Îroj

8'ê Reşemî

8’ê Reşemî

Di sala 1963’an û di rojekî wekê îroyê de bi serokatiyê Abdusselam Arif li Iraqê efserên Baasî rêveberiya Iraqe bi dest xistin û Serok Wezîrê Iraqê wê demê Qasim hatiye kuştin.

Abdusselam Arif ( d.b 1921- m.1966) di navbera salên 1963 û 1966’an de Serok Dewletiyê Iraqê bû. Nijadperestek Ereb bû û daxwaza yekbûyina Ereban dikir.

Li darbeya 14’ê Tîrmeh sala 1958’an de rolekî aktîf girt. Piştî darbeyê li Iraqê malbata qraliyet û monarşî têk çû û desthilatdariya Ba’asan destpê kir. Her wiha Abdulkerîm Qasim jî bi erkên Wezîrê Navxweyî û Alîkarê Serok Wezîrê hatiye peywirdar kirin.

Abdusselam Arif piştî demekî kin yekîtiya Ereban û fikra Komara Yekgirtiya Ereban parast. Di sala 1963’an de ji perçebûna Partiya Ba’asê îstîfade kir û bi piştgiriya Artêşa Iraqê di meha Sermawezê de kesên Ba’asî tasfîye kir.

Bi fişara efserên xort banqa û karistanên sanayî hatine dewletîkirin û bernameyek pêşketinê amade kir. Piştî têkçûyina aboriya Iraqê amadekariya rêveberiyek sîvîl kir û di meha rezbera sala 1965’an de cihê serokwezîriyê dayê ji Abdurrahman El-Bazzazî.

Di heman demê hewl da ku giraniya artêşê ji rêveberiyê kêm bike.

Abdusselam Arif di meha Avrêla sala 1966’an de bi qazayekî kopterê jiyana xwe ji dest da û cihê wî jî ji aliyê brayê xwe yê Abdul Rahman Arifê ve hate girtin.

Back to top button