Li Mûşê çendek erdhejên ser bi ser çê bûn

Li navçeya Kopê ya bajarê Mûşê din ava 2 seatan de 3 erdhejên ser bi ser çê bûn.

Li gor ragîhandina Înstîtûta Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Qendîllî ya Zanîngeha Bogazîçî
ya Stenbolê, li navçeya Bakurê Kurdistan Kopê seat di 08.36’an de bi mezinahiya 4.1 û seat di 09.47’an de 2.8 û seat di 10.14’an de jî bi mezinahiya 3.7 erdhejên ser bi ser çê bûn.

Li gor ragîhandina rayedarên navçêya Kopê di erdhejê de wendahiyên can û mal çênebûne, lê jiber tesîra erdhejê hin avadanî derizîne û ev yek tirseke mezin xistiye nav xelkê Kopê.

Nerîna min :