Cîhan

Li Misrê herî kêm 297 kes hatine kuştin

Li gora rapora Rêxistina şopandina mafê mirovan (HRW) li Misrê dema bûyerên xwepêşandana destpêkirî heta niha, yanî di mideta du heftiyan de kêmasî 297 kes hatine kuştin. Rêxistina mafên mirovan ev hêjmara kuştiyan di encama belgeyên nexweşxaneyên sê bajaran destxistiye.

Rêxistinê li Bajarê Qahîre, Iskenderiye û Suvêş di encama lêkolînekî de gihaye hêjmara kuştiyan. Hêjî tirs heye ku hêjmara kuştiyan zêdetir derkeve, lê di vê derbarê de dezgehên Misrî û taybetî wezereta saxlemiyê tu daxuyaniya nade.

Wek tê zanîn dema xelkê Misrê li dijê rejima Husnu Mubarek dest xwepêşandana kirî gelek deveran de di navbera polis, layengerên Mubarek û xwepêşandanan de hevçûn çêbûn. Di van hevçûnan de kuştî û bi sedan birîndar çêbûn.

Back to top button