurd bû, ji ber ku rejîm pêgîrî bi bendên dinê li nav rêkkeftinnameyê nekir. Barzanî yê Nemir jî bi naveroka rêkkeftinê razî nebû û bi lawazî li qelem dida. Rûdawên piştî wê li nav saheya Iraqê jî şahidê gîrêdayînebûna rejîmê bi naveroka rêkkeftinê bûn û ewê selmand ku stuxwariya şerxwazan bi wê aştiya demkiye, bi tenê li encama bandora dorandina wan li bereyên şer û encama destana dîrokiya Hindirînê bû.
Waneyên Destana Hindirîn
Destana Hindirîn destana serkeftina îradeya gel û nîşandana kiryaran bû. Destana serkeftina bîr û baweriya gel li ser çek û cebxaneya pêşketiya wê demê bû. Li wê destanê da ew wane têne wergirtin ku netebayî û du berekiya li nav gel, wêrekiyê bi dijmin dida û ku dengê gelê me kêm bike. Her li wê destanê û wê waneyê jî werdigrîn ku yekrêzî û tebayî me bihêztir dike û birayetiya me diçespênê, wekî wê yekê ku li hev helwestî û hevsengeriya Pêşmergeyên Partî û Hîzba Şu’î li Kurd û Ereb ve derket.
Li dawiyê de hezaran silav ji bo giyanê şehîdên wê destanê û sercem şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînin û dilniyayîn bîranînên wan herdem li dîroka gelê me da zîndî dibe.
Çavkanî: Rojnameya Xebat
A: Mîrhac Mistefa