Li Muglayê erdhejeke bi pileya5.8 rûda
Li gorî daneyên AFADê, li peravên Marmarîsa Muğlayê erdhejek bi şîdeta 5.8 pileyî çêbû. Wezîrê Karên Navxwe Ali Yerlikaya, ku derbarê erdheja ku li Îzmîr, Manîsa, Aydin û Denîzlî û her wiha bajarên derdorê hat hîskirin de daxuyaniyek da, ragihand ku keçek 14 salî ji ber krîza panîkê jiyana xwe ji dest da û 69 kes birîndar bûn.
Li Deryaya Spî û Egeyê çalakiya erdhejê berdewam dike. Li gorî daneyên Reveberiya Erdhejê ya AFADê, li peravên Marmarîsa Muğlayê erdhejek bi şîdeta 5.8 pileyî çêbû.
Erdheja ku di derdora saet 02:17an de çêbû li Îzmîr, Muğla, Denîzlî û Antalyayê bi tundî hat hîskirin. Li gorî daxuyaniya AFADê, kûrahiya erdhejê wekî 67.91 km hatiye tomarkirin.
Şaredarê Marmarîsê Acar UNLÜ diyar kir ku wan erdhej bi tundî hîs kirine, tîmên wan li qadê ne û heta niha tu rewşek neyînî nehatiye ragihandin.