Polîtîk

Ji posteya serokwezîrtiyê giringtir karnameya hikûmetê ye

Îro sêşemiyê 11.05.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeyeke bilinda wezareta derveya Komara Çekê bi serokayetiya Vîta Silav Girêpil berpirsê karubarê amerîka, Asya, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa li wezareta derveya Çekê, Bironslava Toma Sova balyozê welatê Çekê li Iraq, Tomas Smêtanka birêvebirê karubarê Rojhilat û Bakurê Efrîqa li wezareta navbihurî kir.

Di hevdîtinê de, Vîta Silav Girêpil xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê û serdana herêma Kurdistanê derbirî û behsa pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Komara Çekê kir û got: Pêwendiyeke dîrokî di navbera Iraq û Komara Çekê de heye û niha welatê Çekê xwedî nivîsîngeheke bazirganiye li hewlêra paytexta herêma Kurdistanê ku serpereştiya pêwendiyên bazirganî dike. Herêma Kurdistanê aramtirîn navçeya Iraqê ye ku karê bazirganî têda tê encamdan û ev serdana me ya bo herêma Kurdistanê wekî destpêkeka serdana Bexdayê û civîna di gel berpirsên wê daye.

Birêz Vîta Silav Girêpil balkişand li ser wê yekê ku Komara Çek yekem welat bû ku nivîsîngeha xwe li herêma Kurdistanê vekirî. Ji ber ku ew bi çavekê giring berê xwe daye û dide herêma Kurdistanê. Girêpil dixwaze ku ew pêwendiyên ku niha li navbera her du aliya de hene zêdetir pêşbikevin.

Serok Barzanî di destpêkê de bi xêrhatina şandeya mêvan kir û tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Komara Çekê kir û amadehiya herêma Kurdistanê jî di pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst da derbirî.

Her wiha di mijareke din a hevdîtinê de, serok Batzanî bi şandeya mêvan re behsa pêvajoya niha ya Iraqê û herêma Kurdistanê, girîngiya hilbijartinên parlamentoya Îraqê û pêkanîna hevpeymaniyan ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Îraql minaqeşe kir. Di vê çarçoveyêde serok Barzanî ragihand ku ji bo pêkanîna hevpeymaniyên avakirina hikûmeta Îraqê, herêma Kurdistanê xetên sorl i hember tu aliyan nînin.

Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Raste posta serokwezîran girînge lê belê ji wê girîngtir bernameya hikûmeta nû ye. Li Kurdistanê me rewşa xwe rêkxistiye û bi yek şandî danustandinê di gel aliyên din yên Iraqê dikin. Em hêvîdarin ku ji encamê danûstandinan hikûmeteke nû ya hevbeşa nîştîmanî pêk bê.”

Sebaret bi girîngiya birêvebirina sîstema federalî li Iraqê da, serok Barzanî got:” Baştirîn çareserî ji bo pirsgirêkên Iraqê sîstema federaliye û ew sîstem jî nayê wateya dabeşkirina Iraqê ku hinek kes bi şaşî şîrove dikin. Sîstema federalî yekparçeyîya Îraqê xurt dike. Yekgirtin di vê yekgirtineke bi xwestek be. Rastiya Îraqê sîstema federalî dixaze, û ew sîstem ji bo sÎraqê sûd bexş, neku ziyanbexş.”

Back to top button