Li Nîjerya xelata baştirîn kitêbxaneya dijital Kurdekî wergirt
Li roja 19.11.2012 an de bajarê Uyo ya paytexta eyaleta Akwe Ibom a Nîjerya ji aliyê Lîjneya Nûnerên Kitêbxaneyên Zanîngehên Nîjerya ve baştirîn xelata kitêbxaneyên zanîngehan bi navê Kitêbxaneya Zanîngeha Emerîkî dane Amed Demîrhan.
Xelata Baştirîn Kitêbxaneya Dîjîtala Zanîngehan ku ji aliyê Serokê Yekîtiya Kitêbxaneyên Nîjerya û Cîgirê Serokê Zanîngeha Uyo û Serokê Lîjneya Kitêbxaneya Zanîngeha Nîjerya ve hate pêşkêşkirin. Baştirîn xelatê Li ser navê Kitêbxaneya Zanîngeha Emerîkî Amed Demîrhan wergirt ku ew bi xwe Kurdekî ji Bişêriya bajarê Sêrtê ye.
Amed Demîrhan nêzîkî 5- 6 salan li zanîngeha Hewlêr-Kurdistan kar kiribû û eve du sale wekî Serokê Kitêbxaneya Zanîngeha Emerîka li Nîjerya kar dike.
Kitêbxaneya dîjîtala Zanîngeha Emerîka li Nîjerya baştirîn kitêbxaneya dîjîtala akademike ku ji aliyê Amed Demirhan ve hatiye avakirin.
Hêjayî gotinêye ku welatê Nîjerya li gor nifusa xwe mezintirîn welate li Afriqa ku nifusa wê 170 mîlyone û eve jî sedî 40 ê hemû nifusa Afriqa pêktîne.
Nîjerya ji aliyê aboriyê de xwedî 2. mezintirîn aboriyê ye li Afrîqa. Li Nîjerya 94 zanîngehên mezin hene û 3 mîlyon xwendekar li van zanîngehên nîjeya de dixwînin û mîlyonek û 79 hezar û 21 kes li van zanîngehan de karê îdarî û kargêrî dikin.
Her wiha welatê Nîjerya yek ji wan 10 welatên cîhane ku herî zû pêşdikevin.
Taybet Rojeva Kurd