Cîhan

Li Norvec pişgiriya serxwebûna Kurdistanê

Li paytexta Norwec Osloyê xwepêşandanek bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê pêkhat.

Li Osloya paytextê Norvecê bi pêşengiya Partiya De Kristne ya Norwecî, bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê xwepêşandanek berfereh hate li darxistin.

Di xwpêşandanê de çalakvanan nameyên xwe gehandin serokwezaretiya Norwêcê û daxwaz kirin ku hukumeta Norvec piştgirî bide gelê kurd.

Nêzîkê 500 Kurdên ku li Osloyê rûdinin û endam, alîgirên Partiya De Krsitne û dostên Kurdan jî beşdarê xwepêşandanê kirin.

Kurd û Norvecî bi alayên Kurdistanê tevlî xwepêşandanê bûn.

Back to top button